Piştî bombebaranên Amerîkayê yên li ser navendên atomî yên Îranê, şerê di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Îsraîlê de gihîşte xaleke werçerxanê ya xofdar ku ne tenê çarenivîsa her du welatan lê aştî û aramiya tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê jî danî ber gefeke rastîn.
Hevrikiya ku ji bo heyama 40 salî li jêr navê "şerê sêber" dihat meşandin, niha dike perdeya li ser rûyê xwe rake û cîhan bi nîgeraniyeke kûr çavdêriyê dike.
Ji bo fêmkirina kûrahiya vê krîzê, divê em ji sê aliyên sereke ve lê binêrin: Reh û koka hevrikiyê, hevsengiya hêza leşkerî û rewşa navxweyî, bandorên herêmî û navneteweyî.
Berî şoreşa Îslamî ya sala 1979an, di serdema Şah de Îran yek ji hevalbendên stratejîk ên Îsraîlê bû li herêmê lê hatina ser desthilatê ya Xumeynî û avakirina Komara Îslamî, ev hevkêşe bi tevahî berevajî kir.
Îdeolojiya nû ya Tehranê, Îsraîl wekî "şeytanê biçûk" û "girêkeke şêrpenceyî" pênase kir ku divê were nehiştin. Ji wê demê ve, dijminatiya di navbera her du welatan de bûye yek ji bingehên neguhêr ên siyaseta wan a derve.
Piştî bombebarankirina navendên atomî jî serokê Amerîkayê bi awayekî eşkere qala siyaseta dijayetiya Îranê ya li hemberî Amerîka û Îsraîlê kir û got: "50 sal in Îran dibêje mirin ji bo Amerîkayê, mirin ji bo Îsraîlê."
Ji bo Îsraîlê, ev dijminatî xwe di du warên sereke de nîşan dide, ku wekî "gefa hebûnê" li wan dinêre.
Bernameya atomî ya Îranê: Tel Evîv di wê baweriyê de bû ku gihîştina Îranê bi çekên navokî (atomî), ne tenê hevsengiya hêzan li herêmê têk dide lê gefeke rasterast e li ser mayîna dewleta Îsraîlê.
Ji ber vê sedemê bi rêya operasyonên veşartî, êrişên elektronîk û fişarên dîplomatîk, hemû hewldan kirine ji bo jiderbxistina vê bernameyê. Heya dawiya dawî bi hevkariya Amerîkayê bernameya wê ya atomî ji derb xist.
Tora komên çekdar (Proksî-Dûvelank): Îranê bi rêya piştgiriya darayî, leşkerî û lojîstîk ji bo komên wekî Hizbulaha Libnanê, Hemasa Filistînê, Hûsiyên Yemenê û milîsên Îraq û Sûriyeyê, "împeratoriyeteke bandorker" li dora Îsraîlê ava kiriye. Vê yekê wisa kiriye ku Îsraîl ji çend aliyan re rûbirûyî gefan bibe û şiyana Îranê ji bo gurzweşandinê bêyî bikaranîna rasterast a axa xwe, zêde bibe.
Armancên Îsraîlê, çi eşkere û çi veşartî, zelal in û ev in: Kêmkirina şiyana leşkerî û atomî ya Îranê, guhertina hevsengiya hêzan li berjewendiya xwe û di rewşa herî baş de, rûxandina rejîma Îslamî ya li Tehranê. Ji bo ya sêyem ku rûxandina desthilata siyasî ye, Îsraîlê heya niha ev yek bi eşkereyî negotiye, tenê wiha dibêje: Rûxandina rejîmê ne armanc lê encam e.
Ji aliyê leşkerî ve hevkêşe aloz e. Îran xwediya yek ji mezintirîn cebilxaneyên mûşekên balîstîk û dûravêj li Rojhilata Navîn e, her wiha artêşeke wê ya mezin û toreke wê ya berfireh a hêzên proksî (dûvelank) heye lê li hemberî vê, Îsraîl ji çend aliyên stratejîk ve serdest e.
Serdestiya teknolojiyê: Artêşa Îsraîlê xwediya pêşkeftîtirîn sîstema parastina asmanî ye li cîhanê (wekî qubeya hesinî, miqla'a Dawid û sîstema xetê), her wiha hêzeke wê ya asmanî ya pir bipêşketî û şiyana wê ya êrişa elektronîk a bihêz heye.
Serdestiya îstixbaratî: MOSSAD û dezgehên îstixbaratê yên din ên Îsraîlê, şiyaneke berçav li ser berhevkirina agahiyan û pêkanîna operasyonên nihênî li nav axa Îranê nîşan dane.
Piştgiriya navneteweyî: Îsraîl hevalbenda stratejîk a Amerîkayê ye û di dema krîzan de dikare pişta xwe bi piştgiriya siyasî, leşkerî û lojîstîk a Washingtonê û welatên Rojavayê girê bide.
Li gorî vê yekê, îhtimala serketina Îsraîlê di pevçûneke leşkerî ya rasterast de zêdetir e lê ev serketin "serketineke biha dibe" ango lêçûnên wê wer mezin û zêde dibin ku dibe ku wê serketinê bi xwe bêwate bikin.
Bersivdana Îranê bi rêya dûvelank û proksiyên xwe dikare Îsraîlê û tevahiya herêmê têxe nav gergerîneke xwînî û Amerîka jî zêdetir bê nav vê cengê.
Yek ji mezintirîn xalên lawaziya Îranê, rewşa wê ya navxweyî ye. Civaka Îranê li jêr barekî derûnî û aborî yê dijwar dijî. Vê yekê jî wer kiriye ku derzeke kûr di navbera desthilat û xelkê de peyda bibe.
Her çend sîstema siyasî ya Îranê bi saya xurtiya saziyên xwe yên ewlehî û leşkerî (wekî Artêşa Pasdaran û Besîc) heya niha kariye hemû tevgerên nerazîtiyê bincilik bike lê ev fişara navxweyî wekî volkaneke razayî ye ku her pevçûneke mezin a derveyî dikare wê tevde.
Di vê hevkêşeya aloz de, Herêma Kurdistanê di yekê ji hestyartirîn cihên jeografîk de cî digire. Nêzîkiya wê ji Îranê û hebûna girêdanên aborî yên xurt li gel wê ji aliyekî ve û hebûna hêzên Amerîkayê û girêdana stratejîk li gel Rojavayê ji aliyekî din ve, wer kiriye ku Herêma Kurdistanê têkeve navbera destarê du hêzên nakok.
Di heman demê de welatên din ên herêmê yên wekî Îraq, Libnan û Yemenê ku meydanên sereke yên hevrikiya Îran û Îsraîlê ne, di rewşeke pir nazik û nearam de ne. Hikûmetên wan ên navendî lawaz in û nikarin bibin piştgireke bandorker ji bo Îranê lê hebûna komên çekdar ên bihêz li van welatan wisa dike ku bibin kerta fişarê û çavkaniya gefê li ser berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê.
Şerê niha li ser keviya gêrbûnê ye. Her çend gurzekî mezin li navendên atomî yên Îranê ketibe jî Îsraîl bi armanca lawazkirina stratejiya Îranê gavan diavêje, li hemberî vê eger şer berfireh bibe Îran hewl dide bi rêya tora dûvelankên xwe gurzan biweşîne û xwe ji pevçûna rasterast biparêze lê her ku diçe bandora vê stratejiyê jî kêmtir dibe.
Ev şer dikare bandoreke kûr û dirêjdem li ser nexşeya siyasî û aborî ya herêmê bike. Çarenivîsa welatên navçeyê nayê zanîn lê ya zelal ew e ku Rojhilata Navîn li ber metirsiyeke mezin e.
Di vê hevkêşeya aloz de, Herêma Kurdistanê wekî karaktereke nedewletî, ji ber cihê xwe yê jeografîk ê stratejîk, rasterast ketiye ser hêla temasa vî agirê xeternak. Herêma Kurdistanê ne xwediya serweriya tevahî ya dewleteke naskirî ye da ku karibe bi rêya yasayên navneteweyî parêzbendiyê ji xwe re peyda bike, ne jî ew qasî ji navenda hevrikiyan dûr e ku çirûska vî şerî lê nekeve. Loma niha ji her dema din zêdetir, girîng e berjewendiyên xwe raçav bike bi jîrî û nermînîşandana dîplomatîk û berî her tiştî jî, yekrêziya navxweyî.
Yekem û girîngtirîn erkê li ser milê serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de, ne tiştek e ji bilî karkirina bilez û cidî ji bo pêkanîna yekrêziyeke rastîn li nav mala Kurdan.
Dîrokê piştrast kiriye ku mezintirîn gefa li ser her qewareyekê, xasma qewareyên nedewletî, di dema krîzên derveyî de, dubendî û nakokiyên navxweyî ne. Dema dijmin û neyarên derveyî hest bikin ku bereyeke navxweyî ya yekgirtî û hevgirtî tune, pir bi hêsanî dikarin bi rêya qelşên siyasî û civakî midaxele bikin, aliyan li dijî hev sor bikin û ajandayên xwe li ser axa Herêma Kurdistanê bi cih bînin.
Yekgirtin ne tenê sloganeke siyasî ye lê berbesteke pola ye ku dikare hêzên derveyî mecbûr bike bi rêzdarî bi Herêma Kurdistanê re tevbigerin. Dema partiyên siyasî, hêzên çekdar û tewra rabêja medyayî û rewşenbîrî ya Kurdî jî yek deng û yek helwest bin li hemberî metirsiyên derveyî, wê demê Herêma Kurdistanê wekî yekeyeke siyasî ya xurt xuya dike ku hesabekî taybet jê re tê kirin.
Di vê rewşê de, nakokiyên nesereke û hevrikiyên hizbî divê li alîyekî bên hiştin û berjewendiya bilind a welêt ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê û silamatiya jiyana welatiyan e, bibe karê herî li pêş.
Her wiha li gel xurtkirina eniya navxweyî, stratejiya duyem a Herêma Kurdistanê divê ew be ku xwe bi awayekî şehrezane ji tevlîbûna rasterast a vî şerî de bigire. Divê Herêma Kurdistanê bi ti awayî rê nede ku axa wê bibe qada çareserkirina nakokiyên di navbera Tehran û Tel Evîvê de, yan jî her hêza din a herêmî û navneteweyî.
Ev erk ne hêsan e, ji ber ku zext ji hemû aliyan ve zêde ne. Aliyên nakok hewl didin ku Herêma Kurdistanê bikin beşek ji hevkêşeyên xwe, çi bi rêya zexta siyasî û aborî be, yan jî bi rêya bikaranîna komên nêzîkî xwe.
Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê hewcedarî dîplomasiyeke gelekî nerm û hevseng e, ji aliyekî ve divê pêwendiyên xwe yên dîrokî û jeografîk li gel Îran û welatên cîran biparêze, ji aliyekî din ve jî pêwendiyên xwe yên stratejîk li gel hevpeymanên rojavayî, li ber çavan bigire.
Siyaseta "hevsengiya erênî" û dûrketina ji alîgiriya eşkere, tekane rê ji bo wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê nebe armanca rasterast a ti aliyî. Her gava şaş an daxuyaniyeke siyasî ya bê bername, dikare wekî hincetekê ji bo êrişkirina ser wê û têkdana wê aramiya ku bûye cihê şanaziya xelkê wê bê bikaranîn.
Ji aliyekî din ve, zîrekiya siyasî tenê bi yekrêzî û bêalîbûnê sînordar nabe, belkî pêwîstî bi çavdêriyeke berdewam a hûr û amadekirina planên pirreng ji bo rûbirûbûna hemû îhtimalan heye.
Divê saziyên pêwendîdar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji dezgehên ewlehî û îstixbaratê bigire heta tîmên birêvebirina qeyranan, bi awayekî berdewam çavdêriya tevgerên serbazî, guherînên siyasî û daxuyaniyên medyayî yên aliyên nakok bikin.
Divê lijneyeke bilind a pispor hebe ku senaryoyên cuda darêje û ji bo her yekê ji wan planeke guncav amade bike. Plan ji bo rewşa asayî û dîplomasî, ji bo rewşa bikaranîna asmanê Herêma Kurdistanê ji bo êrişa mûşekî û balafirên bêbalafirajo, plan ji bo xirabtirîn senaryo ku ew jî pevçûna leşkerî ya berfireh li nêzîkî sînorên Herêma Kurdistanê ye yan hatina pêleke nû ya penaberan.
Amadehî ji bo dabînkirina pêdiviyên seretayî ji bo welatiyan, parastina saziyên stratejîk wekî parzûngehên neft û gazê û hebûna xeteke pêwendiyê ya vekirî li gel Bexda û hêzên navneteweyî, beşek in ji vê planê giştgir. Çaverêkirina rûdanan bê amadehî, şaşiya herî mezin a stratejîk e ku dibe ku qewareyeke wekî Herêma Kurdistanê tûşî bibe.
Herêma Kurdistanê dikare bi zîrekî, yekrêzî û dûrbînî vê qonaxa metirsîdar derbas bike û wekî qewareyeke siyasî ya pêgihiştî û xwedî îrade li meydanê bimîne.
Her wiha dikare ji ber dubendiya navxweyî û hesabên xelet, bibe qurbaniya lîstika mezinan û destkeftiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatine bidestxistin, bikevin ber metirsiya nemanê.
Berpirsiyariyeke dîrokî li ser milê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ye ku li ser asta van gefan bin û bi yekrêzî, welat bi silametî ji vê babelîska mezin derbas bikin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse