Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Îdira Bakurê Kurdistanê Igdir FKyê di maça destpêkê ya Lîga 1emîn a TFFyê de 2-1 zora SMS Grup Sariyerê bir û bi serkeftinê dest bi sezonê kir.
Her du golên Igdir FKyê ji penaltiyan Bruno avêtin, gola tekane ya Sariyerê jî Dembele tomar kir.
Di çarçoveya hefteya yekem a Lîga 1emîn a TFFyê de, Igdir FKyê li mala xwe mazûvaniya tîma Stenbolê Sariyerê kir.
Maça ku li Stadyuma Bajêr a Îdirê hat lîstin, Turgut Doman hakemtî kir.
Golên Îdir FKyê di xulekên 42 û 90+6an de ji penaltiyan ji aliyê Bruno Gianni ve hatin tomarkirin.
Gola Sariyerê jî di xuleka 45+2yan de Papis Dembele avêt.
Bi vê encamê Igdir FKyê puanên xwe kir 3 û Sariyerê destvala vegerand malê.
Di hefteya duyem a Lîga 1em de Igdir FK dê li deplasmanê bibe mêvanê Sakaryasporê.
Di Lîga 1emîn a TFFyê de îsa 5 tîmên Bakurê Kurdistanê cih digirin.
Doh du tîmên Bakurê Kurdistanê Erzurumspor û Sivasspor jî hatin hemberî hev û Erzurumsporê 2-0 Sivasspor têk bir.
Li aliyê din, îro Boluspor û Vanspor saet: 19:00an û Çorum FK – Amedspor saet: 21:30î bilîzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse