Reqsa qeraseyan: PSG û Inter dê dansa dawî bikin

08-05-2025
Nîşan Lîga Şampiyonan PSG Inter Fînal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Paris Saint-Germainê (PSG) di maça rovanşê ya nîv-fînalê de Arsenal bi encama 2-1 têk bir û derbasî fînalê bû.

Lîga Şampiyonan a UEFAyê cihê qodamanên herî qerase yên futbolê ye.

Lîga Şampiyonan îsal jî bû dika dansa tîmên herî baş ên Ewropayê.

Paris Saint-Germain (PSG) şeva borî bi encama 2-1 li hemberî Arsenalê bi ser ket û derbasî fînalê bû û dê ji bo kupayê bi Interê re bilîze.

Arsenalê bi lîstikeke baş dest bi maçê kir lê PSG xuleka 27an bi gola Fabian Ruiz 1-0 ket pêş û nîvê yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Tîma Fransayê xuleka 69an xêr ji penaltiya Vitinha nedît û derba wî fût çû.

Lê Achraf Hakimî xuleka 72yan gola duyemîn kir û encam bû 2-0.

Arsenala mêvan xuleka 76an de bi gola Bukayo Saka encam kir 2-1 lê vê golê terî geşkirina hêviyan nekir.

PSGya ku maça yekem jî 1-0 bi ser ketibû navê xwe li fînalê nivîsand û ji niha ve xwe li Interê sor kiriye.

Maça fînalê ya "Lîga Dêwan" dê PSG û Interê bîne hemberî hev.

Maç dê 31ê Gulanê roja şemiyê li Allianz Arenaya li bajarê Munîhê yê Almanyayê were lîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst