Ji Rihayê heta Arjantînê: Rêwîtiya gerokekî Kurd li Amerîkaya Latîn

24-05-2025
Ferdî Sak
Serok Simko\ Wêne: Rûdaw
Serok Simko\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Gerok Simko Amerîkaya Latîn Arjantîn Bolîvya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî dinyayê, çîrokên rêwîtiyê her dem bûne çavkaniya îlhamê lê belê, rêwîtiya gerokekî Kurd ji Rihayê ber bi Amerîkaya Latîn v ne tenê geştek e di heman demê de keşfek e, hevdîtinek e û berhevkirina çîrokên xerîbiyê ye.

Gerokê Kurd ê Rihayî çîroka xwe ya Amerîkaya Latîn vedibêje.

Simko, gerokekî ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye, 5 meh berê dest bi gera xwe ya li Amerîkaya Latîn kiriye. Geşta wî li vê parzeminê nêzîkî 4 mehan berdewam kiriye û heta niha li gelek welatan geriyaye.

Simko li ser çîroka rêwîtiya xwe ji Rûdawê re axivî û got:

“Ez Gerokê Latîn Amerîkayê me. Geşta min a li vê derê nêzîkî 4 mehan berdewam kir. Hîn jî welatên ku ez bigerim hene û neqediyane lê zêde nemaye.

Min ji Karayîpê destpê kir heta Kolombiya, Peru, Bolîvya, Paraguay, Peru, Şîlî û heta Arjantînê ku dawiya dinyayê ye. Ji wê derê re dibêjin Fînde Mundo wate dawiya dinyayê....”

Gerokê Kurd di vê geşta xwe de rastî çend Kurdên din ên li Amerîkaya Latîn hatiye. Yek ji wan Azad e, ew kebab û donerfiroşekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Azad 8 sal berê ji Efrînê koçî Bolîvyayê kiriye û li bajarê Santa Cruzê bi navê "Shwarma Kurdo" restorantek vekiriye.

Azad li vê restorantê, kebab û masiyên li ser agirê êzingan çêdike.

“Ez xwarina xwe li ser agirê êzingan çêdikim”

Azad li ser çîroka hatina xwe ya Bolîvyayê wiha got,

“Ez bi rêya hevalên xwe hatim vê derê û wan ji min re vîze şand. Ez li Kurdistana Îraqê bûm û piştre hatim vê derê.

Ez dibêjim hemû Kurdên li alemê ne werin cem me û xwarinê bixwin. Em Kebaba berxan û çêlekan çêdikin.

Em masiyan jî çêdikin. Hemû jî li ser agirê êzingan tên çêkirin.”

Simko, her wiha li Arjantînê jî bi Kurdekî din re hevdîtin pêk aniye, ew jî Sadiq e, ku xelkê Silêmaniyê ye. Sadiq 30 sal in li Arjantînê dijî û li paytexta Buenos Aires restoranteke xwe heye.

 Hundirê restorantê bi Ala Kurdistanê hatiye xemilandin. Simko û Sadiq li vê restorantê hevdû nas kirine.

Armanca Simko ji van geşt û geran ne tenê gerîn e her wiha nasandina çand û nerîtên wan welatan e li nav Kurdan.

Ew dîmenên cihên ku geriyaye tomar dike û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav dike.

Simko bi vî awayî hewl dide ku agahiyên derbarê jiyan û çandên van welatan bigihîne hevwelatiyên xwe yên Kurd.

Çîroka geşt û gerên Simko 3 sal berê, piştî koça wî ya ber bi Brîtanyayê ve destpê kiriye.

Di vê dawiyê de, wî tenê di nav 5 mehan de serdana 13 welatên Amerîkaya Latîn kiriye û hîn jî berdewam e di rêwîtiya xwe de.

Hêviya Simko ew e ku bi van çalakiyên xwe, di navbera çandên cuda de piran ava bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst