Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 23yan a Lîga Yekem a Tirkiyeyê de mazuvaniya tîma Edeneyê dike.
Amedspora ku niha 22 leyîstik kirine û 43 puanên wê hene, dê hemû şiyana xwe bi kar bîne da ku sê puanan ji Adanasporê bistîne û puanên xwe bigihîne 46an.
Divê were gotin Erzurumsporê di 23 leyîstikan de 45 puan standine û bi leyîstikeke zêde derketiye rêza yekem.
Leyîstika Amedspor û Adanasporê saet 19:00an li Stadyuma Diyarbekirê tê lîstin.
Eger Amedspor di leyîstika îro de li hemberî Adanasporê bi ser bikeve, dê careke din derkeve rêza yekem.
Rewşa herî dawî ya rêzbendiya lîgê
Pênc tîmên pêşeng ên Lîga Yekem bi vî rengî ne:
1- Erzurumspor: 23 leyîstik, 45 puan
2- Amedspor: 22 leyîstik, 43 puan
3- Erokspor: 22 leyîstik, 41 puan
4- Çorum: 23 leyîstik, 41 puan
5- Bodrumspor: 23 leyîstik, 39 puan
Amedspor
Sala 1972yan de hatiye damezirandin. Rengên formayê wê sor, kesk û spî ne.
Di destpêkê de bi navê "Melîk Ehmed Turam Spor" beşdarî lîgên amator ên Amedê dibû.
Klub sala 1990î ji aliyê Şaredariya Amedê ve hat kirîn û navê wê bû "Diyarbakir Belediye Spor."
28.10.2014an di kongreyekê de navê klubê bû Amedspor.
Di heyama 2006-2007an de ji lîga sêyem derket Lîga Duyem a Tirkiyeyê.
Di heyama 2024-2025an de bû şampiyonê Lîga Duyem û derket Lîga Yekem a Tirkiyeyê.
Amedspor di Lîga Yekem de jî asteke baş nîşan dide û vêga pêşeng e.
Heke vê encamê biparêze, sala pêşiya dê derkeve Lîga Super a Tirkiyeyê û dê bi tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê re hevrikiyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse