Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê di emeliyateke serkeftî de, 22 girêkên malzarokê û kîsekî hêkdankê ji laşê jineke 45 salî hatin derxistin.
Emeliyat li Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid a li Koyeyê hat kirin.
Birêvebira Beşa Jinan û Jidayikbûnê ya Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid Befrîn Semedê ji Rûdawê re ragihand ku emeliyat bêyî ti pirsgirêkan serkeftî bi dawî bûye.
Befrîn Semedê li ser emeliyatê got:
“Bi saya şareza û jêhatîbûna bijîşkan, jiyana wê jinê hat parastin û piştî emeliyatê rastî ti metirsiyên cidî yên xwînberbûnê nehat.”
Serpereşta tîma emeliyatê Dr. Zeyneb Ebasê jî ji Rûdawê re da zanîn:
“Ew jin ji ber êşa zik û têkçûna ketina cilan a mehane serî li me da.
Piştî kontrola bi sonarê, hat dîtin ku kîs û girêkên wê yên malzarokê hene.”
Dr. Zeyneb Ebasê diyar kir ku emeliyat di nava 2 saetan de hat kirin û niha rewşa tenduristiya nexweş baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse