Ti garantiyek tinebû eger li şûna Donald Trump, berbijêra Demokratan Hillary Clinton di hilbijartinan de bi ser biketa, peywendiyên Îran û Amerîkayê ber bi arasteyeke baştir çûbû, lê ti guman jî di wê yekê de tine ye ku hatina kesekî weke Trump, xaleke werçerxa vê qada siyasî bû. Komara Îslamî ya Îranê ji roja ewil a çêbûnê ve li gel Amerîka nakok û nateba bûye, lê belê alozî û tevliheviya navbera wan di van çend mehên derbasbûyî de gihiştiye lûtkeyê.
Pirsgirêk di wê yekê de ye ku her çiqas Îran pirsgirêka herî mezin a Amerîkayê nîne, lê berevajî wê Amerîka ji bo Îranê pirsgirêkeke mezin e û heta pirsgirêka herî mezin e jî. Trump ji destpêka destbikarkirinê ve çendîn bereyên şerê nerm bi arasteya vejandina hejmûna Amerîkayê li ser asta cîhanê vekirine û yek ji wan bereyan jî ku hevterîp li gel bereyên din kar ji bo wan dike, lawazkirina Îranê ye.
Lê belê ev mijar ji bo Îranê bi temamî ciyawaz e û bûye şerê manê. Lewma cîhanê jî bi giştî giringî daye vê mijarê, ji ber ku aloziyên navbera Îran û Amerîkayê potansiyel, yan hêza wê yekê dihewîne ku bibe agirekî ber bi zêdebûnê ku hemû herêmê bigre, her ji ber vê yekê bi awayekî kêmwêne şeş welat bi carekê hewla navbeynkariya Îran û Amerîkayê didin.
Navbeykariyên nerîtî weke Umanê jî destvala vegeriyan û piştre bi awayekî endezyarî Serokwezîrê Japonyayê weke navbeynkarê herî dawî ku gelek kes hêviya xwe bi wî ve girêdabû, bo Îranê hat şandin. Tertîbkirina çûna Şînzo Abe yê Japon weke navbeynkarê herî dawî li gor baweriya min wateyeke wî heye. Weke mînaka yekem, ev yekem serdana Serokwezîrekî Japon e di çil salên derbasbûyî de. Duyem, Japonya sêyem aboriya herî mezin a cîhanê ye û piştî Çîn û Hindistanê jî sêyem kiryarê mezin ê petrola Îranê ye. Sêyem û wateya herî giring jî ew e ku "Şînatzo Abe" ku bavê Şînzo Abe ye û dema Wezîrê Derve yê Japonyayê bû, weke navbeynkarê herî dawî ji bo rêgiriya şerê Îran û Iraqê çû Tehranê û dema destvala vegeriya, şer dest pê kir.
Bi liberçavgirtina êrişa berdewam a Îsraîlê bo binke û baregehên Supaya Pasdaran a Îranê li Sûriyê û bêdengiya Îranê, em dikarin bibêjin ku tengava Hurmiz û pêgeha jeopolîtîk a Îranê li Kendavê karta herî bihêz a Îranê ye û Îran jî hemû çalakiyên xwe li Hurmizê sift kirine ji bo rûbirûbûna Amerîka û dorpêçên wê û rêgirtin li tijekirina beşa Îranê di bazarên petrolê de ji aliyê welatên Erebî ve. Herwiha bi liberçavgirtina nehevsengiya hêzan di navbera Îran û Amerîkayê de, mentiq wisa dixwaze ku Îran ber bi kêmkirina aloziyan gavan biavêje, lê tiştê ku di pratîkê de tê dîtin, hewldanên Îranê bi temamî berevajî ye, weke mînak:
1 – Di nav meheke derbasbûyî de êriş kiriye ser çar keştiyên veguhestina petrolê ji Fuceyreya Îmaratê û xeteke boriya veguhestina petrola Erebistana Siûdî ku piştî lêkolînan derket holê ku destê dewletekê li paş bûye û gumana herî mezin li ser Îranê ye.
2 – Hêzeke sêwî bi navê "Ensarullaha Yemenê" ku nûnertiya Husiyên Şîe yên wî welatî dike û heta şiyana wî ya çêkirina misîneke plastîkê jî çêke tine, di van demên dawî de bi firokeya bêpîlot û roket êriş dike ser firokexaneyên Siûdî û ev jî piştî wê yekê tê ku Şêwirmendê Serokê Parlamenterê Îranê bo Karûbarên Kendavê Emîr Ebdullahyan bi zelalî gefa bersiva tund li Siûdiyê dike û kes ji wê yekê jî guman nake ku Ensarullah hêzeke ser bi Îranê ye û Siûdiye jî qet qebûl nake hêzeke Şîe ya weke Hîzbullaha Lubnanê li nêzîkî sînorên wî çêbibe.
3 – Hevdem li gel civîna Şînzo Abe û Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, êriş bi ser du papor – taker tê kirin li deryaya Umanê û dûriya 35 kîlometre ji binkeyeke leşkerî ya Îranê li Kendavê ku li gor gotina Amerîka û Brîtanyayê, piştî ku bombeya deryayî ji aliyê hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran ve bi papora Japonî ve neteqiyaye, bi roket li petrolhilgira Japonî tê dan û belemeyeke bilez a Supaya Pasdaran hewla cudakirina bombeya mugnatîsî ya nexebetî ji keştiya Japonê dide.
Hêjayî amajeyê ye ku yek ji wan du keştiyan, ya Japonyayê bû û petrola welatekî Ereb bo Japonyayê vediguhest û hevdembûna lêdanê li gel civîna Serokwezîrê Japonya û Rêberê Komara Îslamî ya Îranê, dikare bibe peyamekê ji bo Japonyayê ku eger weke berê kirîna petrola Îranê nedomîne, wisa petrola welatekî jî nagihîje wan.
4 – Rayedarên Amerîkayê dibêjin ku saetek berî lêdana du keştiyan li Deryaya Umanê, Îran firokeyeke bêpîlot a Amerîkayê bi mûşeka zemînî bo esman kiriye armanc, lê li firokeyê neketiye.
Gelo şopên Îranê bi qestî di van sabotaj û êrişan de dimînin ku li Kendavê diqewimin?
Li gor baweriya min, Îran bi xwe bi qestî dixwaze şopên xwe di bûyerên metirsîdar ên Kendavê de bihêle. Weke mînak ji bo Îranê gelek hêsan bû înkar bike ku ew xwediyê bombeya deryayî nîne ku li keştiya Japonyayê ketibû, lê bi awayekî eşkere belemeyeke Japonyayê şandiye ku hemû bizanin karê Îranê ye, her çiqas di zimanê dîplomatkaran de ev neyê qebûlkirin jî. Heta rayedarekî Artêşa Amerîkayê ragihandiye ku firokeyeke bêpîlot a Amerîkayê ya ji cureya MQ-9 dîtiye ku belemeyên Îranê nêzîkî petrolhilgirê bûne. Pêngavên bi vê cureyê ji aliyê Îranê ve berê gelek çêbûne, weke mînak dema danûstandinên 5+1 di rojevê de bû, Îranê pêngavên bi vê şêweyê avêtibû ku heta wê demê jî rasterast rûbirûyî Amerîkayê bû. Weke desteberkirina çendîn melevaniyên ser bi hêzên deryayî yên Amerîkayê, guman di wê yekê de tine ku pêngavên bi vî rengî bi mebesta manordan bi hêzên leşkerî yên Îranê ji bo bihêzkirina pêgeha xwe di danûstandinan de were encamdan. Lê divê ev li ber çavê me be ku wê demê du ciyawaziyên herî giring ên rewşê hebûn:
Yekem: Kesek Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Amerîkayê bû bi navê Barack Husein Obama ku weke "Barackê Dirdong" bi nav û deng bû, ku niha cîhan li gel Donald Trump ku ji sedî nod û neh sozên xwe cîbicî kirine û tenê tiştê ku nayê dîtin dirdongî ye.
Duyem: Berê hêzên leşkerî û hêzên dîplomatîk ên Îranê zêdetir hevaheng bûn û dema hêzên leşkerî karekî dikir, hêzên dîplomatîk pîne dikir. Weke mînak; kesên ser bi hêzên deryayî yên Amerîkayê ji aliyê hêzên leşkerî ve dihatin girtin û ji aliyê hêzên dîplomasiyê ve dihatin azadkirin, lê wey li wê roja ku ev hevahengî lawaz bibe, bêguman di wê rewşê de her pêngavek dikare bibe çirûska elektrîkê di depoyeke barûtê de û bi baweriya min rewş niha kêmzêde wisa bûye. Di demên wiha de tê gotin ku dînek kevirekî biavêje bin bîrekê, bi hezar biaqilan dernakeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse