Serokê KAFKASSAMê: Tirkiye û Amerîka ji bo paşeroja Sûriyeyê bi hev re dixebitin

31-05-2025
RÛDAW
Dildar Herkî û Hasan Oktay
Dildar Herkî û Hasan Oktay
Nîşan Hasan Oktay Sûriye Tirkiye Mezlûm Ebdî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê KAFKASSAMê Hasan Oktay diyar kir ku Tirkiye dê ji bo welatên Rojhilata Navîn bibe model û Amerîka bi Tirkiyeyê ji bo paşeroja Sûriyeyê bi hev re dixebitin.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kafkassamê Hasan Oktay beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser pêvajoya aştiyê paşeroja Sûriyeyeyê bersiv da pirsên Dildar Herkî.

Hasan Oktay got, "Mijara modela Tirkiyeyê li holê ye. Di vê çarçoveyê de Amerîka û Tirkiye hewl didin ku bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin."

Nivîskar Oktay anî ziman ku siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn guheriye û Amerîka û Îranê jî lihev kirinê û Îsraîl êdî ne xala pêşîn a berjewendiyên wê ye.

Lêkoler Oktay di berdewamiyê jî de got,"Amerîkayê li Rojhilata Navîn siyaseta ku heta niha li ser bingeha dijberiya Îranê û piştgiriya Îsraîlê dimeşand wê bi awayekî şoreşgerane diguherîne."

Serokê KAFKASSAMê behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir û got:

"Li Tirkiyeyê, wekî ku hûn dizanin, di rojên borî de hevdîtinên pêvajoya aştiyê zêde bûn û di nav raya giştî de nîqaş li ser vê mijarê hene. Di rewşa heyî de, tê gotin ku beriya cejnê dê efûyek derkeve û dê beşeke girîng a endamên PKKyê yên ku di pêvajoyên berê de di girtîgehan de bûn bên berdan.

Xebatên ji bo ku ev yek heta cejnê were temamkirin berdewam in. Wekî ku hûn dizanin, DEM Partî di rojên borî de dixwest bi partiyên ku li parlamentoyê xwedî kom in re hevdîtinan bike.

Bi Partiya Tevgera Neteweyî re civiya, bi Partiya Dad û Geşepêdanê re civiya û hewl dide ku pêvajoyê bigihîne astekê. Her du alî jî, yanî hem alîgirên DEM Partiyê û hem jî alîgirên Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhur, ji vê pêvajoyê hem bi hişyarî hem jî bi hêvî dişopînin.

Yanî atmosfera ku niha li Tirkiyeyê tê dîtin, tevî ku hin nerazîbûnên biçûk hene jî, bi giştî memnûniyet heye û ev memnûniyet dê bandorên siyasî jî hebe. DEM Partî dê di çareserkirina pirsgirêkên parlamentoyê de beşdar bibe.

Li aliyê din, bi îhtîmaleke mezin Tifaqa Cumhur dê hinek daxwazên DEM Partiyê ku li ser rojevê ne, bicih bîne.

Wekî gaveke destpêkê, hin kesên di girtîgehan de dê werin berdan. Wisa xuya ye ku pêvajoya ku wekî pêvajoya aştiyê tê binavkirin di rêveçûna xwe ya asayî de ye."

Gotinên Mezlûm Ebdî

Hasan Oktay amaje bi gotinên Mezlûm Ebdî yên dawî jî kir û got:

Di daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya ku di çapemeniyê de cih girt - me jî di Rûdawê de dît - agahiyên gelekî girîng dan. Wî got ku ew 2-3 meh in bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.

Ev girîng e. Mezlûm Ebdî hem hêvî kir û hem jî got ku ew du meh in rasterast an jî nerasterast bi Tirkiyeyê re hevdîtinan dikin.

Wî got, eger rewş guncaw be, ew dixwaze bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re jî hevdîtinan bike.

Wisa xuya ye ku Tirkiye bi Mezlûm Ebdî re li pişt deriyên girtî hevdîtinan didomîne û li Sûriyeyê hin plansaziyên têkildarî paşerojê têne kirin.

Rast e, carinan di çapemeniyê de agahiyên kêm ên derbarê xebatên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack - ku piştre wekî Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê hat tayînkirin û vê pêvajoyê cih digirtin.

Dema em li agahiyên ku ji wir hatine dayîn û li daxuyaniyên Ebdî dinêrin, bi taybetî jî gotina Amerîkayê ku têkoşîna li dijî DAIŞê bi rêjeya ji sedî 90 bi ser ketiye, di rojên pêş me de dê li Sûriyeyê hin tevger çêbibin ku dê hem bersiva hêviyên Amerîkayê û hem jî yên Tirkiyeyê bidin.

Di nav van tevgeran de dê îhtîmala hevdîtina di navbera Ebdî û rayedarên Tirkiyeyê de jî hebe.

"Îro Kurd li Sûriyeyê bi awayekî cidî bûne aliyekî hevsengiyê"

Serokê KAFKASSAMê Hasan Oktay di berdewamiyê jî de got:

“Li Tirkiyeyê pergaleke laîk, demokratîk, pêşketî ku li ser bingeha mafên mirovan û serdestiya qanûnê heye... Di salên borî de, li Sûriyeyê nasnameya Kurdan jî nedihat dayîn lê îro Kurd li Sûriyeyê bi awayekî cidî bûne aliyekî hevsengiyê.

Lli vir li dijî DAIŞê, Kurd ji bo demeke kurt bi Amerîkayê re meşiyan û piştî ku Amerîka di mijara DAIŞê de got 'em gihîştin armanca xwe' Amerîka ku niha siyaseta xwe ya bi Îsraîlê re diguherîne, dê herwisa siyaseta xwe ya bi HSDyê re ku li dijî DAIŞê têkoşinê diguherîne û Amerîka bi lez ber bi modela Tirkiyeyê ve tê.

"Di vê pergalê de Kurd dê hewl bidin ku cihê xwe bibînin"

Hasan Oktay behsa hevkariya Amerîka û Tirkiyê ya li Sûriyeyê jî kir û got:

Tayînkirina Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê wekî nîşan dide ku li herêmê, Amerîka û Tirkiye dê bi hev re pêvajoyê birêve bibin û di vê çarçoveyê de hemû derfet û bingehên ku dikarin di asta herî bilind ji bo Kurdan werin dayîn, di nav sîstemê de cihgirtin û azadiya xwe-îfadekirinê dê bi hêsanî werin dayîn.

Tirkiye berdewam vê yekê dibêje, pergaleke ku li ser bingeha temamiya axa welêt, mafên mirovan û serdestiya qanûnê be. Di vê pergalê de Kurd dê hewl bidin ku cihê xwe bibînin. Bi taybetî, Tirkiye dibêje, 'Hemû neteweyên ku li Sûriyeyê dijîn bila di hikûmeta navendî de cih bigirin.'

imkî berê li Sûriyeyê pergaleke wisa hebû ku kêmayî li ser piraniyê desthilatdarî dikir. Li Libnanê - ez ji bo ku sîstem were fêmkirin dibêjim - her komek, her baweriya olî, her koma etnîkî organeke rêvebiriyê pêk dianî û ji ber ku ev organ nikarin bi hev re bibin yek û dewletê birêve bibin, lewma pergala Lubnanê tê girtin.

Îro dema ku li Sûriyeyê pergaleke nû tê avakirin, ji bo ku careke din venegerin û nebêjin 'me li ku derê şaşî kir' niha modela herî pratîk modela Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de Amerîka û Tirkiye hewl didin ku bi hev re vê pêvajoyê bimeşînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst