Îbretek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê?

01-08-2021
Nîşan YNK Kurd Kurdistan
A+ A-

Hîwa Osman

Berî demekê, bûyereke bêhempa di dîroka siyasî ya kurdî de li Silêmaniyê qewimî. Hevserokekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevserokê din dûr xist û berpirsên asayîş û sîxuriyê guherandin. Ligel rêzek guherînên din di nav dezgehên ser bi YNKê de, ku wî bi xwe dû re yek nekir du û mohr kirin.

Bûyer ne sûprîz bûn ji bo ti kesekî ku çavdêriya rewşê dikir ji wê dema ku partiyên kurdî li Herêma Kurdistanê di sala 1991ê de desthilat girtin dest. Di rastiyê de, encameke siruştî ya şikestina partiyên kurdî ye di dezgehvanîkirina vê herêma ku dema 30 salî ye birêve dibin.

Dirûşma dubare ku her partiyek li Kurdistanê bikar tîne, ew e ku xizmetguzariyên baş dabîn dikin, hîzb û hikûmetê cuda dikin, dest di karûbarên hikûmetê de wer nadin, serxwebûna dadgehan, nehîştina gendeliyê, herwiha yekkirina Pêşmerge û asayîş û dezgehên sîxuriyê li jêr fermana hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê di rastiyê de berevajî vê qewimî.

Piştî 30 salan, gendelî li Kurdistanê berbelav e û saman ji aliyê elîta siyasî hatiye kontrolkirin. Pêşmerge hêj dabeş e. Tevî daxwaza xelkê û soza partiyan bo yekkirina hêzên çekdar, îro ne tenê Pêşmerge li jêr fermandeyiya partiyên siyasî ne, lê belê fermandeyên nav partiyan jî hêzên xwe yên taybet hene. Baweriya civakê bi dagehan jî di asta herî nizm de ye.

Xebata kurdan ji bo azadiyê bi dirêjahiya dîrokê wek xebata rûmet, serbilindî û qurbanyiê naskirî ye. Xebatek bû ku rastî ji xelet cuda dikir û çend nifşan gelek çîrokên serfiraziyê ji dema borî ji zarokên xwe re vegêrane. Îro tiştekî dijwar e ku em modela rast a kurdîtiyê nîşanî zarokên xwe bidin.

Di civaka me de, serkirdeyên siyasî dewlemendtirîn û xwedan bêhtirîn destkeft in. Ew xurt in û dest li wan nayê xistin. Piştî wan nûnerên wan di movikên cuda yên jiyanê de tên, di kertên giştî, taybet û sektora asayîşê de.

Zana, xwedan kar, profesyonel û takekesên tehbnenas ku ne sûdmendên pergala alîgirî û xizmhebîniyê ne, gelek caran hevwelatiyên pile duyem û sêyem in. Rizq û mana wan girêdayî wan kesan e ku dest li wan nayê xistin. Herroj li Kurdistanê, tu çend çîrokan dibihîzî derbarê xerabiya ku tu hevwelatiyekî asayî bî û qenciya ku tu endamekî diyar ê partiyekî bî.

Li piraniya damezrandinên kerta giştî ya xizmetguzarî, dilsozî ji bo hîzbê û wan kesên hîzbê ku dest ji bo wan nayê birin, tekane pîvan e ji bo wergirtina postên girîng di dezgehên dewletê de. Di encamê de, ev dezgehên ku hatin erkdarkirin bi debar û geşkirina jiyana xelkê, bi cidî hatin lawazkirin û bêaktîfkirin.

Ne ecêb e ku tu biçî dezgeheke kerta giştî, tendirustî be yan perwerde û her warekî din, tu dibînî ji hêla kesekî kêm ezmûn an nekêrhatî ve tê rêvebirin tenê ji ber dilsoziya wî ji wê partiyê re yan ji wî kesê ku ew daniye re. Wek karmendekî hikûmetê, biçûktirîn xeletiya te ceza bi dû de tê heke tu serbixwe bî, mezintirîn çewtiya te jî tê efûkirin heke tu wek nûnerê partiya xwe di posta xwe de bî. Lîsteke dirêj a nimûneyan heye li ser nebûna kesê kêrhatî li cihê kêrhatî. Ti bazirganiyeke navxweyî nikare hergav serkeftî be eger ne palpişta endamekî bilind ê partiyeke siyasî be, ku şêweyeke bedewkirî ya xûkî û bêşan e. Ti şirketeke navdewletî nikare bi rihetî li ti navçeyekê kar bike bêyî razîkirina berpirsê xwecihî bi rêya dayîna hinek girêbestên xizmetguzarî û asayîş bi xizm û nêzîkên wî.

Nabe partiyên siyasî rikeberiyê li ser desthilatê bikin. Divê siyaset û stratejiya wan hebe ji bo dayîna rênîşanderiyê bi hikûmet û dezgehên din ên Herêma Kurdistanê, derbarê rêvebirina kar û barên rojane yên xelkê û dîtina cihên baştir ji wan re. Ev destnîşankirin ne taybet e ji bo navçeyeke tenê yan partiyeke tenê ya desthilatdar li Kurdistanê. Hemû heman taybetmendiya wan a hevpar heye. Normal e jî heke ajendayên takekesî li ser asta serkirdatiyê hevdij bin.

Bûyereke wek a Silêmaniyê pêşbînîkirî bû. Her wek çawa berevajiya wê jî pêşbînîkirî bû. Tenê têkildarî wê yekê bû kî pêngava yekem davêje. Bi wateyeke din, pêkhateyên ku bûn sedema bûyera Silêmaniyê di partiyên siyasî yên din de jî hene li Kurdistanê. Heta pêşgaviyên siyasî wek wan bin ku em îro dibînin, tenê li ser demê rawestiyaye ji bo ku heman senaryo di nav partiyên din ên Kurdistanê de were dubarekirin, eger şêweya ku heta niha pê kar kirin, neguherin.

*Hîwa Osman, pêşxer û şêwirmendê medyayî ye, şirovekarê karûbarên Kurdistan û Iraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hêmin Ebdullah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?

Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeye Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê