Di van rojan de, derbarê hilbijartinê de biwêj û gotinên cuda cuda tên gotin. Nûrî Malikî gotiye ku beşdarnebûn tê wateya teslîmbûna ji şeytên re. Hadî Amirî jî ew wekî "şerê man û nemanê" bi nav kiriye.
Qeys Xezelî behsa hebûna "projeyeke metirsîdar li ser Îraqê" kiriye û gotiye divê xelk beşdar bibin, ku ev yek lap berevajî wê daxwaza Muqteda Sedir a ji bo boykotê bû.
Li eniya Sûdanî hewayeke din heye; ew daxwazê ji dengderan dike ku rê bidin wî da ku "karên xwe yên nîvcomayî" sergihayî bike. Di dawiyê de, armanca dirûşman kişandina xelkê ber bi sindoqên dengdanê ve ye, ku dibe ev yek ji astengiyên herî mezin ên hilbijartina vê carê be. Lê ne tenê ev e! Pirsa sereke ew e ku Îraq di rewşa nedilniyayiyeke stratejîk de ber bi hilbijartinê ve diçe.
Di demeke kurt de, herî kêm heyama sala bê dê diyarker be ka gelo rewş dê baştir bibe yan dê ber bi nearamiyeke nû ve biçe. Ev dê bibe ezmûneke girîng ku piştî hilbijartinê, ji ber rewşa navxweyî û paşlerizên pevçûn û aloziyên herêmî, gelo Îraq dê ber bi aloziyeke mezintir ve biçe yan dê bi awayekî parastî ji vê qonaxê derbas bibe.
Gelo ramana "Pêşî Îraq" dê di aloziyan de bi kêr were?
Dibe ku dirûşma "Pêşî Îraq" ku wer dixuye Sûdanî ji Trump deyn kiriye, di hilbijartinê de bi kêr werê, lê zehmet e ku di aloziyên muhtemel ên paşerojê de kar bike.
Ev dirûşm xwedî wê ramanê ye ku Bexda dikare di aloziyên herêmê de pêşî li berjewendiyên xwe bifikire, weke îşaretekê ji bo bêalîbûnê. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, berê gotibû ku di şerê 12-rojî yê Îran û Îsraîlê de, wî 29 caran rê li ber êrîşên dron û mûşekî yên komên çekdar ên Îraqê yên li ser Îsraîlê girtiye, da ku şer pêsîra Bexdayê negire.
Her çend dibe ku serokwezîr di vê mijarê de, weke mijara reftara ligel Ehmed Şeri', ligel komên çekdar û hin serkirdeyên din ên Şîe weke Nûrî Malikî û Qeys Xezelî xwedî nêrînên cuda be jî lê bi egereke mezin dûrhiştina Îraqê ji şerê 12-rojî, ne tenê daxwazeke Îraqî lê berhemeke hevpar a Amerîkî-Îranî bû.
Ji xwe aliyên sereke biryar nedabû ku şer bibin ser axa Îraqê û her du aliyan jî çav berdabû asmanê wê; Îsraîlê ji bo balafiran dixwest û Îranê jî ji bo ceribandina mûşekan.
Lê wer dixuye ku niha di bin sîbera gotûbêjên li ser egerên şer û ne-şer de, girîngiya axa Îraqê di stratejiya aliyên cuda de zêdetir bûye û ev yek jî dê karê serokwezîrê bê dijwartir bike.
Şeş cezayên Konseya Ewlehiya Navneteweyî li ser Îranê vegeriyan û ev yek di wateya xwe ya herî xwerû de -eger bi tundî werin pêkanîn- tê wateya rewşeke aborî ya dijwar, çêbûna keleman ji bo firotina petrolê, bidestxistina dolar û kirîna çekan.
Ji ber hebûna Talîbanê li rojhilat û Azerbaycana hevpeymana Îsraîlê li bakur, Îraqa dewlemend bi petrolê ji bo Tehranê xwedî girîngiyeke pir mezintir bûye.
Lê Îraq jî di bin çavdêriya tund a Amerîkayê de ye; beriya çend rojan Washingtonê kompanyaya Muhendisê û gelek birêvebirên din ên bankeyên Îraqê bi hinceta alîkariya darayî ya ji bo Îranê xistin bin dorpêçê.
Berê jî bi heman hincetê, xizmetguzariyên girêdayî Vîsa Kart û Master Kartê ji aliyê beşek ji bankeyên Îraqê ve sînordar kiribûn. Herwiha behsa wê yekê jî kiribû ku ew dê nehêle Îran bi rêya Îraqê petrolê bi qaçaxî bifiroşe.
Helbet tevî van hemûyan jî Îraq yek ji derfetên dawî yên Îranê ye û wisa xuya nake ku tevî zextên Amerîkayê jî bi hêsanî dev jê berde. Ji bilî girîngiya wê ya aborî di rewşa dorpêçan de, girîngiya Îraqê weke korîdorekê di stratejiya nû ya Îranê de zêde bûye.
Bi giştî, wisa dixuye ku xetên sereke yên siyaseta Îranê piştî şerê 12-rojî, berdewamkirina hevkariya bi Çîn û Rûsyayê re, xurtkirina torên pêwendiyên herêmî, destgirtina bi Îraqê û dîtina çareseriyekê ji bo şerê mûşekî ye.
Rêberê Îranê gotiye ku pirsgirêka wan û Amerîkayê çareserî jê re nîne û yên ku daxwaza diyalogê dikin, bi awayekî nekûr li tiştan dinêrin. Dixuye ku ev yek redkirina gotinên eniya reformîstan û kesên weke Serokkomarê Berê yê Îranê Hesen Rûhanî be ku gotibû kêmkirina aloziyên me bi Amerîkayê re "wacib e".
Hevdem bi vê yekê re, Serokkomarê Îranê, Elî Larîcanî kir sekreterê Konseya Ewlehiya Navneteweyî ku weke yek ji endezyarên nêrîna Îranê ya ber bi Rojhilat ve tê dîtin, weke wê rola wî ya taybet di peymana 25-salî ya Çîn û Îranê de yan jî wê peymana 20-salî ya ku Tehran û Moskowê îmze kiribûn.
Rakirin Elî Ekberî Ehmediyan û danîna Larîcanî li şûna wî, her wiha danîna Elî Şemxanî û Seîdî Celîlî di Encumena Parastinê de, dikarin nîşana wê yekê bin ku Îran di siyaseta navxweyî de li şûna guhdarîkirina li reformîstan, girîngiyê dide baskê ultra-parêzgar ê sîstema xwe, ku dibe Seîdî Celîlî yek ji nûnerên wî be.
Di asta stratejiya leşkerî de jî, tevî ku Îranî behsa berdewamkirina zengînkirina uranyumê û bilindkirina mewdaya mûşekên xwe dikin, dibe ku vê carê bêhtir girîngiyê bidin stratejiyên bejahî û deryayî, çi şer biqewime, çi neqewime.
Elî Şemxanî berê fermandariya hêza deryayî ya Îranê kiriye û Elî Larîcanî jî yek ji fermandarên berê yê Supaya Pasdaran e ku bi xwe li Necefê ji dayik bûye!
Larîcanî piştî wergirtina posta xwe, yekem serdana xwe ya derve ji bo Îraq û Lubnanê kir. Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqirî Qalîbaf ku ew bi xwe jî pasdarekî kevn e, gotiye "Eger em şerê Îsraîlê li Colanê nekin, divê em li Celewlayê şer bikin."
Elî Larîcanî jî di hevpeyvînekê de behsa wê yekê kiriye ku ew komên miqawemeyê 'berxwedanê' ava nakin, lê piştevaniya wan dikin. Di rastiyê de, ev hemû nîşan didin ku girîngiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo stratejiya Îranê di asteke bilind de ye.
Her wekî ku Benjamin Netanyahu jî di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî aşkere gef li serkirdeyên komên çekdar ên Îraqê xwaribû, eger ku ew bi gotina wî "êrîşî Îsraîlê bikin."
Tirsa Îraqê ya ji Sûriyeyê, bihêzbûna eşîran û egera jinûvegurbûna DAIŞê
Wezareta Şer a Amerîkayê di dawiya meha îlona îsal de dest bi cîguherîn û veguhastina hêzên xwe yên li Îraqê kir û ber bi Herêma Kurdistanê vekişiya.
Vê yekê ji aliyekî ve destê Sûdanî li hemberî rabêja komên çekdar xurt kir ku derketina Amerîkayê li ser wî kiribûn merc. Di heman demê de, ev yek dikare destê komên nêzî Îranê vekirîtir bihêle ku ji berê azadtir tevbigerin.
Amerîkayê gotiye ku ew dê "veguhastineke berpirsiyarane" ji Îraqê bike, weke îşaretekê bo vekişîna bi lez û bez a artêşa welatê xwe ji Efxanistanê ku Trump gelek caran rexne lê girtibû.
Ev yek dikare balê bikişîne ser egera ji nû ve rabûneke din a Suneyan li Îraqê, ew jî piştî ku niha desthilateke Îslamî-Sunî li aliyê din ê sînorên Îraqê hewl dide cihê xwe tekûz bike.
Amerîkayê jî veguherîneke mezin kiriye bi wê yekê ku ji şerê dijî terorê, niha li rêyekê digere ku bi wan aliyên ku berê weke terorîst bi nav dikirin re hevkariyê bike.
Li Efxanistanê, dan û standina li ser baregeha esmanî ya "Bagramê" bi Talîbanê re dike û bi Colanî re jî bernameya wê ya rêgirtina li hegemoniya herêmî ya Îranê heye. Vê yekê jî fikarek li cem berpirsên şîe yên Îraqê çêkiriye.
Ji hêleke din ve, êrîşa bi hezaran çekdarên eşîrên koçer ên Sûriyeyê li ser Siweydayê di Tîrmeha îsal de, çiqasî mijareke navxweyî ya Sûriyeyê be, ewqas jî pêwendiya wê bi Îraqê re heye, ji ber ku beşek ji wan xizm û merivên wan li Îraqê hene.
Ev ji bilî wê yekê ye ku ev dikare weke modeleke nû ya rabûna suneyan di siyasetê de were dîtin. Serokkomarê Sûriyeyê vê dawiyê "Ebû Ehmed Zekûr", serkirdeyê berê yê HTŞyê, wekî şêwirmendê xwe ji bo kar û barên eşîran destnîşan kir ku dixuye ev nîşaneke ji bo dezgevanîkirina rola êl û eşîran di siyaseta Sûriyeya nû de ye.
Eşîr di mijarên navxweyî yên weke zextkirina li ser HSD û Durziyan de bi kêrî Şamê hatine lê ev ji bo Îraqê tê çi wateyê, xasma heger rojekê Şam wan di siyaseta derve de jî bi kar bîne?
Ji bilî pirsa êl û eşîran, DAIŞ jî hîn metirsiyeke mezin e ji bo Îraqê. Hîn jî nêzîkî 1500 çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê mane û bi hezaran kes jî di zindanên Sûriyeyê de ne.
Nêzîkî 30,800 kes ji girtî û malbatên DAIŞê di kampên Roj û Holê de di bin desthilata HSDyê de mane, ku 8072 kes ji wan xelkê Îraqê ne.
Ev tevî wê yekê ye ku di dema borî de hejmareke din jî hatine vegerandin. Tirsa Îraqê ji dema niha ya Sûriyeyê kêmtir e, lê ji bo siberojê, hem ji DAIŞê û hem jî ji êl û eşîran nîgeran û bi fikar e, loma jî dest bi danîna dîwaran li ser sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re kiriye û bi kelecan rewşê dişopîne.
Di dema kurt de, çarenûsa HSDyê jî ji bo wê girîng e. Pirsên weke; gelo HSD dê bi navekî din hemû yan beşek ji sînorên Sûriyeyê biparêze (wek wan pêşniyarên ku niha weke çareseriyeke navîn di navbera hilweşandin û hiştina HSDyê de tên gotûbêjkirin), yan dê bi awayekî din tevlî artêşa Sûriyeyê bibe? Gelo dê hêzeke leşkerî ji bo eşîrên koçer were avakirin an na? Ev di rêza wan pirsan de ne ku dibe Îraq jî meraqa bersivên wan bike.
Dûmahîk
Tirs û fikarên ji bandora bûyerên herêmî li ser Îraqê, diyardeya Sûdanî û boykota Sedir di rêza girîngtirîn mijaran de ne ku dikarin arasteyê bidin encamên hilbijartinê ku dixuye ji bo hemû aktorên herêmî û navneteweyî jî cihê balpêdanê ye.
Ji tevahiya 29,450,000 dengderan li Îraqê, tenê 21,404,291 kes xwedî mafê dengdanê ne,lê hejmara kesên ku karta biyometrîk wergirtine derdora 19 milyon kesî ye.
Ango, ji serî ve 10 milyon û 450 hezar kes beşdarî hilbijartinê nabin. Ev ji bilî wê yekê ye ku hêj ne diyar e ka ji wan 19 milyonên mayî dê çi rêje beşdar bibe.
Eger bi awayekî giştî nêzîkî milyonek kes ji ber Sedir beşdar nebin û rêjeya beşdariyê jî tenê li dora ji sedî 50 be - ku dibe ev jî zêde be - wê demê encam dikarin ji sê kesan tenê nûneratiya kesekî bikin.
Ev jî dikare bibe astengiyeke mezin ji bo sîstema siyasî. Xala duyemîn ew e ku komên şîe yên kevneşop dê çawa rûbirûyî Sûdanî bibin ku di destpêkê de weke kesekî ku wan bi xwe anîbû ser kar dihat dîtin û niha weke rikeberekî girîng li hember wan radiweste.
Beşek ji komên Şîe yên kevneşop di sala 2021ê de di rikberiya hilbijartinê ya bi Sedir re ber bi nemanê ve çûn û dixuye ku vê carê jî Sûdanî dê beşeke din ji wan bihelîne. Lê ev nayê wê wateyê ku ew dikare bi hêsanî careke din bibe serokwezîr.
Ne tenê ji bo komên şîe, lê ji bo Kurd û Suneyan li hundir, herwiha ji bo Tirkiye, Îran, Îsraîl, Amerîka, Ewropa û welatên Kendavê jî girîng e ka kî dê bibe serokwezîr.
Wisa dixuye ku hewaya niha di berjewendiya Sûdanî de ye, lê bêguman ew dê rûbirûyî vetoya rikberên xwe yên şîe bibe, her çend ku di asta navneteweyî de xwedî piştgiriyeke zêde be jî.
Ji ber vê yekê, ne dûr e ku danûstandinên tund ji bo posta serokwezîrtiya dahatû werin pêşbînîkirin, eger encameke çaverênekirî ji sindoqan dernekeve.
Helbet, encamên hilbijartinan û dan û standinên piştî hilbijartinê çi dibin bila bibin, nediyariyeke mezintir li paşeroja Îraqê xuya dike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse