Kurd û siyaset

02-05-2020
Bûbê Eser
A+ A-

Kurd ji roja welatê wan perçe bûye û heta îro her berxwedane da ku azadiya xwe li xwe vegerîne. Loma jî wan dizanîbûn ku ev tenha bi rêya siyasetê dibe.

Ji bona bi destxistina azadiyê, Kurd bûne siyasî, partî û rêxistin damezrandin û bi rêya wan dest bi siyasetê kirin.

Helbet ev baş bû divê weha jî biba. Lê de werin Kurd hingî siyasî fikirîn, hingî siyasî kar û xebat kirin, di nava bîra siyasetê de hema bêjin xwe fetisandin.

Yanî Kurdan êdî karên xwe, derd û êşên xwe, çand û hunera dixwestin bi rêyên siyasî çareser bikin. Ji ber vê jî her roj, her dem xwe di vî warî de bêtir zane dikirin û pirtûkên di vê derbareyê de zêde dixwendin û dinivîsandin.

Ji ber vê jî Kurd tenê bûne siyasî, yên hinekî zane û têgihiştî berê xwe dane siyasetê û ketin nava wê da ku welatê xwe yê kolonî azad û serbixwe bikin.

Di nava vê keft û leftê de hemî Kurdên hinekî serwextî meselê bûn, bûne siyasî, vê xwe bera nava kargeran, gundiyan û xwendevanan jî da. Kesên hinekî zana hemiyan jî ji siyasetê ve dest bi kar kirin.

Ev êdî bû kulturek û xwe di nava Kurdan de bi cih kir. Helbet ji bona welatekî kolonî weke Kurdistanê siyaset divê. Lê hate ji bîr kirin ku xemla welatekî ne tenê ev e.

Siyaset ji bona azadî û serxwebûna welat tê kirin. Lê li gel vê divê tu çanda xwe, folklara xwe, zargotina xwe, dîrok û edebiyata xwe jî baş fêr bibe û wê jî bi kar bîne da ku ew siyaset bê xwê nebe.

Aha me di vir de kêmanî kir û êdî em hingî bûne siyasî, me karên din ji bîr kir. Me dest neavêt qelemê da ku helbestan binivînin, romana biafirînin, serpêhatiyên xwe û gelê xwe binivîsînin.

Bûyerên hatine serê gelê me bi roman, bi şano, bi filmê  sînemayê, di civîn û konferansanda wan ji raya giştî ya cîhanê re binivîsîne û bêjin.

Hingê em bûn siyasî êdî qelema me jî tenê siyasî dinivîsî. Lê bi derengî jî be, em weke Kurd hinekî li xwe varqilîn û bawerim varqilîne jî.

Ji ber ku niha Ciwanan dest bi nivîsandina şano, roman, serpêhat, çîrok û hwd kirin ev bi derengî jî be baş e, xebateke hêja û pîroz e.

Divê em ji bîr nekin ku welatek û xelkê wî welatî bi çanda xwe, bi  xwe, bi gotinên pêşiyên xwe hene. Heger di nava miletekî di vana bê ji bîr kirin, êdî ew milet, ew gel nabe ew.

Heger me weke Kurd heta niha azadiya xwe bi destnexistibe, welatê xwe azad nekiribe û dewleta xwe ranegihandibe, hûn bawer bikin, sedemek jê jî ji ber vê ye.

Heger te dîroka bi destê xwe nenivîsî û nas nekir, heger te çanda xwe negişt nifşê li dû xwe, heger te başî, qencî û kêmaniyên xwe neda yên li dû xwe, ma ew in dê li ser çi asasî mezin bibin?

Ji bona tekoşîneke rast û durust bê dayîn, ji bona tu bikaribe welatê xwe bighêjîne serxwebûna wî, divê tu binivîsîne da ku yên din ji wan dersan derxin û li gor kêmanî û hêjayiyên bav kalên xwe bikaribin tevbigerin.

Ji bona vê jî divê êdî em Kurd li ser vê yekê rawestin. Binivîsînin da ku em bikaribin li dû xwe dîrokek nivîsandî, çand û kultureke tijî zanîn ji bona zarok û neviyên xwe biafirînin da ku ew jî weke me ji çand û dîroka xwe bê par nemînin

Divê siyasetê ji kesên di vî karî de zana, jêhatî û serdestin berdin. Weke din em li xwe li zimanê xwe, li adet û toreyên xwe xwedî derkevin ew jî bi nivîsandinê dibe.

Di rewşa niha de hema bêjin, ji sedê nod û pêncê nivîskarên me, ez jî di nav de, siyasî dinivîsînin. Bi vê jî em çanda xwe baş fêr nabin û li dû xwe pirêzeyek baş nahêlin.

Armanc û daxwaza min ew e ku êdî em hin li xwe vegerin û dest bi nivîsandina, şanoya xwe, romana xwe, helbestên xwe bikin da ku çanda xwe dewlemendtir bikin. Dîroka xwe bi destê xwe binivîsnin da ku nebiyên me jî weke me ji dîroka xwe ya rast bê par nemînin….

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Omer Ehmed / Wêne: Rûdaw Grafîk

2026 sala pisporên bazarê ye

Bazar îsal ne cihê wan kesan e ku hewl didin bi asansorê û bi lez bigihin qata herî bilind a avahiyê