Gerîde li Bolîvyayê ye: Alaya Kurdistanê hat daçikandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Alaya Kurdistanê Gerîde Bolîvya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya "Gerîde" ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku gelekî tê hezkirin, vê hefteyê temaşevanên xwe dibe yek ji herêmên herî balkêş ên cîhanê, Bolîvyayê.

Di vê beşê de ku ji otelên xwê heta trenên antîka yên li nav çolê dîmenên bêhempa tê de cih digirin, Alaya Kurdistanê hat daçikandin.

Rêbîn Reşîd li Gola Xwê ya Salar de Uyuniyê ya Bolîvyayê ku bi spîbûna xwe ya bêdawî tê naskirin, her der geriya.

Ev herêma ku bi 10 hezar kîlometre çar goşeyan rezerva herî mezin a xwê ya cîhanê ye, ne tenê bi dîmenên xwe, di heman demê de bi razên xwe û rezervên lîtyumê yên ji bo enerjiya paşerojê jî balê dikişîne.

Otela Xwê û Goristana Trenan

Yek ji kêliyên herî balkêş ên belgefîlmê "Otela Xwê" bû ku ji dîwarên wê heta nivînan, ji maseyan heta kursiyan her tişt ji blokên xwê hatine çêkirin.

Reşîd her wiha li herêma dîrokî ya ku wekî "Goristana Trenan" tê naskirin geriya.

Ev tren sala 1890î hatine çêkirin û berê ji bo şerên cîhanê madeyên xam ên guleyan vediguhastin.

Rêbîn Reşîd derket ser Girava Incahuasiyê ya ku 3 hezar û 500 metreyan ji asta deryayê bilind e û bi kaktusên qerase tije ye.

Reşîd li wir Alaya Kurdistanê daçikand. Di wê kêliyê de geştyarekî ku li wir bû ala nas kir û bi gotinên "Hewlêr paytexta Kurdistanê ye, Kurd miletê Hînd-Ewropî ne" beşdarî sohbetê bû.

Ev hevdîtin bû yek ji kêliyên herî rengîn ên belgefîlmê.

Ji bo dîtina çavkaniya lîtyumê ku dê can bide otomobîlên karebayî yên paşerojê û dîtina wê bandora "neynikê" ya efsûnî ya ku erd û asman digihîne hev, hûn dikarin beşa nû ya bernameya 'Gerîde' li ser rûpela Youtubeyê ya Rûdawê temaşe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst