Ji ber piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ceza li Amedsporê hat birîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Rojavayê Kurdistanê Çekdar Orhan Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ji ber piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ceza li Amedsporê birî.

PFDKyê 600 hezar lîre cezayê pereyî li Amedsporê birî û lîstikvan Çekdar Orhan 5 maçan ji futbolê dûr xist.

PFDKyê bi hinceta ku "propagandaya îdeolojîk" kiriye 5 maç ceza da lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan.

Bi heman hincetê 600 hezar lîre cezayê pereyî li Amedsporê hat birîn.

Hefteya borî di maça Amedspor û Adana Demîrsporê de Çekdar Orhan piştî ku gol avêt çû ber kamerayê û porê xwe wekî keziyê hunand.

Di heman maçê de li trîbûnan jî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kobaniyê" hatin gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst