Brîtanya dosta Herêma Kurdistanê ye

05-04-2021
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Kurdistan Kurd
A+ A-

James Cleverly*

Adar meha xweşî û nexweşiyê ye ji bo gelê Kurd. Min berî du hefteyan li Brîtanyayê wek Kurdên hemî cîhanê ahenga serê sala Kurdî bi we re pîroz kir, Newroza we pîroz be! Û di 16ê adarê de ji bo bîranîna 33emîn salvegera bixoftirîn û dilhişktirîn kar li Helebceyê ez xulekekê rawestiyam. Ez serwext im jî ku her di adarê de ji bo cara yekem di sala 1970 de Herêma Kurdistana Iraqê otonomî bi dest xist.

Lê ez ê bi taybetî li ser bûyerên sala 1991ê bisekinim. Ez bi berdewamî bi wê hêza berevaniyê ku Kurdan li dijî Sedam Hisên û hêzên Beisê nîşan dan sersam bûme, lê qet guman tê de tune ku pêwîstiya wê şoreşê bi cangorîkirinê hebû.

Hejmara Kurdên ku bûne qurbanî, yên ku hatin zindankirin û hatin neçarkirin ku ji malên xwe derkevin bi wan baştir bû ku rûbirûyî tundûtîjiyeke hovane ya nediyar bibin, pêwîst e tu caran neyên jibîrkirin.

Brîtaniyan û gelek kesên din li cîhanê bi tirs li kir û karên hêzên Sedam li Herêma Kurdistanê temaşe dikirin. Serokwezîrê wê çaxê yê Brîtanyayê Sir John Major biryar da ku nabe rê were dan ku ev kir û kar û berdewam bibin.

Di roja serê sala nû ya Kurdî di sala 1991ê de, Şaneşîna Yekgirtî bîra wê yekê bir ku rêbertiya civaka navdewletî bike ji bo gihandina bersiveke yekgirtî li hember wê şîdet û tundûtîjiyê.

Bi razîkirina hevbeşên me yên ewropî ji bo ku werin nav xelekê û John Major karî piştgiriya NATOyê bi dest bixe û îdareya George Bushê Duyemîn razî bike li Amerîkayê ji bo ku hevpeymaniyek were çêkirin.

Ev hewldan, bi tevlibûna Fransa, Îran û Tirkiyê û di dawiyê de Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî biryara 688an derxist, berî îro bi 30 salî.

Ev biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bû bingeha destpêkirina Operasyona Penageha Aram/ Operasyona Misogerkirina Aramiyê.

Dostanî û helwest di demên herî pêwîst de derketin holê. Brîtanya, Amerîka, Fransa û her heft endamên din bi şanazî dostaniya Kurdan hilbijartin di wê demê de ku pêwîstiya Kurdan pir bi wê helwestê hebû.

Di 6ê nîsanê de Operasyona Navçeya Aram dest pê dike, gava firokeyên Brîtanya, Amerîka û Fransayê dest bi cîbicîkirina navçeya dijîfirînê li bakurê Iraqê kirin.

Li jêr serkirdatiya Amerîkayê, Brîtanya hêza bejayî şand ji bo piştevaniya Pêşmerge û hêsankarîkirina ji bo gihandina hevkariyên mirovî, ku piraniya hêzan ji marînzên şahane pêk hatibûn ku ew jî ji sê lîwayên komandos pêk hatibûn.

Tenê di dema sê heyvan de, hêzên bejayî kar kirin ji bo nehiştina gefan û dabînkirina navçeyeke aram ji Kurdan re bi merema ku vegerin ser mal û halên xwe û civaka xwe careke din jinûve ava bikin.

Ez dizanim ku bandora van operasyonan heya niha jî li Herêma Kurdistana Iraqê tê hîskirin. Nêzîkî 20 sal e rejîma Sedam hilweşiyaye û we herêmeke hevçax û serketî ava kiriye. Gava ku min di heyva kanûna yekem a borî de serdana Herêma Kurdistanê kir, min ev yek bi çavê xwe dît.

Ez sersam û mendehoş bûm gava ku çavê min bi serkirdên Kurd ket û min dît ku hûn çiqas geşbîn in û omîda we bi gelê we heye li hember astengiyên berdewam. Ev hêvî û xweragirî destkefteke mezin e ji bo avakirina çêtir piştî Kovîd, herwekî peymana Hewlêr û Bexdayê gihîşte encamê, em ê bi we herdu aliyan re berdewam bibin.

Gava ku min di serdana xwe ya yekem de û di hevdîtina xwe ya yekem de ligel serokwezîr rêzdar Mesrûr Barzanî, min tekez kir ku Herêma Kurdistana Iraqê çiqas cihê giringiyê ye ji bo Brîtanya û me pabendbûna xwe bi hewldan û piştgiriya xwe di warên emnî û bergirî de ji wan re dubare tekez kir.

Brîtanya, ji wexta sala 1991ê ve, wek dosteke girîng a Herêma Kurdistana Iraqê maye. Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê ji gelek balyozxaneyên Brîtanya li seranserê cîhanê mezintir e û tîma me kar li ser hemi rehendên jiyana civaka Kurdî dikin. Girêdana bi piştevaniya me xasma ji bo hêza Pêşmerge berdewam dibe.

Vêga çend efserên hêzên Pêşmerge li Akademiya Leşkerî ya Şahane ya Sandhurstê perwerdê dibînin ku amademiya pêşeng a cîhanî ya efseran li Brîtanyayê ye.

Herweha tîmeke me ya herdemî li Hewlêrê heye ji bo dana şêwira teknîkî bo hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo modernkirin û reformkirina hêzên Pêşmerge, ku dibe sedema bi berdewamî parastina ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê di rûbirûbûna wan li hember hin neyar û keleman.

Em tu caran rola pêşmergeyan ji bîr nakin ku li şûna me hemûyan di hêlên herî pêşin ên şer û bergiriyê de bûn li dijî DAIŞê, bi awayekî berdewam hevkar bûn ji bo derêxistina DAIŞê ji nav hemî axa Iraqê.

Ev piştevanî berdewam dibe û, ez pir spasdar im ku min bi çavê xwe dît bê Brîtanya û Herêma Kurdistanê çiqas nêzîkî hev in.

Îro, Pêşmerge nola hevbeşekî me yê girîng dimînin ji bo nehîştina gefên DAIŞê û piştrastbûna ji wê yekê ku êdî terorîst nikarin dîsa vegerin.

Di sererastkirina me ji konevaniya derve re, ku me vê dawiyê pêk anî, me zelal kir ku em ê di warê ewlehî û bergiriyê de pêngavên pir bihêz û çalaktir bavêjin, ku parêzvaniya me hemûyan dike û, zêdekirina şayestên warê eskerî bi rêjeya ji % 2.2 ji dahata niştimanî.

Wek wezîrekî li Wezareta Derve û Geşedana Brîtanyayê, û berpirs ji Rojhilata Navîn, ez piştrast dikim ku ez vê têkilî û dostaniya hevpar û dualî ya nêzîk piştguh naxim.

Brîtanya vêga deyndara Kurdekî ye – Nedîm Zehawî, wezîrê vaksîna vîrûsa korona ku bi esl Kurd e û hevalekî min ê nêzîk e, di pêşengbûna me de li ser asta cîhanê di dabînkirina vaksînê de berdewam dibe.

Îro hûrdemeke girîng e ji bo bibîranîna wê yekê ku çawa Brîtanya û hevalbendên me hev girtin ji bo dabînkirina navçeyeke aram ji Kurdan re ku hêjayî wê navçeyê bûn. Bi qasî girîngiya bîranînê ez girîngiyê didim wê siberoja teyisî ku di navbera me de jî heye.

 

* Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa li Wezareta Derve û Geşedana Brîtanya û Endamê Perlemana Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Hêmin Ebdullah / Wêne: Rûdaw Grafîk

Rihê Kurdistanê ketiye destê Tom Barrack?

Tenê hêviya ku heye ew e ku Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê bibin pirek di navbera Tirkiyeye Amerîka û aktorên din li gel Rojavayê Kurdistanê