Stenbol (Rûdaw) - Stenbol bi nifûsa xwe ya 16 mîlyonî li Tirkiyeyê bajarê herî qelebalix e.
Loma jî hem ji aliyê jiyan û debarê ve hem jî ji aliyê ewlehiyê ve yek ji bajarên herî zehmet û hesas tê dîtin.
Herî dawî beriya 2 rojan li Stenbolê jineke ku bi hevjînê xwe yê berê re siwarî otomobîlê nebû bi guleyan hat kuştin.
Kuştina jinan li navçeya Şîşliyê ji aliyê rêxistin û platformên mafên jinan ve hat protestokirin.
Di salên dawî de li Stenbolê zêdebûna bûyerên kuştin, tundûtujiya li ser jinan, bûyerên trafîkê û şer û pevçûnên li kolanan tirs û dilgiraniyê dixe dilê şêniyên Stenbolê.
Xelkê Stenbolê dixwaze zêdetir tevdîr bên girtin û sûcdar rastî cezayên giran bên.
Waliyê Stenbolê Davut Gul, li Midûriyeta AFADê derbarê amarên ewlehiya Stenbolê civîna rojnamegeriyê li dar xist.
Waliyê Stenbolê li gel berpirsên ewlehiyê yên bajêr, amarên asayîşê yên 4 mehên ewil (Kanûna Paşîn, Sibat, Adar û Nîsan) ên sala 2025an bi raya giştî re parve kirin.
Davut Gul da zanîn ku li Stenbolê di 8 tawanbariyên wekî kuştin, dizî, şêlandin, sextekarî û bûyerên birîndakirinan de rêjeya tawanbariyan ji sedî 10 kêm bûye.
Waliyê Stenbolê Davut Gul da zanîn:
“Li gorî çar mehên ewil ên sala borî, em dibînin ku di sûcên şêlandinê de bi rêjeya ji sedî 47, di dizîna otomobîlan de ji sedî 58, di dizîna motosîkletan de ji sedî 52 û di dizîna ji malan de ji sedî 41 daketin berdewam dike.”
Bi nifûsa xwe ya 16 mîlyonî Stenbol li Tirkiyeyê bajarê herî qelebalix e.
Li gorî rapora Walîtiya Stenbolê, hejmara çekên bêruxset ku hatine girtin li gorî sala 2024an ji sedî 17 zêde bûye.
Hejmara kesên ku ji ber vê tawanê hatine girtin jî ji sedî 85 zêde bûye.
Her wiha li gorî heman raporê, li gorî sala par hejmara operasyonên li hemberî çete û komên sûcê ji sedî 42 zêde bûye.
Karsaz Bulent Şîmşek anî ziman:
“Di mijara sûcan de profîleke cuda ya Stenbolê çêbû.
Li her navçe û taxê tiştên cuda derdikevin holê.
Mesela hin cih hene ku bêhtir aram in.
Ev tiştekî ku bi asta çandê ve jî girêdayî ye lê bi giştî ne rast e ku mirov bêje li Stenbolê rêjeya sûcan zêde dibe.”
“Jiyan pir zehmet bûye”
Karkera bi navê Hulya Karayê jî got:
“Jiyan ne tenê li Stenbolê, li welatê me êdî pir zehmet bûye.
Divê ji bo sûcên li hember îjin û zarokan ceza bêne zêdekirin.
Bi rastî divê cezayên giran hebin. Heta ku her kes çekê xwe girê bide û edaleta xwe bi xwe pêk bîne, ev yek dê berdewam bike.”
Di salên dawî de li Stenbolê zêdebûna bûyer û nûçeyên kuştin, tundûtujiya li ser jinan û ajalên kolanan, bûyerên trafîkê û şer û pevçûnên li kolanan û mekanên şahiyê tirs û endîşe dixe dilê niştecihên Stenbolê.
Abdullahê malnişîn jî anî ziman:
“Min li malê li televîzyonê temaşe kir. Mêrik çar caran kêr li jina xwe xist.
Dema ku jinik li nexweşxaneyê dihat dermankirin, mêrik bi kontrola edlî berdan.”
Yek ji pirsgirêkên asayîşa Stenbolê jî koçber û penaberên qaçax û neyasayî tê dîtin.
Li gorî rapora Walîtiya Stenbolê, li Stenbolê milyonek û 17 hezar û 726 biyanî dijîn û bi saya kontrolên xalên koçê yên mobîl hejmara koçberên qaçax ji sedî 20 kêm bûye.
Li gorî amarên 2024an, li Stenbolê herî zêde bûyerên sûc û tawanbariyê li Esenyurta navçeya kozmopolît ku nifûsa wê mîlyonek e hate tomarkirin.
Navçeyên herî ewle yên Stenbolê jî Girava Mezin (Adalar) û Şîle hate dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse