Mehmet Uçum: Pêvajo nêzîkî armancê bûye û bi zelalî dimeşe

30-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mehmet Uçum Pêvajoya Çareseriyê Recep Tayyîp Erdogan Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum diyar kir ku pêvajo nêzîkî armanca bûye û bi zelalî dimeşe.

Şêwirmendê Sereker yê Serokkomar û Wekîlê Serokê Desteya Polîtîkayên Hiqûqê ya Serokkomariyê Mehmet Uçum derbarê pêvajoyê çareseriyê gotarek nivîsand.

Mehmet Uçum ji AAyê re gotarek nivîsî û di wê gotara xwe de got, “Pêvajoya derbasbûna Tirkiyeyeke Bêteror gav bi gav nêzîkî armancê dibe lê belê wekî ku her tim tê tekezkirin sabotajên fikrî yên li hemberî pêvajoya derbasbûnê jî didomin.

Li hemberî van sabotajên fikrî sekinîn, bêbandorkirina wan û bipêşxistina tevdîrên fikrî yên pêşîlêgir gelekî girîng e.”

Gotara Mehmet Uçum wisa ye:

Derfetên avaker ên serdemê

Tirkiye careke din hat ber sînorê veguherînên dîrokî. Em di serdemeke wisa de dijîn ku piştî Şerê Rizgariyê û damezirandina komarê dê gavên herî mezin bên avêtin û pêngavên şoreşgerî çêbibin.

Helbet heta vê qonaxê di dîroka me de gelek serûbinbûn çêbûn. Di heman demê de pêşveçûnên xurt jî hatin bidestxistin.

Hewldana darbeya paşverû ya siyasî û faşîst a FETOyê ya 15-16ê Tîrmeha 2016an bi armanca tesfiyekirina demokrasiyê û desteserkirina welêt bû. Ev hewldan bi rêya "şoreşa gel a demokratîk a millî" hat perçiqandin û veguherîneke civakî ya gelekî mezin pêk anî.

Sîstema serokatiyê ya ku dispêre rêjeya ji sedî 50 zêde 1ê ku normeke bingehîn û jêvêneger e, bi referandûma 16ê Nîsana 2017an hat qebûlkirin. Ev pergal piştî hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an, di 9ê Tîrmeha 2018an de ket rewacê û bû bipêşveçûneke mezin a şoreşgerî. Bi gotina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, gelê me pêşî li meydanan û paşê jî bi rêya sindoqan "şoreşa demokratîk" pêk anî.

Eşkere ye ku ji 19ê Gulana 1919an ve ku pêvajoya derbasbûna ji Dewleta Osmanî bo Komara Tirkiyeyê dest pê kir, me di dîroka xwe ya 106 salî de gelek tişt kirin. Me wekî welat û milet gelek tişt di vê dîrokê de bi cih kirin.

Me di sedsala bîstemîn de bi rêberê xwe yê damezrîner û Serokkomarê xwe yê ewil Mustafa Kemal Ataturk re komar qezenc kir.

Di sedsala bîst û yekemîn de jî bi rêberê welatê xwe Serokkomar Erdogan re ku mîsyona Sedsala Tirkiyeyê girtiye ser milê xwe, em gihiştin wê derfetê ku komara xwe bilind bikin.

Di vê çarçoveyê de pêvajoya derbasbûna "Tirkiyeya Bêteror" zêdetirî salekê ye didome. Ev pêvajo bi serkêşiya Serokkomar Erdogan û bi pêngavên wêrek, bibiryar û biaqil ên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî wekî însiyatîfeke dewletê dest pê kir û wekî polîtîkaya dewletê tê meşandin. Vê pêvajoyê di vê serdemê de gelek derfetên avaker, hemêzker û berfireh derxistin holê.

Em di pêvajoya damezirandin û bilindbûna komarê de ku ji Ataturk heta Erdogan dirêj dibe, li ber sînorekî nû ne. Bi derbaskirina vî sînorî re cejna me dê di "Sedsala Tirkiyeyê" de pêk were. Di vê sedsalê de, yekbûna Dewleta Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk bi hemû beşên gelê Tirkiyeyê re dê bi awayekî bêkêmasî temam bibe.

Pêvajoya derbasbûnê û sabotajên fikrî

Pêvajoya derbasbûna Tirkiyeyeke Bêteror gav bi gav nêzîkî armancê dibe. Pêvajo, ji bilî hinek tercîhên fêmbar ên dewletê, heta ku pêkan e eşkere û zelal dimeşe lê belê wekî ku her tim tê teqezkirin sabotajên fikrî yên li hemberî pêvajoya derbasbûnê jî didomin. Li hemberî van sabotajên fikrî sekinîn, bêbandorkirina wan û bipêşxistina tevdîrên fikrî yên pêşîlêgir gelekî girîng e.

Avakeriya di ziman de berpirsyariya her kesî ye lê diyar e bê kîjan kes divê herî zêde baldar bin. Daxuyaniya 27ê Sibata 2025an, ji bo hemû hêmanên rêxistina terorê ya fesixbûyî yekane deqe ku pê pabend be. Nêzîkatî û gotinên ku derdikevin derveyî perspektîfa bingehîn a vê deqê, kêrî ti kesî nayên. Tam berevajî wê zererê didin pêvajoyê. Ji ber ku ti kes naxwaze berpirsyariya zererê bigire ser xwe, divê di ziman de jî li gorî vê tevbigerin.

Eger pêwîst be hinek tesbît bên kirin, beriya her tiştî nabe ku rê bê dayîn ku bi zimanê cudaxwaziyê sabotaja fikrî li pêvajoyê bê kirin. Divê rê li ber hewlên îstismarkirina siyaseta demokratîk a li ser herêmperestiyê bê girtin.

Tevî nêzîkatiyên ku perspektîfa bipêşxistina demokrasiya Tirkiyeyê li ser esasê welat, milet, gel û civakê dipejirînin, hewlên din nayên qebûlkirin. Hewlên hilberîna siyasetên nasnameyê yên cudaxwaz û siyasetên herêmparêz ên ku dabeşkirinê dihewînin nayên qebûlkirin.

Divê zimanê serdestiyê, zimanê serkeftinê, zimanê cudaxwaziyê û zimanê ku li şûna yekbûnê perçebûnê derdixe pêş bi tundî bên redkirin.

Hemû hêmanên rêxistina terorê ya fesixbûyî û aktorên qada yasayî yên ku polîtîkaya dewletê ya pêvajoya derbasbûnê pejirandine û berpirsyarî girtine ser xwe, divê baldar bin. Divê ew ji bo avakirina zimanekî li gorî vê berpirsyariyê baldariyeke herî zêde nîşan bidin. Her çi qasî carinan di warê ziman de hinek veqetîn çêbibin jî tiştê rast ew e ku mirov wê baldariya ku heta niha di arasteya bingehîn de hatiye nîşandan xurt bike û berdewam bike.

Di vê qonaxê de hevdîtina Îmraliyê hat kirin û amadekirina rapora polîtîkaya hiqûqê ya têkildarî pêvajoya derbasbûnê dest pê kir. Parlamentoya Tirkiyeyê li ser bingeha vê raporê dê îradeyekê nîşan bide ku rêkxistinên yasayî yên pêvajoya derbasbûnê bên kirin. Di vê qonaxê de zimanê ku dê bê bikaranîn gelekî girîng e.

Kakila kar

Kakila kar diyar e:

Pêvajoya derbasbûnê ber bi armancekê ve ye. Ew armanc, tesfiyekirina terora sîstematîk a heta hetayê, nehiştina siyaseta li ser tundiyê û tunekirina wesayeta terorê ye ku hewl daye di her qadê de bandorê bike. Ji bo vê yekê tenê daxuyanî têrê nakin, divê aliyên teknîkî yên pêvajoyê hîn bêhtir bên lezkirin û piştrastkirinên pratîk bên kirin.

Armanca pêvajoya derbasbûnê jî ber bi mebestekê ve ye. Ev mebest jî ew e ku yekbûna bi dewlet û milet re bi awayekî bêkêmasî pêk were.

Helbet hem bi gavên ku dê di pêvajoya derbasbûnê de bên avêtin û hem jî bi nêzîkatiyên reformîst ên di pêvajoya yekbûnê de qada siyaseta demokratîk dê berfireh bibe. Demokrasiya me dê bê bipêşxistin û xurtkirin. Çimkî piştî ku çek bi temamî hatin berdan û terora sîstematîk hat tunekirin, êdî her cûre pirsgirêk û mijar dikarin li ser zemîneke demokratîk bên nîqaşkirin. Ev yek dibe tiştekî mimkun, maqûl û rewa.

Birêvebirina pêvajoyê, avakirina ziman û meşandina pêwendiyan bi hişmendiya van hemûyan, dê ji bo hemû Tirkiyeyê sûdbexş be. Ev yek dê ji bo her beşeke ku hêmana eslî ya miletê Tirk e qezencê bîne. Ev yek dê bike ku em paşeroja xwe ya hevpar bi awayekî ewletir û xurttir ava bikin. Divê kes vê "pencereya derfeta dîrokî" heba neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst