LÊKOLÎN - Mêr ji jinan zêdetir ji ber şikestina dil dimirin

30-07-2025
RÛDAW
Nîşan Takotsubo Cardiomyopathy Mêr Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Amerîkayê nîşan dide ku mêr li gorî jinan du caran zêdetir ji ber şikestina dil dimirin.

Lêkolîna ku li Zanîngeha Arizonayê ya Amerîkayê hatiye kirin eşkere dike ku her çend jin zêdetir rastî “sendroma şikestina dil” tên jî, mêr du caran zêdetir ji ber vê rewşê dimirin.

Ev lêkolîn metirsiya zexta laşî û derûnî ya li ser dil derdixe holê.

Lêkolerên Zanîngeha Arizonayê amarên nêzîkî 200 hezar nexweşan ên di navbera salên 2016 û 2020an de analîz kirine.

Derketiye holê ku rêjeya mêrên ji ber şikestina dil mirine ji sedî 11,2 ye lê ev rêje ji bo jinan ji sedî 5,5 e, ev rêje jî dike nîvê rêjeya mêran.

Ev rewş di warê zanistî de wekî “takotsubo cardiomyopathy ango takotsubo syndrome (TTS)” tê naskirin ku ew jî ji ber zexteke tund a laşî, derûnî an jî hestyarî lawazbûna masûlkeyên dil e.

Dr. Muhamad Rezayê ku Pisporê Nexweşiyên Dil ê Zanîngeha Arizonayê û serpereştê lêkolînê ye got:

“Dema me dît ku rêjeya mirina ji ber sendroma şikestina dil bi awayekî berbiçav bilind e, em mat man.”

Dr. Muhamad Reza diyar kir ku sendroma şikestina dil ji ber derdana hormonên stresê çêdibe ku ew jî di encama zexteke laşî yan hestyarî de derdikeve holê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst