Berû Zimanekî Yekbûyî ve
(13)
Sivikbûna Cînavan
Berî nuha me gotibû ku sivikbûna bêjeyan yek ji hêmanên gorankariya zimanê kurdî yê bingehîn e. Cînav jî beşekî giring e ji beşên zimên. Çawa sivikbûna karan û navan bi mebesta gorankarî û rewanbêjiyê bikar hatine wisan jî sivikbûna cînavan, bi heman mebestê pêk hatiye.
Cînav jî çend beş in. Sivikbûna her beşekî bi şêweyekî pêk hatiye.
1- Cînavê kesîn “ew”:
Ev cînavê kesîn cihê kesê sêyem ê nediyar digire (ez, tu, ew) .
a- Ev cînav di raweya xwerû de bê guherîn, wekî xwe tê xebitandin:
- Ew çû dibistanê
- Min ew dît
b- Di raweya tewangê de ev cînav li herêma Bahdînan û hin navçeyên Hekarê bê guherîn bi nîşandekên tewangê tê tewandin, wek:
- Ewî helbestek xwend
- Ewê name nivîsî
- Ewan sirûd xwend
- Ez ewî, ewê, ewan dinasim
Lê li rojavayê Kurdistanê û bakûrê wê û li gelek herêmên kurmancnişîn vî cînavê kesîn di tewangê de sivik dikin, wek:
- Wî helbestek xwend
- Wê name nivîsî
- Wan sirûd xwend
- Ez wî, wê, wan dinasim
2. 1- Cînavê kesîn ê pevxistî:
a- pevxistina daçekên (ji, bi, li, di) û cînavên kesîn (wî, wê), wek:
Ji: Min ji wî, wê re got .
(min jê re got)
Bi: Ez bi wî, wê re çûm malê
(ez pê re çûm malê)
Li: Te darek li wî, wê xist
(te dar lê xist)
Di: Wan boyax di dîwarê xwe de da
(wan boyax di wî de da)
(wan boyax tê de da)
b- Pevxistina cînavê kesîn (ew) û alava dema paşerojê (ê), wek:
Xêro çû Amedê, paşê ew ê biçe Wanê .
( Xêro çû Amedê, paşê wê biçe Wanê)
Di hin pirtûkên rêzimanî de ev (wê) weku alaveke dema paşerojê amaje pê bûye. Anku, ew jî wekû alavên (ê, dê) bikar tê, wek:
- Xalid ê biçe zanîngehê
- Xalid dê ji zanîngehê vegere
- Xalid wê neçe zanîngehê
Bi dîtina min ev nêrîn ne durist e, ji ber ku em dikarin bibêjin:
- Ez ê herim geştê
- Ez dê herim geştê
Lê qet nayê gotin:
- Ez (wê) herim geştê
Lê rastiya (wê) ev e: (ew ê = …wê = wê)
3. 1- Cînavê kesîn ê pevxistî û pêvebest (likaw):
Ev cînav ji pevxistina hin karan û cînavên (wî, wê) pêk hatiye, wek:
- Zanîngehê xelat da Samî
(zanîngehê xelat da wî)
(zanîngehê xelat dayê)
- Destê xwe nexe kelmozê
(destê xwe nexe wê)
(destê xwe nexê)
2- Cînavên Nîşandan (Ev, Ew):
Ev her dû cînav di raweya xwerû de li hemû herêmên kurmancnişîn bê guherîn tên xebitandin lê di raweya tewangê de li rojavayê Kurdistanê û bakûrê wê sivik bûne û bi vî şêweyî tên xebıtandin:
- Min li vî bajarî xwendiye
- Ava vê kaniyê şêrîn e
- Ez wî mamostayî dinasim
- Wê baranê pelên wan daran şuştin
Lê li herêma Bahdînan û hin navçeyên Hekarê ew cînav bê guherîn tên xebitandin, wek:
- Min li evî bajarî xwendiye
- Ava evê kaniyê şêrîn e
- Ez evî mamostayî dinasim
- Evê baranê pelên ewan daran şuştin
Hw...
3- Cînavên pirsyarî
Gorankariya cînavên pirsyarî ne bi sivikbûna peyvên wan cînavan pêk hatiye. Ew gorankarî bi kurtkirin û pevxistina hin bêjeyên hevokên pirsyarî wek peyva „kîjan“
Nimûne:
1- Ji wan hespan kîjan beza ye ?
[ji hespan (kî + ji + wan) beza ye ?]
[ji hespan (kî + j.. + ..an) beza ye ?]
2- Ji wan mehînan kîjan baş e ?
[ji mehînan (kî + ji + wan) baş e ?]
[ji mehînan (kî + j.. + ..an) baş e ?]
Diyar e ku cînavê (kî) bo her dû zayendan (nêr û mê) tê xebitandin û mînakên her dû zayendan jî mîna hev bi rê ve diçin . Lê di raweya tewangê de cînavê (kî) teşeya (forma) (kê) werdigire:
Raweya xwerû Raweya tewangê
Te kî dît ? kê tu dîtî ?
Kî mêvanê te bû ? tu çûyî mala kê ?
Hevalên te kî ne ? em ê pirsê ji kê bikin ?
Hw…
Cînavê pirsyarî yê pevxistî (kîjan) cînavekî bêhêl (bêlayen) e, li gora mebesta pirsê zayenda wî destnîşan dibe û li wê gorê nîşandeka tewanga xwe werdigire, mînak:
- Ji van hevalan kîjan jîr e ? (bêhêl e)
- Ji van hevalan tu kîjanî dinase ? (nêrza ye)
- Ji van hevalan tu kîjanê dinase ? (mêza ye)
- Ji van hevalan tu kîjanan dinase ? (kojimar)
Amûdê 5.2.2025
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse