Divê em kengî zêr bikirin û kengî bifiroşin?

29-09-2025
Omer Ehmed
Nîşan Zêr Enflasyon Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Bihayê onseke zêr îro 3 hezar û 800 dolar derbas kir û heta nêzîkî 3 hezar û 814 dolaran jî miamele pê hat kirin.

Ji destpêka vê mehê ve, Banka Navendî ya Amerîkayê dest bi kêmkirina rêjeya faîzê kir û tê payîn ku di du civînên xwe yên bê de di mehên çiriya pêşîn û kanûna pêşîn ên îsal de, careke din rêjeya faîzê kêm bike. Ev sedema sereke ya li pişt bihabûna berbiçav a zêr di vê mehê û meha borî de ye. Onseke zêr du meh berê bi kêmtirî 3 hezar û 280 dolarî dihat firotin.

Bihabûna zêr ew qasî bêrawestan e ku gelek kes hest dikin ku di kirîna zêr de li paş mane.

Di vê nivîsê de em dê behsa wê yekê bikin bê ma zêr di kîjan deman de ber bi bihabûnê ve diçe û kengî ber bi erzanbûnê ve diçe û ew sedemên ku bandorê li ser bihayê niha û yê paşerojê yê zêr dikin çi ne.

Pirsa sereke ev e: Çima divê mirov veberhênanê li zêr bike û kengî divê dest bi veberhênanê bike? Kengî bihayê zêr bilind dibe û kengî dadikeve? Ev pirsên gelek kesan in li Herêma Kurdistanê, Îraq, Tirkiyeyê û welatên din ên cîhanê ku dixwazin bi rêya kirîna zêr qezenc bikin, an jî herî kêm teserufekê bikin ku saman û pereyên xwe biparêzin.

Her çi qasî li Îraq û Herêma Kurdistanê zêr bi fermî bi dînaran tê firotin û rêjeya dan û standina dolar û dînaran bandorê li bihayê zêr yê navxwe dike jî bihayê cîhanî yê zêr bi dolar tê kirîn û firotin. Ji ber vê yekê, bihayê dolar û siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê ku bihayê dolar diguherîne, li ser serê hemû tiştî ye û bandora herî mezin li ser bihayê niha û yê paşerojê yê zêr dike.

Ti cudahiya we bi kesekî re nîne ku li welatekî din dijî, çi Amerîka, Çîn, Tirkiye an welatekî Ewropî be. Dema ku hûn plana kirîna zêr dikin, hûn li vebijêrkên din difikirin. Heke ji we re diyar bibe ku kirîna samanên din ên wekî xanî û pişkên kompanyayan qezenca wan kêm e an jî qet nîne, wê demê hûn li kirîna zêr difikirin.

Li Herêma Kurdistanê, dibe ku yek ji wan bazarên kêm ên ku wekî vebijêrkek ji bo veberhênanê heye, bazara xaniyan be.

Kirîna xanî û avahiyan di van deman de ku biha ji ber derengketina mûçeyan û lawaziya aborî û bazaran daketine, dibe ku vebijêrkeke baş be lê dibe ku piraniya xelkê nikaribe xaniyekî bikire. Ji aliyê din ve, paşeroja bazara xaniyan a Herêma Kurdistanê ne zelal e, ji ber gelek sedeman, bi taybetî nediyariya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, nezelaliya rewşa siyasî ya Îraqê piştî hilbijartinên bê û nearamiya rewşa herêmê.

Li gel vê yekê, li welatên din, vebijêrkên ji bilî zêr ji bo veberhênanê zêdetir in, wekî kirîna senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê, bazara pişkên kompanyayan, kirîna metalên din û heta kirîna pereyên dîjîtal.

Di nav van bazaran de, ji bilî senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê ku hikûmeta Amerîkayê garantî kirine, bazarên din rîsk û metirsiyên bazirganiyê yên mezin di nav xwe de dihewînin. Bazara senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê ku wekî bazara "bond"an tê naskirin, girîngtirîn bazara biîstiqrar  bazara zêr e.

Têgihîştina "Rêjeya Rastî a Faîzê"

Dema ku hûn senedeke 10 salî ya Xezîneya Amerîkayê dikirin, hikûmeta Amerîkayê ne tenê garantî daye ku dê pereyê we vegerîne, di heman demê de li gorî rêjeya faîza li ser wê senedê, salane qezencê jî dide we. Ew garantîkirî ye.

Bazara pişkên kompanyayan, bazareke din a girîng a biîstiqrar e, bi taybetî ji bo veberhênerên biyanî. Kirîna pişkên kompanyayan, bi taybetî kompanyayên Amerîkî yên di warê teknolojiyê de, di nava 5 sal û 10 salên borî de, qezenc gihandiye bi milyonan kesan û bi hezaran kes jî kirine milyarder û milyoner lê belê ti garantiya bazara pişkên kompanyayan nîne, heger bihayê pişka kompaniyeke ku te kirîbe, ji ber her sedemê dakeve, wê demê tu dê zererê bikî.

Kirîna pereyên dîjîtal bi heman awayî, heta qezenca 10 qatî û 100 qatî jî ji bo wan kesên ku di 10 salên borî de veberhênan tê de kirine, misoger kiriye lê belê bazara pereyên dîjîtal metirsiyeke bazirganiyê ya gelekî mezin tê de heye. Ti banka navendî pereyên dîjîtal nas nekirine û ew kesên ku miameleyê pê dikin û dikirin, tenê li ser wê yekê behîsê datînin ku pereyên dîjîtal xwedî paşerojeke baş in û sîstema darayî ya cîhanê ber bi wî alî ve diçe ku pereyên dîjîtal bipejirîne û kar pê bike.

Ev hemû girêdayî wê yekê ne ku hûn heta çi radeyê amade ne di dema veberhênanê de metirsiya bazirganiyê hilgirin ser milên xwe. Ji ber vê yekê ye ku ti bazar wekî bazara senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê bandorê li ser bazara zêr nake.

Faîza li ser seneda darayî ya xezîneya Amerîkayê salane ye û salê du caran ji veberhêner re tê dayîn û ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hatiye garantîkirin û hema bêje ti metirsî li ser sermayeya we nîne.

Faîza wan senedan jî rasterast bandorê ji faîza bankê werdigire ku ji aliyê Banka Navendî (Banka Federal) a Amerîkayê ve tê destnîşankirin. Her guherîna ku di faîza bankê de tê kirin, yekser û bi lez bandorê li ser faîza senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê dike.

Çima divê veberhênerekî biyanî zêr bikire û seneda darayî ya xezîneya Amerîkayê nekire?

Berevajî senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê, zêr bi xwe ti faîzê nade. Tiştê ku kirîna zêr watedar dike, parastina nirx û hêza kirîna wî pereyî ye ku zêr pê tê kirîn, li hemberî enflasyonê.

Kirîna senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê faîza salane dide û heger 10 salî bin, heta 10 salan salane qezenc tê ser lê di vê navberê de tiştekî girîng heye, ew jî enflasyon e. Enflasyon rêjeya bilindbûn an daketina bihayan di nav salekê an mehekê de diyar dike.

Wekî mînak, heke enflasyon sala bê bi rêjeya ji sedî 4 bilind bibe, wateya wê ew e ku sala bê hêza kirîna, wekî nimûne 1000 dolarî, dê bi rêjeya ji sedî 4 kêm bibe, ji ber ku biha dê bi rêjeya ji sedî 4 bilind bibin.

Ev ji bo senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê jî her wisa ye.

Heger faîza li ser senedên darayî ji sedî 4 be lê sala bê enflasyon bi rêjeya ji sedî 4 bilind bibe, wê demê di rastiyê de te ti qezenc ji kirîna senedên darayî nekiriye. Di rewşeke wiha de, dibe ku tu zêr bikirî da ku xwe ji kêmbûna bihayê pereyê xwe biparêzî.

Zêr di dirêjahiya dîrokê de wekî mertalekê li dijî enslasyonê kar kiriye

Xelk û veberhêner dizanin ku sal piştî salê, bi îhtimaleke mezin, biha bilind dibin û enflasyon zêde dibe û ji ber vê yekê jî hêza kirîna pereyên wan kêm dibe. Ji ber vê yekê zêr dikirin da ku hêza pereyên xwe biparêzin. Hêza kirîna dolar, euro û dînaran sal piştî salê kêm dibe, bi piranî ji ber ku hikûmet ji bo dabînkirina xerciyên xwe pereyan çap dikin an jî xerciyên xwe zêde dikin da ku aboriyê geş bikin an jî xwe wekî hikûmetên baş nîşan bidin. Çapkirina pereyan hêsan e lê zêr metalekî sînordar e û salane li gel zêdebûna bikaranîn û teserufkirinê, hilberîna wî zêde nabe. Her ji ber vê yekê jî bihayê wî di demeke dirêj de bilind dibe.

Dema ku di sala 1971ê de şertê hebûna rezerva zêr wekî piştgirî ji bo çapkirina pereyan hat rakirin, heta sala 1980yî enflasyon li Amerîkayê gihişt asteke du-reqemî. Di wê demê de bihayê onseke zêr ji 35 dolaran derket 850 dolarî.

Di dema krîza darayî ya 2008an de ku borsayên cîhanê ji ber hilweşîna sektora xaniyan û sektora bankan têk çûn, bihayê onseke zêr ji 800 dolarê sala 2008an derket 1900 dolarî di sala 2011an de.

Piştî derketina pandemiya koronayê di navbera 2020 û 2022yan de, ji ber çapkirina pereyên zêde ji bo piştgiriya xelk û bazirganan, neflasyon li Amerîkayê gihişt ji sedî 9 ku di nava 40 salên borî de asta herî bilind bû. Wê demê bihayê zêr 2050 dolar derbas kir.

Rêjeya enflasyonê ji ber vê yekê faktoreke girîng e ku faîza rastî ya senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê diyar dike. Faîza rast a senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê wekhev e bi faîza senedên kêm rêjeya enflasyonê. Yanî rêjeya enflasyonê ji faîza senedan tê derxistin. Wekî mînak, heke enflasyon li şûna ku bilind bibe dakeve. Bifikirin ku we heman seneda darayî ya ku faîza wê ya salane ji sedî 4 e, kirîye û enflasyon sala bê dakeve ji sedî 2yan. Wê demê hûn hîn jî ji kirîna seneda darayî ya xezîneya Amerîkayê ji sedî 2 qezenc dikin. Di vê demê de dibe ku kirîna zêr ew qas karekî baş nebûbe. Ji ber ku hilgirtin û teserufkirina zêr bi xwe (berevajî senedên darayî) ti faîzê nade.

Faîza rast a senedên darayî yên xezîneya Amerîkayê bi van hûrgiliyên ku hatin gotin, bi rêjeya ji sedî 40 bandorê li ser bihayê zêr dike lê sedemên din jî hene. Sedema duyem a mezin a ku bandorê li ser bihayê zêr dike, bihayê dolarê Amerîkî ye, ji ber ku li cîhanê zêr bi dolarê Amerîkî tê firotin.

Dema ku bihayê dolar bilind be, bazirgan û welatiyên ku li welatên din bi pereyên xwe yên niştimanî zêr dikirin, zêr bihatir bi dest dixin, ji ber ku bihayê zêr bi pereyên wan ên niştimanî li ser wan giran dibe. Ev jî dibe sedema kêmbûna daxwazê ji bo kirîna zêr û li gorî vê yekê bihayê wê dadixe. Bihayê dolar bi rêjeya ji sedî 25 bandorê li ser bihayê zêr dike.

Sedemên din, pirsgirêkên jeopolîtîk ên li cîhanê ne. Bihayê zêr di dema belavbûna şer û nearamiyê û pirsgirêkên aborî û bazirganiyê yên di navbera welatan de, daxwaza li ser wê bilind dibe. Veberhêner, samanên xwe dikin zêr da ku xwe ji hejandina bazaran û têkçûna rewşa aborî ya welatê xwe û herêmên din biparêzin.

Pirsgirêkên jeopolîtîk bi rêjeya ji sedî 20 bandorê li ser bihayê zêr dikin. Berevajî petrolê, bihayê zêr bi rêjeyeke kêmtir bandorê ji qebareya daxwaz û pêşkêşkirina wî metalê giranbiha werdigire. Diyar e ku salane çi qas zêr tê hilberandin, wate pêşkêşkirina salane ya zêr tiştek nîne ku ew qas guherîn tê de çêbibe.

Salane nêzîkî 4700 ton zêr bi rêya kolana kanan û vezîvirandinê li qebareya zêrê cîhanê zêde dibe. Daxwaza ji bo zêr jî ji aliyê xelk û bankên navendî ve bilind û nizm dibe. Xelk zêr wekî xeml û cewher bi kar tîne û bank jî zêr ji bo cihêrengkirina rezerva xwe ya pereyên biyanî bi kar tînin.

Her çend di çend salên borî de daxwaza ji aliyê bankan ve li ser zêr zêde bûbe jî hîn jî daxwaz û pêşkêşkirina zêr tenê bi rêjeya ji sedî 10 bandorê li ser bihayê zêr dike. Di demeke kurt de, bihayê zêr bandora behîsên bazirganan jî li ser e. Helwesta neasayî ya veberhêner û bazirganên mezin bi rêjeya ji sedî 5 bandoreke demkurt li ser bihayê zêr dike. Dema ku bazirgan behîsê li ser bihayê zêr dikin û ji bo demeke kurt miqdareke berbiçav zêr dikirin û zû difiroşin da ku di demeke kurt de qezenceke mezin bikin, bandorê li ser bihayê zêr dikin û bihayê zêr nearam dikin.

Em kengî zêr bikirin?

Paşeroja bihayê zêr girêdayî sedemên li jor e, ji hemûyan girîngtir arasteya rêjeya faîza bankê û enflasyona li Amerîkayê ye ku bi rêjeya ji sedî 40 bandorê li ser bihayê zêr dike. Ji ber vê yekê, ew demên ku siyaseta diravî ya Amerîkayê ber bi nermbûnê ve diçe û faîza bankê tê kêmkirin, demek guncav e ji bo veberhênana li zêr. Di dema fikar û nezelaliya aborî û siyasî de, bi taybetî ew dema ku bazarên din ên cîhanê û pişkên kompanyayan ber bi daketineke ji nişka ve diçin, demek guncav e ji bo kirîna zêr.

Em kengî zêr bifiroşin?

Ew dema ku hest tê kirin ku faîza bankê li Amerîkayê ji rêjeya enflasyonê zêdetir bilind dibe, ew dema firotina zêr e. An jî ew dema ku bazara zêr ji nişka ve bilind dibe, bêyî ku bingehên bazarê piştgiriyê bidin wê bilindbûnê, ew ew dema ye ku bazar ji aliyê bazirganên mezin ve tê destwerdan, bi mebesta komkirina qezenceke bilez. Di demeke kurt de ew dema firotina zêr e. Di her rewşê de, navendên darayî yên mezin û bank dema ku dest bi firotina zêr dikin, ew dem e ku hest dikin rezerva wan a zêr li gorî pereyên din ên biyanî û samanên din zêdetir e û divê pêkhateya samanên xwe hevseng bikin, di wan deman de dest bi firotina beşek ji zêrên xwe dikin.

Pêşbîniya Bihayê Zêr

Pêşbîniyên ji bo derbaskirina asta 3800 dolarî ji bo bihayê onseke zêr îro bûn rastî. Bilindbûna zêr gelekî berbiçav e û ev ast asteke pîvaneyî û dîrokî ye. Ev bilindbûn, çawa ku sedemên wê li jor hatin gotin, behîskirina li ser daketina zêdetir a faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê û bilindbûna daxwazê ye ji bo kirîna zêr ji aliyê welatiyan û bi taybetî bankên navendî ve.

Heger Banka Navendî ya Amerîkayê zûtir û bi rêjeyeke zêdetir ji asta çaverêkirî, faîza bankê di mehên bê de kêm bike û bihayê zêr astên nêzîkî 3800 dolarî biparêze, dibe ku bihayê onseke zêr bigihîje 3900 dolar û 4000 dolarî. Heta asta 4200î jî di wî senaryoyê de asteke neçaverêkirî nîne.

Lê belê metirsiya daketinê jî heye û divê neyê paşguhkirin, heger daneyên aborî yên Amerîkayê ji çaverêiyan bihêztir û baştir bin û Banka Navendî ya Amerîkayê di kêmkirina zêdetir a faîza bankê de netirse û lez neke, wê demê faîza rastî ya li ser senedên darayî bilind dibe û dolar ber bi bilindbûnê ve diçe. Heger ev senaryo rû bide, îhtimala daketina bihayê zêr heye bo astên 3600 dolarî û heta 3300 dolarî jî.

Niha îhtimal zêdetir ber bi sekinîna bihayê zêr li derdora 3800 dolarî û heta bilindbûneke din ve diçin. Îhtimala daketinê kêmtir e lê wekî metirsiyeke cidî dimîne, heke rewşa giştî ya aboriya Amerîkayê biguhere.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Besam Mistefa / Wêne: Rûdaw Grafîk

Lermontov û cîhana Kurdan

Di esmanê geş ê wêjeya cîhanê de, yek ji van stêrên ku şewqa wê bi qasî jiyana wê kurt, bi qasî berhemên wê kûr e, Mîxaîl Yuryevîç Lermontov e