Bilindbûna nirxê zêr ji bazarên cîhanî heta Kurdistanê

10-08-2025
Omer Ehmed
A+ A-

Zêr ne tenê madenek e ku di bazara xeml û pereyan de dan û standin pê re tê kirin her wiha sermayeyek cîhanî ye ji bo parastina nirxê. Ji bo gel, kompanya û bankan sermayeyek çandî û darayî ye û beşek ji teserûf û sermayeya yedek e.

Ji London û New Yorkê heta Hewlêr, Kerkûk, Hesekê, Amed û Mehabadê, zêr heman girîngiyê digire.

Zêr xwedî nirxek gerdûnî ye. Ji bo malbatên asayî, wek bîme û teserûfê ye, dema rewşa aborî ya welatekî neseqamgîr be yan jî nirxê pereyê niştimanî dakeve, xeml û zêrên bûkaniyê û amûrên biçûk ên zêrîn, hêza kirînê ya malbatan diparêzin.

Ji bo bank û bankên navendî, zêr sermayeya yedek a stratejîk e ku baweriyê dide rewşa wan a darayî û alîkariyê dike ji bo piralîkirina sermayeyên wan ji pereyên biyanî.

Kompanya jî zêr wek mertalekî li dijî bilindbûn û daketina nirxê pereyan û enflasyonê bi kar tînin. Ji bo veberhênerên cîhanî jî ji sandûqên serweriyê bigire heta veberhênerên takekesî, zêr penageheke kevneşopî ya aram e, dema ku bazar di rewşeke xirab de bin an jî ji aliyê jeopolîtîk ve nediyarî di bazarê de zêde be.

Van rolan hiştiye ku zêr bi awayekî taybet li hemberî siyaseta pereyî, daxwaza ji aliyê bankên navendî, astengiyên bazirganî û metirsiyên şer hesas be.

Vê hefteyê, nirxê onsek zêr di girêbestên niha de gihîşte 3400 dolarî lê di girêbestên paşerojê de nirxê wê gelek zêdetir bilind bû û nêzîkî 3540 dolarî bû. Tevî ku paşê vekişiya nêzîkî 3460 dolarî, lê dîsa jî ev asteke bilind a dîrokî ye.

Vê hefteyê çi bû sedem ku nirxê zêr di bazarê de bilive?

Du şokên sereke li pişt van bûyeran bûn. Ji sedî 70 ji zêrê fîzîkî yê cîhanê li Swîsreyê tê safîkirin û wek qalib ji wir ji Amerîkayê re tê hinartin.

Tenê par, bi nirxê 9,7 milyar dolaran zêrê fîzîkî ji Swîsreyê ji Amerîkayêrre hatiye hinartin. Lê Koşka Spî bi rêjeya ji sedî 39 tarîfeya gumrikê li ser Swîsreyê ferz kir û gumrika Amerîkayê di destpêkê de got ku zêr jî ji van tarîfeyan ne bêpar e.

Lê hema ku nirxê zêr bi vê rêjeya ecêb bilind bû, birêvebirya Trump got ku agahî şaş in û dê di demek nêzîk de derbarê hinartina zêr de biryareke serokatiyê derbixin.

Ya duyem, daneyên aborî yên xirab ên Amerîkayê û sistbûna bazara kar a wî welatî, hişt ku bazirgan behîsê li ser daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî (Banka Federal) ya Amerîkayê ve bikin.

Daxistina rêjeya faîzê nirxê dolar kêm dike û nirxê kelûpel û madenan bilind dike.

Bank û navendên darayî çi dibêjin?

Piraniya navendên darayî pêşbîniya bilindbûneke zêdetir a nirxê zêr dikin:

  • Citi Bank (Citi) pêşbîniya xwe ya demkurt ji bo 3,500 dolarî ji bo her onsekê bilind kir, ji ber pêşbîniyên ji bo lawazbûna geşepêdana aborî û enflasyonê li Amerîkayê.
  • Goldman Sachs pêşbîniya xwe ya bingehîn ji bo dawiya sala 2025an bo 3,700 dolarî bilind kir (ligel îhtîmala gihîştina nêzîkî 3,880 dolarî di senaryoya paşveçûna aborî de).
  • JPMorgan pêşbînî dike ku zêr heta nîvê sala 2026an asta 4,000 dolarî derbas bike, bi pişta xwe spartina berdewamiya daxwaza bankên navendî û metirsiyên paşveçûna aborî.

Nêrînên zêrîngerên Herêma Kurdistanê

Min bi du bazirganên şareza yên Herêma Kurdistanê re axivî. Seîd Celal, bazirganê zêr li Hewlêrê, dibêje, "Vê carê du endamên Komîteya Bazara Vekirî ya Banka Navendî ya Amerîkayê li dijî hiştina rêjeya faîzê bûn û piştgirî dan kêmkirina wê."

Komîte ji 12 endaman pêk tê û zêdebûna dengên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê, nîşanek e ku dibe ku di meha bê de rêjeya faîzê were daxistin.

Seîd Celal dibêje, "Serokê Amerîkayê Donald Trump parêzgarekî din ji bo banka navendî destnîşan kiriye ku bi siyasetên wî yên ji bo daxistina rêjeya faîzê re hemfikir e."

Donald Trump, Serokê Encûmena Şêwirmendên xwe yên Aboriyê Stephen Miran  li şûna Adriana Kugler ji bo posta parêzgariya Banka Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir. Stephen yek ji wan 12 kesan e ku biryarê li ser rêjeya faîzê dide.

Seîd Celal pêşbînî dike ku dema di civîna bê ya banka navendî de rêjeya faîzê were kêmkirin, nirxê onsek zêr dê bigihîje 3,500 dolarî.

Ew bazirgan balê dikişîne ser xaleke girîng û dibêje, "Berî ku nirxê zêr bigihîje 3500 dolarî, civîna di 15ê vê mehê de di navbera Donald Trump û Vladimir Putin de li Alaskayê girîng e, ji ber ku eger civîn berhemdar be, dibe ku berî ku nirxê zêr bigihîje 3500 dolarî, hinekî paşvekişandinê di nirxê zêr de çêbike."

Yunus Seîd Ehmed, bazirganê navdar ê zêr li bajarê Dihokê, di wê baweriyê de ye ku Banka Navendî ya Amerîkayê heta dawiya îsal sê yan çar caran rêjeya faîzê kêm bike.

Yunus dibêje, "Bazara zêr bertekeke pir baş li hemberî bazara kar a Amerîkayê nîşan da. Aboriya Amerîkayê, li gorî daneyên bazara kar, ber bi cureyekî paşveçûna aborî ve diçe, loma îhtîmaleke mezin heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê îsal çar caran rêjeya faîzê kêm bike. Kêmkirina rêjeya faîzê nirxê dolarê Amerîkî dadixe û nirxê zêr bilind dike."

Ji aliyekî din ve, berdewamiya metirsiyên jeopolîtîk, bi taybetî nêzîkbûna keştiyên cengê yên Amerîkayê li herêmê, metirsiya pevçûnan zêde kiriye, çi êrîşeke nû li ser Îranê be, çi jî têkçûna danûstandinên agirbesta Ukraynayê be. Ev rewş zêdetir bilindbûna nirxê zêr teşwîq dike.

Pêşbîniyên Yunus Seîd Ehmed ji bo paşeroja nirxê zêr balkêş in. Ew dibêje, "Nirxê onsek zêr dê 3,500 û 3,525 dolarî derbas bike, eger Banka Federal a Amerîkayê îsal sê caran rêjeya faîzê kêm bike. Di bazara navxweyî de jî nirxê misqalek zêr dê bigihîje navbera 700,000 û 725,000 dînarên Îraqî."

Zêr dê erzan bibe yan dê bihatir bibe?

Di dawiyê de, em pêşbîniyên ji bo nirxê zêr pêşkêş dikin.

  • Demkurt: Nirxê zêr di nav hefteyek an çend hefteyên pêş de dê bigihîje 3500 dolarî, bi taybetî eger îşaretên ji bo kêmkirina rêjeya faîzê zêdetir bibin.
  • Demnavîn (6 heta 12 mehan): Pêşbîniya Goldman Sachs a ji bo 3,700 dolarî heta dawiya sala 2025an ji ber berdewamiya kirîna zêr ji aliyê bankên navendî ve îhtîmaleke xurt e. Herwiha, daxwaza ji sandûqên veberhênanê dikare pêşbîniya JPMorgan a ji bo 4,000 dolarî heta nîvê sala 2026an pêk bîne.
  • Demdirêj (3-5 sal): Siyaseta piralîkirina yedekên bankan, kêmbûna peydakirina zêrê fîzîkî di bazarê de, û nearamî û neseqamgîriya siyasî ya cîhanî dikare nirxê zêr bo çend hezar dolaran û zêdetirî 5000 dolarî bilind bike.

*Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e