(Wêne: Ji aliyê rastê ve: Şehîd Fetah, bavê Şehîd Fetah rehmetiyê Heme Emîn Axa û birayê Şehîd Fetah Şehîd Muhendîs Ebdullah)
Hoşyar Sîweylî
Herdem lîder û serkird, bi ast û şêwazên cuda, bi rolên mezin di warên cuda yên rêveçûna dîrokê de radibin. Lê di warê leşkerî, siyasî û hukmdariyê de, divê serkirdê serkeftî mînaka wan hemî xisletên baş be ku di serkirdên serkeftî de hene, xasma divê gotin û kirina wî wek hev be.
Kesên ji nêzîk ve bi Şehîd Fetah re kar kirine yan nas kirine, piştrast dikin ku ew bi xwe mînaka wan hemî sîfet û xisletan bû ku dixwest li bal bira, heval, Pêşmerge û serkirdên din hebin.
Şehîd Fetah wêrek, xweragir, dilsoz, kurdperwer, destpak, dawpak bû. Belê ew mamosta bû. Dibe ku hin kes bi biryarekê yan xêza qelemekê bibin serok, lê dibe ku nebin lîder û serkirdên jêhatî. Serkirdê baş serokekî baş e. Ne şert e ku her rêveberek serkird be, lê her serkirdekî baş rêveberekî serkeftî ye. Şehîd Fetah jî Pêşmerge, serkird, mamosta û rêveber bû.
Ev serkird û rêberê mezin Şehîd Fetah, di roja 18ê Mijdara sala 1980an de, di şerekî li dijî Artêşa Iraqê de, li devera Hacî Omeranê şehîd bû.
Yek ji kesayetên ku Şehîd Fetah ji nêzîk ve nas kirin, hozanvanê mezin ê gelê me Şêrko Bêkes bû. Şêrko bi vî rengî qala Şehîd Fetah dike:
Peyayekî qerase, spîçolkî, porvekirî, çavgeş û enîpehin û herdem devliken bû. Bişirîna wî wek şewqeke aram çaleke biçûk dixist jêr rûyê wî û serçavê wî şîrîntir dikir. Dişibiya çinareke spî, dişibiya alaveke bejnbilind. Yan dişibiya darhirmêyekê di çaxê gulvedanê de. Yan dişibiya sûlaveke bikef. Wexta ku ez lê hûr dibûm, nola ku ez siwarên dastanan, Siyamendê aşiq û Ferhad bibînim. Ew fena wan bû. Di rawestanê de bi hal milekî xwe xwartir radigirt. Di axaftinê de bi dev û lêvekî şîrîn û gotinên bedew û neqandî bêyî ku peyva wî li peyvê bikeve yan di astekê de asê bimîne, yan hevokekê birûçikîne, dipeyivî û guhdar heyranî xwe dikirin. Bi zîrekî xwe li nav gelek warên fikirî û rewşenbîrî dida û ji nas û hevrêyên herî nêzîk ên helbestên bedew jî bû. Mîna gulên kovî sade bû. Fena kaniyê zelal bû. Nola darberrûyê bihêz bû. “Axatî” ji eslê malbata wî bêhtir ne tiştek bû ew qet pişta xwe pê girê bide. Bi dirêjahiya çend salên hevaltiya me, min hest bi simbêlboqiya wê axatiyê di tevger û rewişta wî ya civakî de nekir. Tenê (Fetah) dinivîsî û hew. Tenê kurdîtî rê, armanc û qiblegeha wî bû.
Di çeperên Şoreşa Îlonê de jî, di nav wê daristanê de, di nav gelek serkirdên siyasî û leşkerî de, ez bê dudilî dibêjim: Çiraya hişê Şehîd Fetah ji yê piraniya wan geştir, moral û kesayeta wî bitîn û germtir û karîna wî ya rêberîkirinê ji ya wan mezintir bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse