Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel got ku wrka wî ye ku ew bi dengekî bilind behsa mafê Kurdan bike.
Serokê Giştî yê CHPyê li Stenbolê bû mêvana bernameya GEL ANLAT (Were Vebêje) ya Rûdawê ku Rawîns Stêrk pêşkeş dike û li ser YouTube ya Rûdaw Tirkî tê weşandin.
Ozel li ser gelek mijarên cuda yên wekî pêvajoya guherînê ya CHPyê, çareseriya pirsgirêka Kurdan, stratejiyên hilbijartinên serokkomariyê, nîqaşên destûrê, girtiyên siyasî, siyaseta Sûriyeyê, pêwendiyên bi Rojava û Herêma Kurdistanê re axivî.
Ozel di mijara pirsgirêka Kurdan de pêşniyar kir ku li parlamentoyê maseyek çareseriyê bê danîn, piştgirî da perwerdehiya bi zimanê dayikê û pênaseyek welatîbûna berfireh.
Ozel her wiha diyar kir ku ew li Sûriyeyeke demokratîk û yekgirtî dixwazin û armanc dikin ku têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin.
Serokê Giştî yê CHPyê di heman demê de tekez kir ku dema şer û tundî biqede, têkilî dê bi Rojavayê Kurdistanê asayî bibin.
Rawîn Stêrk: Dixwezim pêşî bi bernameya we ya îro destpê bikim. Hûn niha ji girtîgeha Sîlîvriyê tên û li wir hûn beşdarî mehr birînekê bûn. Demek e we mesaiyeke Silîvriyê he. Hûn ew partî ne ku di hilbijartina dawî de rêjeya herî zêde ya dengan bi dest xistiye. Ew masaî ji bo CHP çi giraniyê dike û tesîrek çawa li motîvasyona cenabê we dike?
Ozgir Ozel: Spas dikim. Ji derbeya 19ê Adarê vir ve her hefte du rojên me li Stenbolê derbas dibin. Rojekê ji wan du rojan em li navçeyekê mitîngên mezin saz dikin û rojekê jî em seredana hevalên xwe yên zindanî dikin û wan dibînin. Bûgra Gokçe neçarî wê yekê bû da daweta xwe ya ku di berê de plan kiribû li girtîgehê bike. Ez jî şahidê mehrêbûm. Helbet me soza xwe bi cih anî û em çûn bûn şahid lê helbet ew tiştekî gelekî bi êş e ku tu roja xwe ya herî bextewar li pişt bendên hesinî derbas bikî.
Helbet ji bo me jî di warê dewamê de zehmet e. Di van du rojan de min dikarî li Enqere ji bo rêvebirina Tirkiye tevî hevalên xwe kar bikira û me xwe ji desthilatê re amade bikire. Yan jî min dikarî bêhna xwe vedim. Li şûna wê her tim em li rêûdurban in, mitîngan li dar dixin û ji me re dibe bar. Ne tenê ji bo min jî ji bo gelek hevalên me yên din jî ew bar ma ye li ser me. Xelkê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û 6 şaredarên me yên din hilbijartin û ew erkdar kirin da xizmeta wan bikin lê ew niha di hundir de ne. Ew jî bi vê sedemê nikarin kar bikin. Helbet divê em wê yekê jî bi bîr bixin ku ew tenê kêşeyeke CHP nîne. Tenê di vê serdemê de nêzîkî deh şaredariyên DEM Partiyê û di demên çûyî de jî dîsa 49 şaredariyên wan qeyûm lê hatibû danîn. Şaredarên wan jî hatin girtin û hinek 6 salan di zindanê de man. Ew bi rastî derbeyek e li ser îrade û biryara gel.
Rûdaw: Baş e. Piştî hilbijartinên serokomariyê ku cenabê we bû serokê CHP, bi navê ‘guherîn’ we helwêstek da destpêkirin. Li gorî rapirsiyan civakê jî piştevaniya vê kir. Ew pêla guherandina Tirkiye di nava CHP bixwe de çi encam anîn? CHP di warê çareserkirina kêşeyên sed sala çûyî de xwedî nexşerêyek çawa ye?
Ozgur Ozel: Me hilbijartineke wisa wenda kir ku em gelekî çaverêbûn da em qezenc bikin lê em têk çûn. Piştî têkçûnê, moralê xelkê jî şikestineke mezin dît. Em ji vê re dibêjin qutbûna hestiyar. Mirov qut bûn, ji siyasetê qut bûn, ji hêviya pêşerojê qut bûn. Em bi tîmeke ciwan, bi dirûşma guherînê ketin rê û pêşî me di partiyê de guherîna rêveberiyê, di nêzîkatiya rêveberiyê de hin guherîn kirin. Paşê jî me ew armanc da ber xwe da em Tirkiyeyê biguherînin û pê re jî di hilbijartinên herêmî yên pêş û dû re jî di hilbijartinên giştî de bi serkevin.
Bi rastî heta niha hemû armancên me cihê xwe girtin. Yanî partî ji aliyê meclîsa partiyê ve ku temenê navînî 42ye û lijneya rêveberiya navendî ve tê birêvebirin ku temenê wê yê navînî jî 44 e.
Di hilbijartinên herêmî de me bi serkeftineke pir mezin tomar kir û piştî 47 salan em bûn partiya yekem. Di hundirê partiyê de di nêzîkatiya rêveberiyê de guherînên pir ciddî hene. Me him mîmariya rêveberiyê ya partiyê guherand û him jî partî ji partiyeke reaksiyonel veguherand partiyeke ku rojevê diyar dike, rojevê diafirîne û ne li pey rojevê reaksiyon dide, lê rojeva xwe di destê xwe de digire. Diyar e vê yekê aciziyek mezin çêkiriye ji ber ku him li serokên şaredariyên me yên hilbijartî, him li namzetê me yê serokkomariyê, hem jî li Serokê me Ekrem ê ku di pêşerojê de, eger gelê me bipejirîne, bibe serokkomar, derbeyek hat kirin û ew avêtin hundir.
Ev guherîna di partiyê de ji raya giştî reaksiyoneke pir erênî distîne. Berê di Partiya Komarî ya Gel de gelek caran dihat gotin, “ew dixwazin me bikişînin kolanan, em ê dernekevin kolanan, em ê nekevin lîstika wan.” Ne ku ez vê yekê bo kesî tawan bikim dibêjim lê bi giştî nêzîkatî wiha bû. Me di kongreya pêşî ya ku em hatin hilbijartin de got, emê ji kolanan netirsin, emê meydanan tijî bikin, piştgirî bistînin û piştgirî bidin. Me got emê bi her cure sazî, sendîka, komele û, partiyên din re li meydanan hev hembêz bikin. Me got emê siyasetê li kolanan bikin. Ev guherîn jî piştgiriyeke mezin dibîne. Bo mînak me di destpêkê de li Stenbolê mitîngek ji bo mamosteyên nehatine tayînkirin lidar xist. Beşdarî kêm bû ji ber ku me nû destpê kir. Li ser vê şiroveyên ku morelê me têk bibin dihatin kirin. Pişt re mitînga bo xanenişînan, ya ji bo karkeran û mitîngên tematîk me kirin. Li Bajarê Rîze ku bajarê Erdogan e me mitîng bo çayê lidarxist.
Rûdaw: Û li Qeyseriyê jî
Ozgur Ozel: Belê. Paşê ku ev derbe çêbû, bi taybetî her hefte li bajarên cuda, mesela carinan li Îzmîrê ku jê re dibêjin keleha CHP’ê, carinan li Wanê ku keleha DEM’ê ye, carinan li Konyayê, li Yozgatê ku kelehên AK Partiyê ne mi mitîng kirin. Heta ez dibêjim divê em siyaseta ‘kelehan’ jî biterikînin.bila kelehên CHP’ê jî ji bo gelê me, ji bo miletê me feda bin. Êdî keleh nîn in. Konyay jî keleha miletê me ye, Wan jî keleha miletê me ye, Îzmîr jî wiha ye. Ya girîng ew e ku hemû demokratên vî welatî bên ba hev.
Rûdaw: Beriya hilbijartinan berbijêrê we hatiye girtin. Ekrem beg di hepsê de ye. Eger hat û Ekrem Îmamoglû nikarî beşdarî hilbijartinê bibe, mijara Mansur Yavaş dê çi bibe. Ji ber ku herkes dizane ku Mansur Yavaş di mijara namzetiya serokomariyê de li benda wextê ye. Em jî dibînin ku di nava civakê de jî ev tê zanîn? Li hemberî vê îhtimalê stratejiya CHP dê çi be?
Ozgur Ozel: Ez naxwazim Serok Mansur wekî yedegê Ekrem beg bê famkirin. Ev jî ne rast e. Yek: namzetî meseleyeke qebûlkirina civakî ye. Kesê berbijêr divê xwe ji vê re hazir hîs bike, û zanibe ka civak jî wî qebûl dike yan na. Fikra min ew e, Eger Ekrem beg nikarî bibe namzed, divê daxwaza raya giştî bi saya rapirsiyan were pîvan û li gorî wê biryar bê dayîn.
Nabe ku em kesekî ku qezenc neke bikin berbijêr. Li şûna wê em divê li encamên rapirsiyan binêrin, ji gel bipirsin û li ser dabeşbûna civakê lêkolînan bikin heta em zanibin ka daxwazên partiyên din çi ne û li gorî wê kesê herî goncav bikin berbijêr.
Divê ew kes jî baş zanibe ku çima ew dibe namzed. Namzedê me dê nikaribe wekî ku tu kêşe tunebin tevbigere. Namzedê me dê bê û li Tirkiye guherînên bingehîn ên pir mezin bike. Ew dê pergala dadweriyê sererast bike, dadweriya serbixwe misoger bike.
Ew dê azadiya rojnamegeriyê ya serbixwe misoger bike, edaleta civakî pêk bîne. Di serî de jî ev pergala ku jê re dibêjin Pergala Serokkomariya Hikumetê, yanî rejîma takekesî ewê ji holê rake û li şûna wê pergala pabendbûna bi parlementoyê xurt bike.
Rûdaw: Nexwe plana we ya ku Tirkiye careke din li sîstema serokwezîriyê vegere berdewam dike?
Ozgur Ozel: Erê, erê. Em wê polîtîkayê diparêzin da ku parlementerîzm bê xurtkirin û gel serokomarê xwe hilbijêre. Wezîr jî ji alî serokomar ve bêne diyarkirin û piştî ku parlamentoyê erê kir ew dest bi kar bikin. Divê ew li hemberî parlamentoyê mesûlbin û hesabdayîn bo wan hebe. Divê li parlementoyê her hefte gotûbêjên devkî û danûstandinên hesabdayînê hebin.
Rûdaw: Di mijara pêvajoya nû ya çareseriya pirsgirêka Kurdan de him we him jî partiya we di destpêkê de eşkere kir ku hûn dê bêyî şert û merc piştgiriyê bikin. Lê di van demên dawî de em dibînin ku beşek ji CHP û bi taybetî jî li ser medyayê ya nêzikî CHP dijberiya pêvajoya nû berz dibe. Ew dê tesîrek çawa li nêzikahiya CHPyê ya bo pêvajoyê bike. Li hêla din CHP heta niha ji bo çareseriyê û pêvajoyê formûleke programatîk pêşkêş nekiriye. Wekî hûn tenê mijarê dixin qadeke teng ku ew jî zemînê gotûbêjê ye!
Ozgur Ozel: Bi rastî hûn mafdar in bo vê pirsê. Lê ez dê ji gotina dawiyê dest pê bikim. Bo mînak, dema ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê hatin ba me, min agahî li ser xebatên ku komîsyona me ya edalet û demokrasiyê dike dan wan. Ew komisyon ji 7 hiqûqnas, 2 zanyarên siyasî û pisporek ragihandinê pêk tê û bi giştî 10 kes in.
Me ev komisyon diyar kir da di bin 8 sernavên sereke de tespîtan bikin. Wan 26 xal derxistin ku hewceyî veguhestineke dadwerî û qanûnî ne. Rêzdar hevserokan gotin ev xebat gelekî girîng û bi qîmet e. Me amadekariyeke pir baş heye. Lê em li zemînekî guncaw digerin da ku ji bo van tiştan guncav be.
Niha ez hinekî vegerim serî. Ev zemin çi ye? Dema hûn dibêjin zemin hun behsa parlemenê dikin. Niha hemû hêz û desthilat di destê AK Partiyê de ye. Dadwerî ne serbixwe ye.
Tu bandora me jî li ser dadweriyê ne pêkan e. Li vir ji bilî zemîna qanûndanînê zemîneke din tune. Zemînê herî gonca û pir reng parlemento ye. Lê dewlet niha bûye partî-dewlet.
Bînin bîra xwe, AK Partiyê di serdema pêvajoya çareseriyê ya çûyî de naverok bi tu kesî re par ve nekir. Hemû aktor dûr xistin. Yên dijber rabûn kirêtî kirin û yên ku aştî dixwestin jî hatin dûrxistin.
Niha em divê neheqiyê nekin. Di serdema berê de CHP ne dijberê proseya çareseriyêbû lê ew prose bi hestên erênî di bîra me cî nagire. Di destpêkê de Serokê me yê wê demê got, “Ez krediyê didim vê pêvajoyê.” lê Erdogan wê şevê got, “Ne tu û ne jî krêdiya te.”
Heke sê meh şûn de ev gotin bigota, me dê bigota te kredî dabû lê paşê tu li pişt nesekinî. Lê piştî gotara serokê me bi heft seatan got, “Hilde krediya xwe li serê xwe bixe.” û li wir li şûna ku hemahengiyeke civakî hebe, bes partiyek hebû û partî-dewletek hebû.
Divê em nûnerên ji hemû partiyan li dora maseyekê kom bikin û herkesî tevlî vî karî bikin. Ez bi eşkereyî bêjim ku maseya ew behsê dikin ne ev mase ye. Yên ku piştgiriyê dikin û yên ne piştgirî nabe ku li heman maseyê rûn in û em bi hev re şer bikin. Mase wisaya çareseriyê wisa nabe. Divê maseya çareseriyê bê danîn.
Rûdaw: Birêz Bahçelî pêşniyaza avakirina komisyoneke 100 kesî dike ku hemû partî tê de hebin. Bi vî awayî mijar bo parlamentoyê tê veguhastin, hûn dê piştgiriyê bidinê?
Ozgur Ozel: Wiha bêjim. Eger hûn bêjin em piştgir ne piştgir hemû partiyan li ser vê masê kom bikin wê kêşe derkeve. Partiyeke ku li dijî çareseriyê be dê çawa li vê maseyê rûne. Yên piştgir dikarin rûnin û yên ne piştgir jî bila li derve rexneyên xwe bînin zimên.
Yanî ne maseya şer, divê maseya çareseriyê bê danan û hemahengiyek li ser tespîtkirina pirsgirêkê û çareserkirina wê hebe û li wir pêşketin çêbin. Carinan wisa tê fêmkirin, mîna ku em dê komîsyonekê ava bikin da ku ew dê her kes lê hebe û şerê hev bikin. Ji vê yekê encam dernakeve. Pêdivî bi vê tune. Divê maseya çareseriyê bê avakirin. Ji bo vê yekê her kes tê vexwendin bo vê maseyê. Lê yên ku dixwazin rê bigirin ne bes yên ku hevkariyê bikin û armanca wan çareseriyek mayînde be li hev kombin. Yên din bila rexne bikin, li derve siyaseta xwe bikin.
Rûdaw: Dema hûn dibêjin mase, ji bo komîsyonê ye?
Ozgur Ozel: Belê, wê dibêjim. Maseya ku em dibêjin komîsyon e. Ji xwe ev fikra mebû. Fikra avakirina komisyonê ya me ye. Bi salan e em vê dibêjin. Komîsyona ku em dibêjin, bang li hemû partiyên siyasî tê kirin ku armanca wan çareserî be. Wê demê ew hemû partî têne temsîlkirin û hejmara nûneran jî ewqasî ne zêde be ku birêz Bahçelî dibêje. Ji ber ku di komîsyoneke 100 kesî de hûn nikarin rojevê bi hêsanî bişopînin. Ew dibe meclîs. Ne meclîsek, komîsyoneke ku zû kar bike hewcey ye. Ji ber vê yekê hejmar zêde ye lê fikreke di cih de ye. Yanî em bi ji hêla rêbazê ve bi pêşniyaza Birêz Bahçelî re ne, lê ji hêla hejmarê ve em cûda difikirin. Bi min sed kes zêde ye. Ew hejmar dê bike ku erka komisyonê jidest biçe.
Rûdaw: CHP bingeha hemû gotora xwe li ser wê yekê datîne ku ew hêza damezrînêr ya Tirkiyeyê ye. Başe di wê demê de ku sedsala duyem bo komarê dest pê kiriye, gelo stresek li ser CHPyê heye ku ev rol bikeve destê AK Partiyê? Li hêla din tirseke zêde ya ‘Tirkên spî’ heye ku wekhevî di nava wan û Kurdan de derkeve. Ew tirs gelo dê bandorê li helwêsta CHPyê bike di rêya pêvajoya nû de, gumana we heye ku ew rola ‘damezrînêriyê’ derbasî AK Partiyê bibe?
Ozgur Ozel: Binêrin me di destpêkê de helwesteke pir zelal nîşan da. Birêz Bahçelî tiştek got. Ez jî rabûm min got, “Birêz Bahçelî ez hinek mezintir dikim. Ez ji Kurdan re soza dewletê didim. Hinek rabûn ew gotina min çepûrast kir wekî ku min gotibe bo Kurdan dewleteke cûda lazim e.
Lê belê ez bi awayekî pir zelal dibêjim, “Ez ji we re soz didim ku hûn bibin xwediyê Dewleta Komara Tirkiyeyê, çawa ez vê dewletê wekî ya xwe hîs dikim, divê herkes wisa hîs bike. Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Elewî, Sune, herkes wekhev be û Tirkiye dewelta herkesî be. Eger îro Kurd xwe ‘newekhev’ dihîsin va ye pirsgirêka kurd tam jî ev e.
Meseleya jidstdana rola damezrînêr em wisa nabînin. Ti streseke CHPyê ya bi vî rengî nîne. Berovajî vê, AK Partî bere xwe ber bi partiyeke cudaxwaz ve dibe. Eger îro hûn li Tirkekî spî bigerin, hûn dê di nava AK Partiyê de bibînin. Hûn dê nikaribin di nava kadroyên CHPyê de, di nêzîkatiya wê de, di gotina wê de kesekî spî bibînin.
Îro Tirkên spî AK Partî ne. Îro AK Partiyî xwe wekî xwediyê dewletê dibînin. Ev derdor bi temamî niha di AK Partiyê de ye. Dibe ku hin kes li ser televizyonan hin tiştan li ser navê me bibêjin.Ew ne gotinên me û ne jî helwêsta me ye. Bi salan e ku gelek gotin li ser pişta me bûne bar. Em ne bi wan gotinên re ne ku dijberiya çareseriyê dikin. CHPji zû ve ye, bi taybetî di serdema me de ev nêzîkahî hilweşandiye û di nav gotineke wekhevîxwaz û dadperwer de ye.
Rûdaw: Haziriyên destûreke nû hene. Serokkomar grûbek ji bo vê erkdar kiriye. CHP dê piştgiriya destûreke nû bike gelo. Eger hat û di destûrê de pênasekirina hemwelatîbûnê bi awayekî notr ku herkesî li xwe bigire bê diyarkirin helwesta we dê çi be? Li hêla din ji ber ku programa partiya we behsa demokrasiyeke pêşveçûyî dike, di mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî de helwesta we dê çi be hûn dê piştgiriyê bikin.
Ozgur Ozel: Binêrin Pervin Xanim û Ahmet Turk şahid in, Xwedê rehma xwe lê bike dema ku hatin ba me min ji Sirri Sureyya Onder pirsa destûreke nû kir û min got bêguman hewcedariya Tirkiyeyê bi makezagoneke sivîl, azadîxwaz û hembêzkar heye. Tevî ku wî got tu haziriyek bo destûreke nû tuneye jî.
Lê ez dê çawa bi wan kesan re ji bo destûreke nû li hev rûnim ku bixwe her roj destûrê bin pê dike. Binêrin em nikarin cigêrê radestî pisîkê bikin. Dema ez ji Tayyip Erdogan re bibêjim “were em bi hev re makezagoneke nu çêkin” an jî ew ji min re bibêje û ez nêzîkatiyeke erênî nîşan bidim, em dê piştgiriyeke mezin ya 17 milyon kesên ku deng dane min ji dest bidim.
Di pirsgirêka Kurdî de berî ku em bigihêjin makezagonê, bi makezagona heyî gelek gavên demokratîk ên ku dikarin bên avêtin hene. Qanûnên ku dikarin bêne derxistin hene, heta xala daxwazkirina sepandina rast a qanûnên heyî heye. Bi şandeya DEM Partiyê re em rûnişt in û axivîn dema ku hatin seredana me. Tiştê bê kirin, dê di zemîna qanûnî de bê kirin, bazariya makezagonê tuneye.
Ji bo ku em bi Tayyip Erdogan re makezagoneke nû çêkin, divê Tayyip Erdogan li gorî makezagona heyî tevbigeriya. Tayyîp Erdogan tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan jî 8 sal in Osman Kavala di zindanê de radigire.
Tenê ji ber ku gotiye “Emê te nekin serok” Selahattin Demirtaş tevî biryara Dadgeha Destûrî bi salan e di zindanê de tê ragirtin. Parlementer Can Atalay nikare derkeve û were parlamentoyê. Niha dibêje “werin em makezagonê çêkin.” Min got ji bo vê got, “Ez bi wî re menemenê jî çênikim.”
Lê dîsa jî helbet pêdiviya me bi destûreke nû heye û piştî hilbijartinan em dê bi wan kesan re destûrekê çêkin ku deng dabin AK Partiyê jî. Yan jî beriya wê Tayyîp Erdogan dê li rêya xwe ya cîbicikar vegere, hemû berpirsiyariyên xwe yên li hemberî destûrê bi cih bîne.
Jixwe eger pabendiya wê hebe bi destûra heyî jî gelek gav dikarin bêne avêtin. Wê demê em dê bibînin ku girtiyên siyasî derketine, biryarên DMMEyê hatine bicihkirin, biryarên Dadgeha destûrî hatine bicihkirin.
Divê biryarên Dadgeha Destûr dane bêyî ku li dora wan bigerin bêne bicihkirin. Ew dê baweriyeke civakî jî peyda bike. Wê demê ez dê jî vegerim ji wan 17 milyon kesan bipirsim ku deng dane min û bêjim ka hûn razî ne yan na. Dema ku wan jî razîbûna xwe anîn zimên bi her kesî re makezagon tê axaftin. Lê di atmosfera îro û şertên îro de axaftina makezagonê tê wê wateyê ku tu cigêrê radestî pisîkê bikî.
Rûdaw: Di wê îhtimalê de ku biryara hilbijartineke pêşwext bê dayîn û eger hat û CHP bû desthilat, hûn dê vê proseya çareseriyê ji ku ve berdewam bikin. Bi taybetî dixwazim carek din pirsyar bikim di mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî de dê helwesta CHP biguhire gelo?
Ez bi xwe wekî Serokê CHPyê him di majara axaftina zimanê zikmakî de him li ser wan niqaşên ku li zemîna paralenteriyê bi rê ve biçin û him jî li ser mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê ti caran nebûme dijber. Ew meseleyeke din e. Li parlamentoyê dibe ku her tişt bê axaftin û nîqaş li ser her mijarekê bêne kirin.
Lê meseleya perwerdeyê meseleyeke hessas e. Ji ber ku hin derdor dikarin wê mijarê zû bigihînin qonaxekê ku nakokî jê derekevin. Ne rast e ku ew tişt bibin sedema pevçûn û şer. Ya rast hev hembêzkirin e. Ya rast ew e ku zimanê tu kesî neyê qedexekirin, neyê biçûkxistin. Her çand bi zimanê xwe ve dibe. Her kes dikare çand û kultura xwe bi zimanê xwe bi pêş ve bibe û heta karibe bê zanistê bike. Tu wateyeke qedexekirin û krîmînalîzekirina tu zimanekî nîne.
Lê ji aliyê din ve tiştekî wiha jî heye, li aliyekî teror, pirsgirêka terorê û nêzîkatiya wê rêxistina terorê ya li ser ziman divê li ber çavan bê girtin. Dema ku şer hebe û şehîd hebin û xwîn birije tu nikarî behsa mafê perwerdeyê bikî û ew rêxistin jî behsa wê dike.
Binêrin îro 6 milyon welatiyên me yên Ereb hene û kêşeyên wan yên zimên jî hene. Zimanê herkesî pê bi qîmet e. Lê ji ber dijberiya penaberan mijara wan a zimên jî ji holê rabû û hat krîmînalîzekirin.
Ji ber vê divê pêşî teror bi dawî bê, xwîn nerije, şehîd neyê da ku di xalên daxwazên Kurdan de em karibin bigihîjin cihekî baş. Dema rê û rêbaz wisa be wê demê li Tirkiye pirsgirêka Kurdî û perwerdeya bi zimanê dayîkê jî namîne.
Rûdaw: Hûn dibêjin wê demê dê tu kêşe nemînin.
Ozgur Ozel: Belê, pirsgirêkeke wiha namîne.
Rûdaw: Piştî ku PKK xwe fesih kir eşkere dibe ku Tirkiye di mijara çareseriyê de hin guherînên bingehîn danîne pêşiya xwe. Dema em ji asta ku Devlet Bahçelî ew babet daye destpêkirin dinêrin, nîşaneyên guherînên mezin xuya dibin. Gelo hûn dê li bendê bimînin da helwesta xwe li gorî ya AK Partiyê diyar bikin an hûn jî dê formûlekê pêşniyaz bikin. Pirsa din, bi ya we çi geşedanên navçeyê û yên navxweyî kir ku Tirkiye di mijara pirsa kurd de were vê qonaxê?
Ozgur Ozel: Bêguman bandorên herêmî hene lê bi eşkereyî nêrîna xwe bibêjim, Erdogan û Bahçelî di hilbijartinên dawî de tenê ji bo ku di hilbijartinan de bi awayekî giran êriş kir çima ku Kurd dengê xwe didin namzetê serokomariyê yê CHPyê.
Êrişên giran birin ser DEM Partiyê. Bi tundî êriş birin ser siyasetmedarên Kurd, hunermendên Kurd, rewşenbîr û ciwanên Kurd. Ew avêtin zindanan. Pirs di cî de ye bê ka çi bû ku ji nişkê ve hatin vê qonaxê.
Di meseleya destûrê de de ku Erdogan aniye rojevê, guman heye ku hin daxwazên wî yên şexsî hene. Ya duyem helbet geşedanên li navçeyê bûn sedem ku rewş heta vir were. Meseleya Sûriye heye. Sedem ew in ku PKK bê şert çek danîn. Bilî tiştek nîn e.
Rûdaw: Biryara xwe hilweşandina rêxistinê wa çawa nirxand?
Ozgur Ozel: Ez bi dilxweşî dinirxînim helbet. Xwe hilweşandin biryareke pir di cih de ye. Danîna çekan rast e. Ji ber ku ji niha û pê ve wê siyasetmedar û gelê Kurd di warê daxwazên xwe de bêhtir bi hêz bibin. Di vir de gelekî girîng e ku zûtirîn dem li parlemenê zemîn hebe da ku gavên demokratîk ên pêwîst bêne avêtin.
Rûdaw: Eger mafê hêviyê û efûya giştî were rojevê hû dê çi bikin?
Ozgur Ozel: Di rojeva min de ev mijar nînin. Kê ev gotina ‘Mafê Hêviyê’ anîbe rojevê divê ji wî bê pirsîn. Mijara efûya giştî jî divê bi hesesiyet were gotûbêjkirin. Helbet divê girtiyên siyasî azad bibin û helwesta min di vir de zelal e. Dewlet dikare di wan tawanên ku li hemberî xwe hatine kirin efûyekê bîne. Lê divê ew tawanên ku li hemberî civakê hatine kirin û ew kesên ku dilê xelkê sotine li ber çavan bên girtin. Bo mînak kujêrên jinan, ewên ku destdirêjî li zarokan kirine hunê çawa bêjin efûya giştî.
Hûn dê ji malbatên mexdûran re çi bibêjin? Efûya giştî tê ew tişt e ku zindan bi temamî vala bibin. Baş e em çi bêjina malbata Ahmet Mînguzî ku bê guneh bi kêran hate kuştin. Em dê çi bêjin diya wî. Emê çi ji malbata Rabî Nazê re bêjin.
Nabe ku em ji wan malbatan re bêjin de baş e efûya giştî hat û me ew hemû berdan. Nabe ku hemû tawanbar bi vî awayî bêne azadkirin. Ji ber van sedeman efuyeke giştî ku li serê baş kar neyê kirin ewê di ûjdana civakê de birînin nû veke.
Ez dibêjim, efûya bo girtiyên siyasî û yen nexweş baş e. Divê bingeheke hemehengiyek civakî hebe û dilê civakê neyê şikandin.
Rûdaw: Di salên 90î de ku Leyla Zana û hevalên wê hatin girtin SHPyê piştgiriya wan bi awayekî eşkere dikir. Lê piştî ku Selahattîn Demîrtaş hat girtin me dît ku di warê piştgirîkirina CHPyê de nîqaşên cûda derdikevin. Dema em mînaka salên 90î û ya niha didin ba hev wekî ku asta piştgiriya CHPyê kêmtir e ji ya SHPyê?
Ozgur Ozel: Na, ez wisa nafikirim. Wekî Serokê CHPyê ez bixwe çûm seredana Demîrtaş. Helwesta me di vir de zelal e. Di rêveberiya me de di van mijaran de tiştek ku bê gotin tune.
Rûdaw: Alîgirên we ne qayîl in?
Ozgur Ozel: Binêrin partiyeke siyasî tenê ji hêla rêveberiya wê ve tê birêvebirin. Eger mijar were xwedîderketina li Demîrtaş, nizanim hûn hatibûn Saraçhaneyê, li wê meydanê, li wir me bi qasî Ekrem Îmamoglu, ji bo Demirtaş û girtiyên siyasî yên din jî çepik lê dane.
Carinan tiştekî wiha dibe, dema hûn dibêjin “azadî ji bo Birêz Demirtaş”, alîgirên Partiya Zaferê xwe aciz dikin. Bi eşkereyî ez li ser otobûsê bi wan ciwanan re axivîm. Bi yên her du aliyan re jî.
Min ji wan re got, eger hûn ji bo girtina yê din ciz nebin, yê din bi girtina yê we aciz nebe wê demê hûn herdu jî dê bêne girtin û ew kesê ku wan digire jî ew dê li şûna xwe rûne û kêfa xwe bike. Min got wan divê hûn bi hev re li hemberî hemû girtinên siyasî rawestin. Eger hûn wisa rikeberiya hev bikin ma kî dê bi ser bikeve.
Di nava me de tu komeke ku bi awayekî bi bandor li dijî azadbûna Demîrtaş derkeve nîne. Dibe ku di nava partiyên din de hebe û dibe ku hin kes wê helwestê wekî helwesta me nîşan bidin. Lê partiya me di vê mijarê de ji cihekî gelekî rast ve nêzî meselê dibe.
Rûdaw: Di wê wextê de ku we behsa normalbûnê dikir hûn bi birêz Erdogan re jî hatin ba hev. Lê ew heyama normalbûnê van rojan her ku diçe cihê xwe ji zimanê tund re dihêle.
Ozgur Ozel: Ji ber Erdogan.
Rûdaw: Ew tablo bi taybetî ew dê pêwendiyên we bi partiyên netewperest ên weke Zafer û ÎYÎ Partiyê re ber bi bi kû ve bibe?
Ozgur Ozel: Welehî em hewl didin ku hemû demokratên Tirkiyeyê bi hev re tevbigerin. Ez parêzvanê wê yekê me ku neteweperest, muhafezekar, Kurd, hemû demokrat bi sosyal demokratan re dest bi dest demokrasiyê biparêzin. Û tiştê ku ez dijberê wê me otokrasî ye.
Rûdaw: Di wextê rêveberiya we ya berê de di nava CHPyê de bi navê ‘Maseya Kurd’ xebatek hebû û Oguz Kaan Salici serokê wê bû. Çi bû ew mase, gelo hûn dê careke din aktîf bikin yan na?
Ozgur Ozel: Ew mase wekî ‘Maseya Rojhilat û Başûrê Rojhilat’ dihat binavkirin. Maseyek bû ku armanca wê ew bu da li bajarên Rojhilat û Başûrrojhilat ên ku CHP lê de qels e, bo CHP hin kesayetiyên siyasî peyda bike û rêvberiyên nû li wan deran ava bike. Di serdema xwe de erkek bi cih aniye.
Rûdaw: Di hilbijartina dawî de Kurdan piştgiriyeke mezin da Kiliçdaroglu. Heta piştgiriya bajarên Kurdan û ya bajarên qiraxên behrê dihat miqayesekirin. Di hemû hilbijartinên dawî de Kurdan piştgiriya we kir. We ew piştgirî çawa nirxand? Li hêla din ji ber girtina Îmamoglû navbera we û desthilatê tund bû. Eger ew nebûba, wê demê we dê li gel DEM Partiyê, mil bi mil ew pêvajoya niha bibira serî?
Ozgur Ozel: Em tu caran ne bi wê yekê re ne da ku pêvajoya heyî bixitimînin û têk bibin. Em parastina bipêşveçûna vê pêvajoyê dikin. Ev tiştekî cuda ye. Lê siyaset di çarçoveyeke maqûl de tê kirin.
Siyaset bi wan mirovan re tê kirin ku wijdan, aqil û sebra wan ya maqûl hebe. Kesekî ku wijdan, aqil û sebira maqûl pê re hebe, dema ku behsa mafê hêviyê bibe dê bêje çawa dibe ji bo Abdullah Ocelan mafê hêviyê lê ji bo Ekrem Îmamoglû zindan û girtin. Dê îtiraza wê bike. Yanî li gorî cihê ku mesele lê rawestiya ye, CHP nabêje “te serokê min ê şaredariya mezin avêt hundir, ez li dijî pêvajoya çareseriyê me,” lê civak wisa dinêre, ji Ocalan re mafê hêviyê, ji Îmamoglu re Girtîgeha Silîvrîyê. Mînak, ji kadroyên siyasî yên herî pêş ên PKK’ê re derfeta derbasbûna Sûriyeyê yan çûyîna welatekî din tê dayîn û li hemberî wan binçavkirin û girtin tune.
Lê ji ber ku Resul Emrah Şahan di meclîsa şaredariyê de Kurdek erkdar kiriye Kurdek bûy alîkarê serokê şaredariyê qeyûm hatiye danîn û şaredar hatiye girtin. Eger zemîna maqûliyetê winda bibe, rêveber her çiqas bixwazin jî girse, civak îtiraza wê dike û mafdar e jî.
Ev xebata ku em hewl didin bikin mîna veguhaztina organê ye. Dema hûn veguhaztina organê dikin, divê hûn tedbîran bigirin. Divê yê ku organê dide, yê ku digire û di dema emeliyatê de hemû şert goncavbin. Dema ku tansiyonê nexweş 24 be neştergerî nayê kirin.
Niha li Tirkiyeyê tansiyona nîvê civakê 26 e. Di vê demê de hûn nikarin karekî serkeftî bikin. Dê gewde organê red bike. Binêre, ez nabêjim ez dê li dij derkevim û ez di her şertî de dixwazim ev pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Ji ber ku wê xwîn raweste, bira.
Rûdaw: Him ji bo vê mijarê him ji bo mijarên din ên bi desthilatê re, wê plan û niyetek we hebe da hun careke din li gel Erdogan rûnin û vegerin helwêsta normalbûnê?
Ozgur Ozel: Jixwe min xwe normal kiribû. Mayîna di zemîna demokratîk de girîng e. Di hevdîtinên xwe de min ji hemû partiyan re got binêrin me Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê bidest xistiye lê keremkin em bi hev re bi rê ve bibin. Ji AK Partiyê re ji yê din re min got lê wan nexwest. Me mafê xwe yê endamekî da DEM Partiyê, me da ÎYÎ Partiyê, me da Yenîden Refah’ê, tew me ji Buyuk Bîrlîkê jî ev pêşniyaz kir.
14 rêvebir pêwîst bûn me got kerem bikin em li hev par ve bikin. Ji xwe min destê xwe dirêj kir û got, “bê şer, bê pevçûn, bêguman pêşbaziya siyasî hebe, lê bê şer vî karî bikin,” Dema em bi Erdoğan re rûniştin û diaxivîn, destên Birêz Erdogan demeke wisa bûn paşê min dît xwe xwar kir, destên xwe daxistin û min dît ku destên xwe rakirin û bivir li min kişand. Yanî tiştê ku niha dike kişandina bivir e. Divê pêşî wî bivrî binax bike.
Rûdaw: Ev metafor bû?
Ozgur Ozel: Bê guman metafor e. Ne ku bi rastî bivir rakir.
Rûdaw: Ji ber ku dibe ku hin kes wekî rastî fam bikin...
Ozgur Ozel: Te dît hûn ku wekî rojnameger siyaseta Tirkiyeyê ew qas ji nêz ve dişopînin hûn jî ketin gumanê bê ka bi rastî jî bivir kişandiye. Ne wisa?
Rûdaw: Ne di cih de ye ku ez li ser vê şiroveyek bikim.
Ozgur Ozel: Te dît min bersiva hemû pirsên we yên wêrek bi wêrekî dan. Divê hûn jî niha ji bersiva pirsa min nerevin. Yanî ez dibêjim Erdogan bivir kişand, we got qey bi rastî jî bivir kişandiye. Bila temaşevan li ser vê biryarê bidin.
Rûdaw: Ya rast min xwest pêşiya tiştekî bigirim. Ez zanim ev gotin wê bibin trend. Min nexwest wisa bê famkirin ku bi rastî bivir li we rakiriye.
Ozgur Ozel: Her hebî.
Rûdaw: Spas. Ez dixwazim hinekî mijara Sûriyeyê jî bi we re biaxivim. Li Sûriyeyê guherînek çêbû. Polîtîkaya CHP ew dê guncav be da ku hemû pêkhate bi ziman nasnameya xwe di Sûriyeya nû de cih bigirin û eger nav ne federalî be jî sîstemeke nêzikî wê be yan bi we baş e tenê hikumeta navendî bi hêz be?
Ozgur Ozel: Yekem, ez parastina avakirina formûleke yekgirtî ya xurt li Sûriyeyê dikim ku di vê formûlê de de Kurd, Tirkmen, Ereb, Dûrzî bi hev re di zemîneke makezagonî ya demokratîk de bêne temsîlkirin.
Him di çêkirina makezagonê de him jî di rêveberiyê de bi hev re bin. Di artêşa Sûriyê de jixwe hêzeke pir girîng heye. Hin hewldanên ji bo tevlîbûna SDG di artêşeke yekgirtî de û entegrasyona wê divê hebûn. Em hemû ji wan hêvîdar bûn. Tiştên girîng çêdibin. Ku Sûriye perçekirî, ji hev cuda û bi taybetî bi rîska şerê navxweyî bimîne, pir xeternak e. Ji ber vê yekê, bê guman divê li Sûriyeyê pêvajoyeke çêkirina makezagoneke demokratîk û dewleteke bi îstîqrar hebe ku tê de her kes li gorî hejmara xwe, hêza xwe ya di civakê de û îmkanên ku di destê wî de ne bê temsîlkirin. Em dixwazin bi dewleteke Sûriyeyê ya xurt re bibin cîran.
Rûdaw: Ne di berjewendiya Tirkiye de ye ku pêwendiyên bi Rojava re normal bibin, bazirganî bê kirin, pêwendiyên dîplomatîk pêş bikevin?
Ozgur Ozel: Tiştekî bibêjim? Şer bi dawî bibe, teror bi dawî bibe, pevçûn bi dawî bibin û li her derê aşîtî çêbibe, her kes qezenc dike. Sûriye jî qezenc dike, Tirkiye jî qezenc dike, Kurd jî qezenc dikin, Ereb jî qezenc dikin. Yekem, rawestandina mirinê qezenca herî mezin e. Ji ber ku mafê herî mezin mafê jiyanê ye. Lê pereyê ku diçe çek, pevçûn, teror, parastin, piştî ku biçe ji bo Kurdan û Tirkan, her îmkan çêdibe. Niha nizanim hûn çûne Antalyayê, Kaşê? Li hemberî wê Girava Meis heye. Ji Girava Meis ber bi Kaşê...
Rûdaw: Eger hûn bang bikin, tê bihîstin.
Ozgur Ozel: Tê bihîstin. Nêzîkî 800 metre nêzîk e. Li Girava Meisê balafirgeheke pir baş heye. Lê mirovên Kaşê neçar in ku du saet û nîvan di trafîkê de zehmetî bikişînin, biçin Balafirgeha Antalyayê ji wê balafirgeha qelebalix de bifirin û rê jî pir zehmet in. Eger di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de ev aloziya bê mane nebe û ji bo Balafirgeha Meisê peymaneke bikaranîna hevpar bê çêkirin, balefirên me jî ji wir bifirin an balafirên ku ji cîhanê tên biçûna wir, Meisî biçûna Kaşê, Kaşî biçûna Meisê, hem ji bo tûrîzmê hem ji bo bazirganiyê biçûna, sînor bi awayekî fiîlî ji holê rabûna, Yûnan jî qezenc dikie, Tirk jî qezenc dikin.
Ji bo vê yekê, di erdnîgariyên dijwar ên Tirkiyeyê de, mînak, hûn dikarin vê ji bo Meis û Kaşê biaxivin, ji bo her du aliyên sînorê Sûriyê û her du aliyên sînorê Iraqê jî dikarin biaxivin.
Rûdaw: Pêkan e ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de jî heman tişt hebe..
Ozgur Ozel: Kî dikare li dijî wê derkeve ku karkerek ji Qamişlo rabe ji basê siwar bibe û were li Nisêbînê di fabrîqeyekê de nanê xwe qezenc dike?
Rûdaw: Di rojên çûyî de li Qamişloyê bi beşdariya hemû partiyên Kurd konferansek pêk hat û wan li ser mafê otonomiyê li hev kir. Li hêla din hûn û PYD her du jî endamên Enternasyonala Sosyalîst in ku we mazûvaniya civîna wê kir. PDK, YNK, Komal û DEM Partî beşdar bûn. Lê PYD ji ber kêşeyên heyî nikarî beşdar be. Çênedibû ku we bo beşdariya wan destpêşxeriyek bikira?
Ozgur Ozel: Niha yekcar tiştekî wiha bibêjim, em partiyeke ku li Komara Tirkiyeyê siyasetê dikin. Li vir em partiya opozîsyona sereke ya Tirkiyeyê ne. Li derveyî welat em partiya Tirkiyeyê ne. Helwesta giştî ya Komara Tirkiyeyê di têkiliyên wê de û di xala pejirandinên navneteweyî de, eger ji aliyê CHPyê ve helwesteke Tirkiyeyê ya ku em pir rexne dikin hebe, em vê li hundir dibêjin. Em li derve parastina ti helwesteke ku li hundir berdewam nakin. Ji ber vê yekê pirsên li ser PYDyê ji bo me pirsên dijwar in.
Ji ber ku di zemîna Înternasyonalîsta Sosyalîst de, ji aliyê partiya bira ve, eger hûn bêjin, em rast rûnên û rast biaxivin, rewşa CHPyê li vir zelal e. Lê îro eger pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê bikeve rêya çareseriyê, çek bêne berdan, li Sûriyeyê bi entegrasyona Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê re makezagoneke demokratîk çêbibe, ev kar bigihêje cihekî, wê demê gelek pirsgirêk zû û bi hêsanî çareser dibin. Lê niha ji Partiya Komarî ya Gel pêngaveke PYDyê çaverê nekin.
Rûdaw: Qesta min ne ew bû ji xwe. PYD jî DEM Partî jî ji heman helwest û îdeolojiyê ne. Bernameya wan jî ya we jî rûyê wê li pîvanên Ewropa û demokrasiyeke pêşketî ne. Eger hat û ew xalên nakok û ew hêl ji holê rabûn hûn dê hevkariya hev bikin ji bo pêşketinek baştir?
Ozgur Ozel: Tiştekî wiha bibêjim, eger teror, pevçûn û şer ji holê rabe, çek biçin, şer bi dawî bibe tu sedemek ji bo şerê di navbera gelan de namîne.
Helbet her cure hevkarî, her cure pêkvejiyan bo herdû aliyên sînor jî dê bibin qezenc, ji hemû partiyan re jî qezenc e. Di dawiyê de Partiya Komarî ya Gel partiyeke ku li Tirkiyeyê siyasetê dike, bi hesasiyeta laîk, bi girêdayîbûna bi nirxên vê komarê, wekhevbûna hemwelatiyan diparêze. Divê herkes xwedî mavên qanûnî û destûrî be û herwes xwedî derfeta wekheviyê be.Divê kes nekeve cihêkariyê û neyê paşxistin, em civakeke wiha diparêzin.
Di navbera welatan de jî nêzîkatiya herî girîng a CHPyê nêzîkatiya Ataturk e. Ataturk dibêje destê xwe nexe nava karên cîranên xwe, bi rêxistinên li ser axa cîranên xwe re nebe şîrik û pêwendiyên baş bi cîranan re dêyne. Yanê, Aştî li welêt, aştî li cîhanê.
Dema şer bi dawî bibin, pevçûn bi dawî bibin, çek bi dawî bibin, aşîtî tê axaftin ji xwe. Kes ji vê zirarê nabîne.
Rûdaw: Di warê pêwendiyên bi İraqê re polîtîkaya CHP ewê çi li xwe bigire û di vê çarçoveyê de divê em ji bo pêwendiyên bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re li hêviya çi bin?
Ozgur Ozel: Bê guman em parastina pêşvebirina têkiliyên heyî dikin. Herwiha bi Silêmaniyê re jî ku jixwe di Înternasyonalîsta Sosyalîst de partiyeke ji wer hebû. Em têkiliyên baş bi wan re diparêzin. Em tevkariyê didin ku her du alî bi hev re di têkiliyên baş de bin. Em tu carî ne bi dijminatiya bira bi bira re ne û ne jî bi aloziyên herêmî re ne. Wekî CHPê di demên pêş de emê hem li Silêmaniyê hem li Hewlêrê bi heyetên xwe jî hebin. Ji bilî pêşxistina têkiliyên baş, parastina têkiliyên heyî, lênihêrîna wan û birina wan bo cihê çêtir, armanceke me ya din tune.
Rûdaw: Wekî Serokê Giştî yê CHPyê seredanake we ji bo Hewlêrê dê pêkan be gelo?
Ozgur Ozel: Serdana Silêmaniyê û Hewlêrê jî dibe helbet. Çima nebe. Tu helwesteke me nîn e ku em bêjin na em naçin wir. Ji bilî pirsgirêka dem û plansaziyê, ti pirsgirêk tune. Ji bo komarên Tirkî jî ez heman tiştî difikirim. Ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn jî heman tişt, ji bo Balkanan jî heman tiştî difikirim.
Têkiliyên derve ne tenê bi Ewropa û Emerîkayê re pêk tên. Di vê mijarê de jî îsal, li Balkanê, li Rojhilata Navîn, li komarên Tirkî jî serdanên me wê hebin. Eger ne îsa be sala bê. Yanî eger hilbijartin bi demeke dirêjtir bimîne, bawer bikin berî hilbijartinê em pir dixwazin serdanên wiha bikin. Ji ber ku li wir dijminên me najîn, birayên, hevalên me dijîn.
Rûdaw: Wekî pirsa dawî, tiştek heye eger nebêjim dê heqê du kesan li ser min bimîne. Vê serê sibeyê ez çûm sertaşekî û min got ku ez bi we re hevdîtinekê dikim û min daxwaza wî jê pirsî. Ya din jî dîsa vê sibê ez bi dayîka xwe re axivîm û heman tişt ji bo wê jî got. Komek jin li derdorêbûn û wan bi yek dengî got jê re bêje bila midafa mafên me jî bike. Hûn dê çi ji wan re bêjin?
Ozgur Ozel: Eger mesele qêrîn bê, ne ji şexsê min re lê ji hemû siyasetmedarên Tirkiyeyê re dibêje, rast e. Divê siyasetmedar zêde neqîre. Eger ji min re dibêje, ez dibêjim, “Li yê ku dîqîre ne li yê ku dide qêrîn binêre.” Ew jî bi xwe Tayyîp Erdogan e. Bo birayê sertaş dibê “Canê min diêşe, dayê.” Ji birayê berber re dibêjim, “Canê min diêşe, birayên min, hevalên min birine, bi neheqî avêtine hundir.”
Ji ber wê ne ji yê diqîre lê ji yê ku dide qêrîn binêre. Lê eger birayê min vê yekê li ser nasnameya Kurdan dibêje, mafê kesî nîne bi kesî re biqîre. Tew daxwazên wî bi qîrîna bilind ji kesên din re bêjim, ev erka min e. Eger dayê li ser jinan dibêje, daxwaza dayê li ser serê min, li ser çavên min e. Ya herî rast e. Ji ber ku li Tirkiye eger pirsgirêkên Kurdan hebin, pirsgirêkên jinên kurd zêdetir in. Eger pirsgirêkên ciwanan hebin, pirsgirêkên ciwanên kurd zêdetir in. Yanî gelek pirsgirêkên têkildarî hev, di nav hev de, pirsgirêkên ku hevdu zêde dikin hene. Lê li Tirkiyeyê hem jinbûn, hem dayikbûn, bi qîmet e lê pirsgirêkên giran hene. Destên wan hemûyan radimûsim.
Rûdaw: Gelekî spas birêz serokê giştî ji bo ku we dem veqetand û ew derfet da me ku me karî vê hevpêyvînê bi hev re bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse