Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê werzişvanên tîma kaşûnê, ji bo ku di pêşbirkan de pileyên herî baş bi dest bixin, li nav zeviyan li ser berfê rahênanê dikin.
Werzişvanên tîma bezîna bi kaşûnan salên dawî di pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de serkeftinên girîng bi dest dixin.
50 werzişvan serê sibehê diçin gundê Ciwyanê yê navçeya Geverê tevî hewayê sar amadehiyên xwe yên sezonê didomînin.
Werzişvan di bin çavdêriya rahênerên xwe de hewl didin zeviyên bi berf û berwar bi kaşûnan derbas bikin.
Armanca werzişvanan ew e ku di Pêşbirka Hilbijartinê ya Bezîna bi Kaşûnan a Tirkiyeyê de bi ser bikevin ku dê 17-19ê Kanûna Paşîn li Erziromê bê kirin.
"Werzişvanên me bi coş in"
Rahênerê bezîna bi kaşûnan Şefîk Yaşar got ku ew hefteyê sê rojan li herêma bi berf rahênan dikin.
Yaşar diyar kir ku werzişvan guh nadin hewayê sar û xebatên xwe didomînin û got:
"Li pêşiya me pêşbirka hilbijartinê ya li Erziromê û pêşbirkên etapê yên li Geverê hene.
Em bi awayekî herî baş amadehiyên xwe dikin.
Niha li navçeya me stûriya berfê gihiştiye 30 santîmetreyan. Em li herêma bi berf hem bi şêwaza klasîk û hem jî bi şêwaza serbest dixebitin.
Em hefteyê sê rojan dixebitin. Înşallah em dê bi pileyên baş vegerin navçeya xwe."
"Armanca min Olîmpiyat e"
Ji werzişvanan Zeynep Çelîkê jî behsa armancên xwe kir û got:
"Ez di beşa bezîna bi kaşûnan de cih digirim. Ez dixwazim di hilbijartinên Tirkiyeyê de pileyeke baş bi dest bixim.
Ez baş amade dibim. Armanca min ew e ku beşdarî olîmpiyatan bibim û dereceyekê bikim.
Xebatên me baş derbas dibin. Kêmasiya me ya berfê heye lê dîsa jî xebatên me baş derbas dibin."
“Em dixwazin xelkê xwe serbilind bikin”
Ranya Taşê jî da zanîn ku berf têrê neke jî ew xebatên xwe didomînin" û wiha axivî:
"Em dixwazim di pêşbirkan de bi ser bikevin û xelkê xwe serbilind bikin.
Par di kategoriya biçûkan de ez bûbûm yekem. Ez dixwazim vê serkeftina xwe dubare bikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse