PSG bû şampiyon

01-06-2025
RÛDAW
Nîşan PSG Inter Lîga Şampiyonan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê 2024-2025an de tîma Fransî Paris Saint Germainê (PSG) cara yekem kupa bilind kir û di fînalê de rekora ferqa herî zêde tomar kir.

Maça herî girîng a futbola Ewropayê, PSG û Inter li Allianz Arenaya li bajarê Munihê yê Almanyayê hat lîstin.

Cara yekem bû ku ev her du tîmên pêşeng di maçekê de hatin pêşberî hev.

PSGyê Inter bi encama 5-0 têk bir û bi vî awayî bû xwediyê kupayê.

Hakemê Romen Istvan Kovacs di maçê de bû yekem hakemê ku fînalên Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê bi rê ve birin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst