Amed (Rûdaw) - Keçika nabîna ya Amedî Sedanur a 14 salî di beza 1500 metre ya werzişvanên xwedî pêwistiyên taybet de li Afyonê bû şampiyona Tirkiyê. Sedanur keçikek sêwî ye û bi rêjeya ji sedî 85 nabîna ye. Çar sal berê bavê wê wefat kiriye û ew sewî maye. Mamosteyên wê yên lîseyê hunera werzişvaniya wê ferq kirine û bûne palpişt ku ew di atletîzmê de xwe pêş bixe. Bi piştevaniya dayika xwe û mamosteyên xwe ew ê heta niha çar madalya bidest xistiye. Sedanur herî dawî jî li Afyonê 1500 mêtroyî di şeş deqeyan de beziya û li ser asta Tirkiyê bû şampiyon. Çevên Sedanurê niha li pêşbaziyê navdewletî û bidestxistina serkeftinên mezintir e.
Sedanur Alakuştekîn a 14 salî, bi rêjeya ji sedî 85 nabîna ye û werzişvana bezêye. Ew ê heta niha çar madalya bidest xistiye. Werzişvana Kurd herî dawî li Afyonê di beza xwedî pêwistiyên taybet de ya 1500 metreyî de di şeş deqeyan de beziya bû şampiyona bezê ya Tirkiyê.
Sedanur Alakuştekîn, Şampiyona Bezê, dibêje, “Li Afyonkarahîsarê di nîsan a 2021î de 1500 mêtroyî de ez ketim pêşbirkê ez di şeş deqeyan de 1500 mêtro reviyam û bi wê astê min mafê derbasbûna kadro ya olîmpîk bidest xist. Xeyalê mine w e ku ez bibim şampiyona dinyayê. Ez xwe weke astengdarek nabînim. Tu cûdahiyek me ji werzişvanên din tune ye. Ew çawa bin em jî wisa ne. Rahênerên me çawa me perwerde bikin em wisa ne. Ez naxwazim tu hevalên min yên din ji xwe weke astengdar bibînin. Tu kes ne astengdar e. Ku meriv bixwaze û ced bike pêkan e ku meriv bi ser keve.”
Bavê Sedanurê çar sal beriya niha koça dawî kiriye. Dayika wê û xwîşka wê ya piçûk Edanûr li qada antrenmanê ji dûr ve temaşeyê wê dikin. Ew ji Sedanurê re hem çav in hem jî hêz in.
Sedanur Alakuştekîn, Şampiyona Bezê, dibêje, “Ez dixwazim ku îsal pêş di pêşbaziya ciwanên cîhanê bibim yekemîn. Rewşa malbata min hinek ne baş e. Em li taxa Rezan dijîn, xeyala min ew e ku ez bibim şampiyona Ewropa û dinyayê û ji malbata xwe re xaniyek bistînim.”
Rahênerê Sedanurê Nesîm jî astengdar e û ew jî 2014an li Ewropa di beza paralîmpîk de bûye şampiyon, lê niha ew hemû hêz û motîvasyona xwe ji bo serkeftina Sedanurê xerc dike.
Mihemed Nesîm Oner, Rahêner, dibêje, “Gava ku min Sedanurê anî antremanê min dît ku hêviya wê heye û min dît ku ewê bikaribe bazde. Min dizanibû ku zor e lê ne bêîmkanê. Gava cara ewil hatibû tiştek nedizanê, nedizanî spor çi ye û dê çawa bibeze. Ji ber ku di paşeroja min de jî tecruba min hebû min dizanî ku çawa ye. Min li gor wî rê li ber wê xist û wê jî ji vî karî hez kir.
Sedanur di lîseya Muazzez Sumer ya Pîşe û Teknîk a Anadolu ya Amedê de xwendekar e û weke rahênerê wê mamosteyê wê yê werzişê Remzî Atli û rêvebiriya lîseyê û hemû mamosteyên wê jî ji wî re palpişt in ku ew serkeftinên hêj mezintir bidest bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse