Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên Amerîkayê, di nav de wezîrên enerjiyê û derve û çend endamên Kongresê, bi girîngî qala peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi du kompanyayên Amerîkî yên warê enerjiyê re kirine.
Peymana navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê demildest ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve hat redkirin lê rojekê şûnde piştgiriya xurt a Wezareta Derve ya Amerîkayê li pey hat. Gengeşeyên wan her du peymanan li nava Îraq û Herêma Kurdistanê û li derve jî hîn berdewam dikin.
Kêlgeh û yedekên gaz û petrolê
Mîran Enerjî ku kompanyayeke nû ye û bi hevkariya kompanyaya (HKN) a Amerîkî û (Oneks) ku nivîsgeha wê ya sereke li Îmaratê ye, hatiye avakirin û ji bo pêşxistina Kêlgeha Gaza Mîran bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hev kiriye.
Kêlgeha Mîran kêlgeheke gazê ye û tê texmînkirin ku xwediya 8 trîlyon pêyên sêca yên gazê be.
Kompanyaya Western Zagrosê kompanyaya din, girêbesta wê ji bo pêşxistina du kêlgehên Kurdemîr û Topxaneyê heye. Ev her du kêlgehên ku li kêleka hev in, xwediyên 5 trîlyon lingên sêca yên gazê û 900 milyon bermîlên petrolê ne.
Bihayê gaza sirûştî
Yekeya standard a danîna bihayê gazê li bazarên cîhanî, yekeya germiyê ya Brîtanî ye, (British Thermal Unit). Wekî çawa bihayê petrolê bi bermîlan tê danîn, bihayê gazê jî bi (yek milyon yekeya germiyê ya brîtanî) tê danîn.
Gaza sirûştî berevajî bihayên petrolê ji welatekî bo welatekî din û ji herêmekê bo herêmeke din cudahiyeke zêde heye, ew cudahî jî ji bo mekanîzmaya bazarê û binesaziya enerjiyê ya welatan û cudahî û şiyana aborî ya welatên cuda vedigere.
Hevşêweyê Brent û WTI, pîvanên girîng ên gaza sirûştî ev in: (Henry Hub) li bazara Amerîkayê, (TTF) li bazara Ewropayê, (JKM) li bazara Asyayê û (NBP) li bazara Brîtanyayê.
Bihayê komfiroşiya (yek milyon yekeya germiyê ya brîtanî) gaza sirûştî niha li bazarên cuda bi vî awayî ye: Amerîka 3,40 dolar, Ewropa 10,60 dolar, Asya 14,15 dolar û Brîtanya 10,70 dolar.
Bihayê girêbestan
Yek milyon yekeya germiyê ya Brîtanî hevtayê şiyana 1037 lingên sêca yên gazê ye. Li vê gorê jî 8 trîlyon lingên sêca dike 7,7 milyar (milyon yekeya germiyê ya brîtanî). Ango bihayê 8 trîlyon lingên sêca yên gazê li bazarên cuda bi bihayên niha bi vî rengî ye:
Li bazara Amerîkayê 26,18 milyar dolar, li bazara Ewropayê 81,62 milyar dolar. Li bazara Asyayê 109 milyar dolar û li bazara Brîtanyayê 82 milyar dolar. Di beyannameya kompanyaya (HKN) de, bihayê samanê Kêlgeha Mîran di dirêjdemê de bi 40 milyar dolar tê texmînkirin ku li gorî bihayên niha yên gaza sirûştî li bazarên cuda yên cîhanê, texmîneke tewra kêmtir e û bihayê wê girêbeste dikare gelekî zêdetir be.
Derbarê Kêlgehên Kurdemîr û Topxaneyê ku bi hev re xwediyê 5 trîlyon lingên sêca yên gazê û 900 milyon bermîlên petrolê ne, bihayê samanê wê bi vî awayî ye, 5 trîlyon lingên sêca yên gazê, hevta ye li gel 4,8 milyar (milyon yekeya germiyê ya brîtanî) û li wê gorê jî bihayê samanê gazî yên her du kêlgehan li bazarên cuda bi bihayên niha wiha ye: 16.3 milyar dolar li bazara Amerîkayê, li bazara Ewropayê 50,8 milyar dolar, li bazara Asyayê 68 milyar dolar û li bazara Brîtanyayê jî 51,3 milyar dolar.
Nirxa nefta Brentê niha 65 dolar e ku asta herî nizm a 4 salên borî ye. Ligel vê jî eger ji bo hejmartina bihayê 900 milyon bermîlî, nirxa neftê bi 60 dolarî were danîn, bihayê wê dibe 54 milyar dolar.
Eger em bihayê neftê û bihayê gaza kêlgehên Kurdemîr û Topxaneyê bi hev re kom bikin, 16 milyar dolar bihayê gazê û 54 milyar dolar bihayê neftê, bi hev re dibin 70 milyar dolar. Her ji ber wê ye ku di ragihandina kompanya û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bihayê girêbesta Western Zagrosê bi 70 milyar dolarî hatiye texmînkirin.
Nirxên gazê di bazarên cîhanê de ku hatin behskirin, nirxa komfirotinê ye. Ji ber xerciya belavkirinê û xerciya jêrxaneyê, bikarhêner li Amerîka û Ewropayê 4 caran li wê nirxê pereyan ji bo gazê didin. Li wê gorê jî bihayê wê gaza ku di wan her du girêbestan de hatine eger rasterast wek Amerîka û Ewropayê bigihîje destê bikarhêneran, dikare çend caran ji 110 milyar dolaran zêdetir bin.
Bandorên aborî, ji gazê bo karebayê
Di rastiyê de, herçende bihayê wan girêbestan nêzîkî 110 milyar dolar in lê bandorên wan ên aborî dikarin pir zêdetir bin û tewra çend caran bêhtir bin. Em dikarin ji bo vê mebestê berawirdekê li gel kêlgeha gaza Kormorê bikin.
Konsortiyoma Pearl Petroleumê ku zêdetirîn pişka wê vedigere bo du kompanyayên Îmaratê, Dana Gas û Nefta Hîlal, ji sala 2008an ve dest bi pêşxistina kêlgeha gaza Kormorê kiriye, ku yedeka wê bi 7 trilyon pê sêca hatiye texmînkirin.
Pearl Petroleumê nêzîkî 3,5 milyar dolar hilberîn kiriye û heta niha ji bilî gaza kondenseyt û gaza şilkirî, nêzîkî 2 trilyon pê sêca yên gaza xwezayî ji wê kêlgehê berhem aniye. Eger em bi nirxa komfiroşiya gaza Amerîkayê bipîvin, bihayê wê bira gazê ku li Kormorê hatiye berhemanîn dibe 6,5 milyar dolar (bi liberçavgirtina wê yekê ku tevahiya nirxa gaza Henry Hub ji 2008an ve heta niha her nêzîkî 3,4 dolar e).
Lê belê nirx û qîmeta wê mîqdara gazê ji 6,5 milyar dolaran zêdetir e. Li Herêma Kurdistanê ji ber guherîna sotemeniya mazotê ji bo sotemeniya gaza sirûştî li santralên kehrebayê, salane 3,5 milyar dolar xercî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê vegeriyaye.
Li gorî Danagaz û navendên serbixwe, bikaranîna gaza Kormorê li stasyonên kehrebayê heta niha 35 milyar dolar sûd ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûye. Pêşxistina zeviya Kormorê û berhemanîna 2 trîlyon lingên sêca yên gazê heta niha ji ber ku gaz ji bo berhemanîna kehrebayê hatiye bikaranîn, di rastiyê de nirxê wê gelekî bilindtir dibe. Ev ji bilî wê yekê ku 20 hezar kes rasterast û nerasterast bi saya wê kêlgehê kar dîtine û bi dehan kompanya jî bi karê bazirganiyê ve mijûl in.
Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet Kemal Mihemed di dema îmzekirina her du girêbestan de di konferanseke rojnamevanî de li Washingtonê ragihand, "Berhemanîna rojane 1 milyar lingên sêca yên gaza sirûştî dê bibe sedema berhemanîna kehrebaya 24 saetî li Herêma Kurdistanê."
Bi rêya bikaranîna (yek milyon yekeya germiyê ya brîtanî) gaza sirûştî, 293 kîlo wattên elektrîkê tên berhemanîn. Eger projeyeke wekî projeya Rûnakiyê were hejmartin ku kêmtirîn nirxê yek kîlowattê bi 72 dînar (nêzîkî 5 sent) e, nirxê 293 kîlowattan, dibe 15 heta 16 dolaran.
Li wê gorê jî nirxê (yek milyon yekeya germiyê ya Brîtanî) ji gaza sirûştî ku nizmtirîn nirxê wê li bazara Amerîkayê bi 3,4 dolaran e, eger bibe kehreba û bi erzantirîn nirx jî were firotin bihayê wê bilind dibe bo zêdetir ji 15 dolaran, wate 4 caran ji nirxê gazê zêdetir.
Lewra dîsa diyar dibe ku nirxê wê gaza ku di dirêjahiya salên dahatû de tê berhemanîn, eger bibe kareba, di rastiyê de çend caran ji 110 milyar dolarî bêhtir e.
Ji aliyekî din ve, tevahiya yedeka (rezerva) gaza nav her du girêbestan, 13 trîlyon lingên sêca ye. Yanî 13 hezar (milyar lingên sêca). Eger rojane 1 milyar lingên sêca yên gazê ji bo berhemanîna karebaya 24 saetî li Herêma Kurdistanê pêwîst be, ew mîqdara gazê têra 13 hezar rojan an jî 35 salên berhemanîna karebaya 24 saetî dike.
Tewra ger daxwaza li ser karebayê di dahatûyê de li Herêma Kurdistanê zêde jî bibe, ew mîqdara gazê têra 25 salan heta 30 salên berhemanîna elektrîkê dike. Ev hemû bi şertê ku Bexda kêşeyan ji bo pêşxistina sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê çêneke û kompanya jî serkeftî bin di destxistina sermaye û anîna teknolojî û şarezayiya pêwîst di kêlgehan de.
Kelemên jeosiyasî û lojîstîkî
Ji bo pêşxistina zeviyên Mîran, Kurdemîr û Topxaneyê, pêwîst e her du kompanyayên amerîkî di heyama 5 salên dahatû de 6 heta 8 milyar dolar veberhênanê bikin, eger bixwazin nêzîkî 1 milyar lingên sêca di rojekê de gazê berhem bînin. Ew gaza ku berhem tînin jî dikare wekî gaza sirûştî bi rêya boriyê hinardeyî Îraqê û welatên din bê kirin an jî bibe kareba û karebaya wê bê hinardekirin...
Pêwîstiya berhemanîna gazê bi sermaye û veberhênaneke qerase heye, nemaze pêşvebirina kêlgeheke wekî Mîran ku gaza wê bi sedema hebûna rêjeya bilind a kibrîtê, gazeke tirş e.
Eger pêwîstiya berhemanîna seretayî ya gazê li kêlgeheke gaza şîrîn, wekî kêlgeha Kormorê bi 1 milyar dolar sermaye hebe, wê demê ji bo kêlgeheke wekî kêlgeha Mîran qet nebe pêwîstî bi 2 ta 3 milyar dolaran heye. Divê ew her du kompanyayên amerîkî wê sermayeya mezin bi neçarî bi rêya bank û sindoqên veberhênanê peyda bikin.
Bi taybetî eger Îraq li ser dijberîkirina wan peymanan berdewam be, dibe ku bank û navendên darayî ne amade bin wê sermayeyê yan beşekê ji sermayeya wan projeyan dabîn bikin.
Salek berê, di serdana dawî ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Amerîkayê de ku wezîrên petrol û elektrîkê jî pê re bûn, Wezîrê Nefta Îraqê Heyan Ebdulxenî berdewam daxwaz ji kompanyayên Amerîkî dikir ku veberhênanê li kêlgehên gazî yên Îraqê bikin, lê niha ku kompanyayên Amerîkî bi niyet in li kêlgehên gazî yên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin, Wezareta Nefta Îraqê li dijî wan radiweste. Ev siyaseteke durû ye ku Bexdayê bi berdewamî li dijî Herêma Kurdistanê bi cih kiriye.
Her ji sala 2007an ve, Bexda li dijî pêşvebirina sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê ye, heta sala 2023an ku derbeke kujer li sektora nefta Herêma Kurdistanê da û boriya nefta Kurdistan-Ceyhanê girt.
Ev her du rêkeftinên ku bi Mîran Enerjî û Western Zagrosê re hatine îmzekirin, dikarin xwîneke nû têxin nav sektora neft û gazê li Herêma Kurdistanê. Piştî girtina boriya Kurdistanê, bi hezaran endezyar û karmendên kêlgehên petrolê bêkar bûn û hinekan ji wan bi neçarî berê xwe da başûrê Îraqê û vêga li zeviyên başûr kar dikin. Bi dehan kompanyayên xizmetguzariyê yên neftî jî hatine girtin û sektora xizmetguzariyê ya neftî rastî paşketineke pir mezin hatiye.
Hikûmeta Îraqê tenê bi sektora enerjiyê nesekiniye. Berbendên ku di du salên borî de jî li ber karê bazirganî çêkirine, bi rêya danîna derwazeyên navxweyî û lawazkirina gumrikên Herêma Kurdistanê, tê ku karûbarên bazirganî bi temamî li Herêma Kurdistanê rawestîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse