Berû Zimanekî Yekbûyî ve: Tewanga Navên Nêrzayên Yekjimar Bo Çi Paşguh Dibin

22-04-2025
Deham Ebdilfettah
Nîşan Tewang Navên Nêrza Navên Mêza
A+ A-

Berû Zimanekî Yekbûyî Ve

(15)

Tewanga Navên Nêrzayên Yekjimar

Bo Çi Paşguh Dibin

Nav ji hêla tewangê ve sê beş in:

  • 1-Navên nêrzayên yekjimar (mêr, hesp, dîwar). Nîşandeka tewanga van navan “î” ye wek:
    • Ez vî mêrî dinasim
    • Siwarê hespî rêwî ye
  • 2-Navên mêzayên yekjimar, mîna (jin, mehîn, dar). Nîşandeka tewanga van navan jî “ê” ye, wek:
    • Mafê jinê parastî ye
    • Zîna mehînê nû ye
  • 3-Navên kojimara her dû zayendan bi nîşandeka (an)ê tên tewandin wek:
  • Xewndina keçan wek ya kuran pêwîst e
  • Çandina daran diyardeyeke şaristanî ye

    Hemû nav di şêwezarê kurmancî de bi van  her sê nîşandekan dikevin raweya tewangê .

    Navên mêzayên yekjimar û yên komjimar li hemû herêmên kurmancîaxêv tên tewandin, lê navên nêrzayên yekjimar li hinek herêmên wek Behdînan û hin deverên Hekarê tên tewandin, lê li nav pirraniya kurmancîaxêvan paşguh bûye û hatiye jibîrkirin. Anku, li şûna ku bibêjin (ez çûm mala Serbestî) dibêjin (ez çûm mala Serbest).

    Ev tewandin û netewandina navên nêrzayên yekjimar di nav rewşenbîran de bûye cihê gotebj û gengeşeyê!

    Di vê pêvajoyê de pirsek xwe dide pêş:

    Gelo, bo çi navên nêrzayên yekjimar di tewangê de li herêminan nayên tewandin? Anku bi çi sedemê ew tewang paşguh bûye!?

    Hin rewşenbîr dibêjin, tewanga wan navan di bin bandora zimanên biyanî yên desthilat (nemaze yê erebî) de hatiye jibîrkirin.

    Bi dîtina min ev nêrîn ne dirust e ji ber ku herêma Behdînan parçeyek e ji Îraqê bû û zimanê erebî zimanê perwerde û fêrbûna rêberên ayîna Îslamê bû, lê çi bandor li wê raweya tewanga navên nêrzayên yekjimar nekiriye. Ji hêleke dî ve çima ew bandor li tewanga mêza û komjimarê nebûye!?

  • Me berî nuha amaje pê kiriye ku ziman berhemeke civakî ye hişmendiya xwe ji hişmendiya civak û jîngeha xwe ya komelgehî werdigire.

    Ziman bi wê hişmendiyê jî, weku bûnewerekî zindî xwe ji her bargiranî  û tevhevîyê rizgar dike.

    Di raweya tewanga navên nêrzayên yekjimar de jî bargiraniyeke bilêvkirinê û tevheviyeke watedarî peyda dibe, wek:

  • 1-Eger navê bertewang bi tîpeke dengdar (bêdeng) kuta bibe nîşandeka tewangê “î” bi hêsanî digihêje wî navî, wek:
    • Zeviya Hesenî nêzî çemî ye .

    Lê ku navê bertewang bi yekê ji van her dû tîpên dengdêr (o, a) kuta bibe nîşandeka tewangê digihêje wan û hinek giranî dide bilêvkirina wan navên tewandî, wek:

    • Mala Zanayî nêzî mala Memoyî ye .

    Eger navê bertewang bi tîpa dengdêr “î” yê kuta bibe, wek (Manî, Samî, Namî) û nîşandeka tewangê “î” bigihêje wan, hingê bilêvkirina wan navên tewandî girantir dibe û aloziyek denganî (fonîtîk) ji hevdengiya “î” ya resen ya bêjeyê û ya tewangê pêk tê, wek:

    • Dîroka Manîyî balkêş e
    • Ev pirtûka Samîyî ye
    • Em çûn serdana Namîyî

    Giraniya van navên tewandî nayê pejirandin. Loma ev tewang di nav kurmancan de (tev herêmên Behdînan jî) paşguh bûye. Nuha jî bi vî şêweyê sivikbûyî tê xebitandin:

    • Dîroka Manî balkêş e
    • Ev pirtûka Samî ye
    • Em çûn serdana Namî
  • 2-Carnan hindek navên nêrzayên yekjimar ku dikevin raweya tewangê û nîşandeka “î” digihêje wan pirsgirêkek peyda dibe. Ew pirsgirêk jî tevheviya watedarî di navbera “î” ya raspartinê (nisbetê) û “î” ya tewangê de der tê, weku nimûne, ( Hesen, Bedirxan, Celal, Heyder, Qadir û Hw...)
    • a-Di raweya xwerû de ev nav wateyên zelal û bêtevhevî berçav dikin, wek:
      • Saman Bedirxanî ye:

    _ Di vê raweyê de ev hevok ji hêla rêzimanî ve dirust û sergihayî ye:

    Î: Paşgira raspartinê ye .

    Bedirxan: Rasparte ye .

    Saman: Raspartî ye .

    _ Ji hêla watedarî ve jî ew hevok yek wateyê tenê dide şirovekerê xwe . Ew jî ev e: Saman ji binemala Bedirxan e.

    Hemû raweyên dîtir jî li navê (Bedirxan) tên pîvan .  

    • b-Pirsgirêka aloz di mijara me de di wan navên mirovî de diyar dibe. Dema ku ew nav dikevin raweya tewangê dû wateyên cuda bi hev re berçav dikin, nimûne:
      • Hesen:

        Mînak: Ehmedê Hesenî nêçîrvan e .

        • 1-Î: Nîşandeka tewangê ye û Hesenî navê bavê Ehmed e, yan jî yê bapîrê wî ye, bertewang e
        • 2-Î: Paşgira raspartinê ye û Hesenî rasparte ye, Ehmed jî raspartîyê malbata Hesen e yan ji êla (eşîra) Hesenan e. Anku Ehmed Hesenî ye
      • Celal:

        Mînak: Xoşnavê Celalî mamoste ye .

        • 1-Î: Nîşandeka tewangê ye. Celalî navekî bertewang e, bavê Xoşnav e yan bapîrê wî ye .
        • 2-Î: Paşgira raspartinê ye. Celalî raspartîyê Xoşnav e . Anku Xoşnav ji eşîra Celaliyan e(eşîra Celeliyan li rojhelatê Kurdistanê ye)
      • Heyder:

        Mînak: Samanê Heyderî yarîzan e .

        • 1-Î: Nîşandeka tewangê ye. Heyderî bavê Saman e yan bapîrê wî ye bertewang e
        • 2-Î: Paşgira raspartinê ye. Heyderî jî navê eşîrê ye (eşîra Heyderiyan li Bakûr e). Anku Saman Heyderî ye, yan ji peyrewên ziyaretgeha “Baba Heyder” e

    Her wisan jî:

    • Miradê Qadirî
    • Selîmê Huseynî
      • 1-Qadirî: Bavê Mirad (Qadir) e, di raweya tewangê de ye .
      • 2-Qadirî: Peyrewê şex Ebdulqadirê Geylanî û rêbaza wî ye. Anku Mirad Qadirî ye .
    • Huseynî:
  • 1-Navê bavê Selîm e di raweya tewangê de ye .
  • 2-Selîm peyrewê rêbaza Huseyn kurê Elî ye

Ev tevheviya watedarî ya ku di navbera “î” ya tewangê û “î” ya raspartinê de pirraniya navên nêrzayên yekjimar dikevin ber aloziya watedariya wê !

Di encama serencamê de em ê li destpêka xwe vegerin û pirsa xwe dubar bikin: Gelo bo çi tewanga navên nêrzayên yekjimar li pirraniya herêmên kurmancîaxêv tê paşguhkirin !?

Li ber ronahiya vekolîna me ya derbasbûyî ew paşguhkirin bo dû sedeman pêk hatiye:

  • 1-Giraniya bilêvkirina peyvên bertewang ku bi tîpeke dengdêr kuta dibin, nemaze tîpa (î)
  • 2-Tevheviya watedarî ku di navbera raweya tewangê û raspartinê de peyda dibe !

Bo van her dû sedeman tewanga navên nêrza li hin herêman paşguh bûye .

Mebesta me ji tevdana vê mijara aloz ne tenê çespandina rastî û nerastîya paşguhkirina vê tewangê ye . Xwesteka dilê min ew e ku ez li ser van diyardeyên zimanî yên balkêş rawestim, movik û hûrgiliyên wan bişopînim, sivikbûn û guherînên wan bipelînim da ku ez binasim ka bi çi hişmendiyê ev rêzik û rêbazên wird hatine afirandin û pêk hatine !

Me gelek caran amaje bi wê yekê kiriye ku ziman berkêşaneke civakî ye, bûnewerekî zindî ye, hişmendiya xwe ji hişmendiya civaka xwe ya giştî werdigire. Li vê gorê çi gorankarî digihêje civakê ziman jî bi wê hişmendiya xwe li gora jiyan û jîngeha civakê xwe diguhere. Ev gorankariyên sivikbûnê bi hemû cûr û celebên xwe ve ku li zimên diyar dibin ji hişmendiya zimanî bixwe ne, ne ji ya tu kesan yan tu saziyan in. Lê eger na..., ne wisan be, ka kê ziman bi vê pergala wird afirandiye kê ev rêzimana seyr û balkêş dînaye kê ew bo her guherîna civakî amade kiriye ku xwe li wê gorê diguherîne kê ...?

Bi kûrahiya bîr û baweriya xwe ez tekez dikim ku ziman bûnewerekî zindî ye, guhêrbar e, xwe li gora gorankariya jîngeha xwe ji her bargiraniyê dadiweşîne !

 

Amûdê

01/04/2025

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst