Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Wan û Îdirê yên Serheda Bakurê Kurdistanê hatin pêşberî hev û maç 0-0 qediya.
Di hefteya 3yemîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de Alagoz Holding Igdir FK li mala xwe bi Vansporê re bê gol wekî hev ma.
Di Lîga Yekemîn a Trendyolê de Vanspor li deplasmanê bû mêvana Igdirê ku yek ji tîmên bihêz ên lîgê ye.
Di maça ku têkoşîneke mezin tê de hebû, wekhevî xera nebû û aliyan puan parve kirin.
“Vanspora dost û bira...”
Berpirsê Teknîkî yê Igdir FKyê Mete Işik Piştî maçê got, “Lîstika ku em bi Vanspora dost û bira re lîstin, wekî ku min beriya maçê jî gotibû di nav centilmeniyê de derbas bû û bû maçeke bi tempo.
Tevî her tiştî maç 0-0 bi dawî bû lê ez di wê baweriyê de me ku maçeke xweş, bi têkoşîn û bi tempo bû.
Vanspor nû derketiye Lîga 1emîn lê tîmeke gelekî bi kalîte û xweş ava kiriye. Ez difikirim ku maçeke xweş, bi têkoşîn û baş bû."
Vanspora bi 7 puanan di rêza duyem de ye û Igdir FK jî bi 4 puanan di rêza nehem de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse