Di vê beşa pêncemîn û dawî de, ez ê bi awayekî sereke dabaşa qonaxên mayî yên jiyana helbestvanê me Mela Xelîlê Mişextî bikim. Herwiha bi kurtî berhemên wî li ber çavan raxînim û bi helbesteke bedew ji gulzara Mela Xelîl dawî li vê nivîsê bînim. Bêguman, ev nivîs bi her 5 beşên xwe, tenê wek xistina ronahiyekê li ser jiyan û berhemên seydayê Mişextî ye. Tenê mîna deriyekî biçûk e ku mirov tê de derbasî nav cîhana berfireh a helbestvaniya Mişextî bibe.
Qonaxa koçberiya li Îranê
Mela Xelîlê Mişextî bi hejmareke zêde ya mirov û xizm û endamên malbata xwe û malbatên din ên Kurd re gihîşte welatê Îranê. Pêşî li Kampa (Kanî Spî) bi cih bû, piştre hate veguhastin ji bo Kampa Zêwe û şeş mehan li wir jiya.
Piştre, Mela Xelîlê Mişextî li bajarê Yezdê li navenda Îranê niştecih dibe. Li bajarê Yezdê ku heta niha jî hejmareke zêde ya bawermendên ola Zerdeştî lê dijîn û gelek perestgehên wan lê hene, Mela Xelîl ku êdî kalemêr e wek karker li kargeheke rêstin û çinînê dixebite, lê piştî demekê nexweş dikeve û li gor şîreta doktoran dev ji wî karî berdide.
Ji bo debara jiyana xwe, Xelîlê Mişextî li goristana wî bajarî (Yez) dibe Qur`anxwên û li gor adet û rîtualên misilmanên şîe her mehê xitmeke Qur`anê ji bo yekî ji miriyan dike û li beramber vê karî pereyekî diyarkirî werdigire. Mela Xelîlê Mişextî li vî bajarî tev li Zerdeştiyan dibe, hesta wî ya neteweyî hertim ew ber bi rêzgirtin û hezkirina vê ola kurdewarî ve biribû û ev yek di çend helbesên wî de jî diyar dibe.
Piştî 7 salan, Mela Xelîl ligel hevjîn û her sê kurên xwe Îbrahîm, Bêkes û Newzad ber bi bajarê Tehranê yê paytexta Îranê ve çûn û li wir rûniştin.
Qonaxa vegerê
Piştî serhildana sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê, Mela Xelîlê Mişextî kara xwe û vegerê kir û cotmeha sala 1994an ligel malbata xwe vegeriya Kurdistanê û li komelgeha (kampa) Çireyê akincî bû, piştî 21 salan ji derbiderî û koçberiyê.
Mişextî li wê komelgehê jî jiyaneke pir zehmet û ne xweş derbas kir. Jixwe jiyana zehmet û biêş û jandar ji Mişextiyê hejar û kal re bûbû wek qeder û çarenivîsekê. Lê di temenê nêzî sed salan de jî, Mişextî bi destên lerzok û çavên qels û lawaz li ser nivîsandinê berdewam bû û hejmareke zêde ya helbestên wî nemaze yên rexneyî di vê qonaxê de hatin nivîsandin.
Bi giştî, Mela Xelîlê Mişextî di van salên dawî yên jiyana xwe de gelek azar û nexweşî dîtin. Pîrbûnê zor lê kir û nema karibû ji cihê xwe rabe. Bi ser de jî, di 1999an de kurê wî Îbrahîm ji ber nexweşiyeke giran çû ber dilovaniya Xwedê û vê bûyerê bandoreke mezin li ser wî kir û wî êdî nikarîbû nivîsandinê bidomîne, helbesta xwe ya dawî li ser mirina kurê xwe Îbrahîm nivîsand û êdî qelemên xwe hemû şikandin û xatirê xwe ji pênûs û lênûskan xwest.
Koça dawî
Piştî bêtir ji sed salan ji jiyaneke tije azar û nexweşî û xebateke berdewam, Mela Xelîlê Mişextî çend rojan pişî daleqandina Sedam Hisênê devbixwîn (ku ev yek ji xewnên Mişextî bû ku pêk hat), Mişextî di destpêka meha Çile de, di roja 01.01.2007an de çû ber dilovaniya Xwedê. Mela Xelîlê Mişextî bavê 5 kur û 4 keçan bû.
Berhem
1. Helbestên wî ji 6 defteran û hejmareke berçav ji helbestên ku li ser kaxezên labela hatine nivîsandin pêk hatiye, hîn nehatine çapkirin. Sed heyf û mixabin ku çend cildên dîwana wî berî koçberiyê winda bûn.
2. Ferhenga Merg û Jî: Ji aliyê Dezgeha Aras ve hatiye çapkirin, lê gelek kêmasî tê de hene lewma desteya berhevkar a cildê yekê yê Dîwana Mişextî dê vê ferhengê ligel Ferhenga Şikeftan bi çapeke nû û paqij bide çapkirin.
3. Ferhenga Şikeftan: Ev ferheng di salên 60an de hatiye berhevkirin û Mişextî yek ji ferhengsazên pêşeng e li devera Behdînanê. Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Hejar Mukiryanî (1921 – 1991) ev ferheng ji Eyn Sifnê bi xwe re biribû Bexdayê ji bo çapê lê mixabin ev berhem winda dibe, lê vê dawiyê destnivîsa Ferhenga Şikeftan hate dîtin. Hejar Mukiryanî dibêje: “Gotin Mela Xelîl Suleyman li Şêxana pişt Mûsilê ferhengeke Behdînî nivîsiye û li ser Êzdiyan jî bi erebî kitêb çêkiriye. Ez çûm Şêxan û min Mela Xelîl dît. Şaîrekî pir pîr û pir feqîr bû…”
4. Çarînên Xeyam ji Farsî wergerandiye Kurdî û hatiye çapkirin.
5. Çarînên Faîzê Deştistanî ji Farsî wergerandiye Kurdî, hêj nehatiye çapkirin.
6. Çarînên Baba Tahirê Hemedanî veguhastin ji diyalêkta/zarava Lorî bo zarava Kurmancî.
7. Bihara Dila, ji nav weşanên Dezgeha Spîrêzê li Dihokê hatiye çapkirin.
8. Beis el `Ebes, `Ebes el Beis, helbest, nehatiye çapkirin.
9. Tefsîra Quranê, nehatiye çapkirin.
10. (Fiqhê Mihemedî), werger ji zimanê Farsî, nehatiye çapkirin.
11. El `Ewamil el Menzûme, nehatiye çapkirin (bi zimanê Erebî ye)
12. (Rîsalet el Nîfaq) yan (Çaplusname) nehatiye çapkirin.
13. (Mewlûdname) nehatiye çapkirin.
14. (Mentiq el Teyr) werger ji Farsî, nehatiye çapkirin.
15. Erebname, nehatiye çapkirin.
16. Hinek berhemên din.
Helbesteke Mişextî
Nav Şîrîna Min
Ji ber te şêt û şeyda me
Ciwan û xwînşîrîna min
Mişext û jar û riswa me
Cihê sebr û evîna min
Nemaye sebr û aramim
Binêre şiîr û îlhamim
Erê ka bade û camim
Ku derman kin birîna min
Ne derman e û ne noşdar e
Ne diktor e û ne pisyar e
Dilê jarim birîndar e
Ne Îsa tête hana min
Birîna min qewî kûr e
Me êşek muzmin e û pîr e
Hewara gurgî ye, dûr e
Mixabin bêxudana min
Reş in çend bax û bîstanim
Nema cê geşt û seyranim
Piyase û rav û geryanim
Wilatê nav şirîna min
Hezîn in wargeh û berçel
Nema nesrîn, gul û nafel
Diçeriyêtin li nav da qel
Li nav genc û xezîna min.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse