Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bersiva wan kesan da ku pêvajoya aştiyê bi hesabên hilbijartinê ve girê didin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Çanakkaleyê beşdarî "Civîna Civaka Demokratîk û Aştiyê" bû û axaftinek kir.
"Meseleya me ji hilbijartinê mezintir e"
Tulay Hatîmogullari bertek nîşan da û got, "Yên ku hewl didin ji vê yekê tifaqeke hilbijartinê derxin, dê encamê nestînin.
Meseleya me ji hilbijartinê gelekî mezintir e."
Wê bi bîr anî ku pêvajo bi dewletê re tê meşandin û ji ber ku AK Partî û MHP di hikûmetê de ne, hevdîtin bi awayekî xwezayî bi wan re tên kirin.
"Meseleya Kurd ne meseleya hilbijartinê ye"
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku kesên meseleya Kurd wekî meseleya hilbijartinê dibînin şaş in.
Hatîmogullariyê got, "Ev pêvajo, di wateya teng de ji hilbijartinê û berjewendiyên partiyan wêdetir e."
"Em ji bo avakirina aştiyê dixebitin"
Hatîmogullariyê diyar kir ku ji 1ê Çiriya Pêşîn a par ve li Tirkiyeyê "pêvajoyeke dîrokî" dest pê kiriye.
Wê bal kişand ser hevdîtina Komîsyonê ya li Îmraliyê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re û ew hevdîtin wekî "dîrokî û girîng" nirxand.
Tulay Hatîmogullariya armanca pêvajoyê wiha anî zimên:
"Em vê pêvajoyê ji bo avakirina aştiyê û bicihkirina aştiyeke bi rûmet li van axan dimeşînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse