Şer an dîplomasî? Dan û standinên Amerîka û Îranê di qonaxa dawî de ne

6 demjimêr berê
Diyar Kurde
Kongreya Amerîkayê / Wêne: Arşîv
Kongreya Amerîkayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Amerîka Îran Şer Dîplomasî
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Gereke din a dan û standinên Amerîka û Îranê li Cenevreyê tê lidarxistin.

Tê pêşbînîkirin ku ev civîn, civîna dawî ya Amerîka û Îranê ya li ser pirsa nukleerî be.

Amerîka dibêje, eger dîplomasî bi ser nekeve, gelek vebijêrkên Washingtonê hene da ku rê li ber Îranê bigire ku bibe xwediyê wê çekê.

Lê li Kongreyê jî li hemberî vebijêrkên li pêşiya Donald Trump û îdareya wî dilgiraniyeke zêde heye.

Kongre daxwazê ji îdareyê dike, eger vebijêrka leşkerî bi kar bîne, divê destpêkê erêkirina Kongreyê wergire û agahiyên hûrgilî pêşkêşî wan bike.

Nêrînên li Kongreyê cuda ne

Li Kongreyê nêrînên li ser vebijêrka leşkerî ya li hemberî Îranê cuda ne lê hemû li ser wê yekê hevfikir in ku nabe rê bi Îranê were dayîn ku bibe xwediyê çeka nukleerî.

Ji bo bidestxistina piştevaniya Kongreyê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê bi hejmarek endamên payebilind ên her du partiyan re li Kongreyê civiya.

Yek ji beşdarên civînê jî Serokê Komariyan ê li Senatoyê Senator John Thune bû.

Serokê Komariyan ê li Senatoya Amerîkayê Senator John Thune ji Rûdawê re got:

"Ez bawer dikim ku îdare xwe ji bo çend senaryoyên cuda amade dike. Ez bawer dikim ku divê vî karî bikin.

Tiştê ku li wê herêmê diqewime, girêdayî rehenda girîng a ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê ye."

"Bêhna şer dihat"

Komarî eger dilgiran bin jî li hemberî vebijêrka leşkerî, di medyayê de kêm li dijî derdikevin lê Demokrat ji wê vebijêrkê dilgiran in.

Piştî civîna girtî ya Koşka Spî ya di navbera Marco Rubio û endamên payebilind ên Kongreyê de, Demokratan got ku bêhna şer ji civînê dihat.

Serokê Kêmarî yê Demokratan li Senatoya Amerîkayê Senator Chuck Schumer li ser mijarê got,

"Ev pirseke cidî ye, divê îdareya Amerîkayê jî belge û ronahiyê bide xelkê Amerîkayê."

Kongreyê daxwaz ji îdareyê kiriye ku bêyî wergirtina erêkirina Kongreyê ti şer li dijî Îranê dest pê neke, ji ber ku biryara şer di desthilata Kongreyê de ye.

Koşka Spî û îdare jî dibêjin, ew vebijêrka dîplomasiyê tercîh dikin lê eger Îran dîplomasiyê red bike, hemû vebijêrkên din ji bo Îranê dê gelekî xerab bin û ew dê di bikaranîna vebijêrka leşkerî de jî dudil nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst