Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê di operasyonekê de 29 kes bi tohmeta pêwendiya bi DAIŞê re hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku hinek ji wan kesan propagandaya êrişa Yalovayê kiriye.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, îro li 29 navnîşanên cuda operasyonên hevdem hatin kirin.
Di encama operasyonan de, 28 kes bi tohmeta propagandaya êrişa DAIŞê ya li parêzgeha Yalovayê û kesek jî bi îdîaya ku karên rêxistinê bi rê ve dibirin, bi giştî 29 kes hatin desteserkirin.
Doh 357 kes hatibûn girtin
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê doh ragihandibû ku li 21 parêzgehan operasyon hatine kirin û bi heman tohmetê 357 kes hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse