Zaxo û Dihok ji bo Kupaya Îraqê tên pêşberî hev

18-07-2025
RÛDAW
Logoyên tîmên futbolê yên Zaxo û Dihokê
Logoyên tîmên futbolê yên Zaxo û Dihokê
Nîşan Zaxo Dihok Kupaya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên futbolê yên Zaxo û Dihokê dê li Bexdayê ji bo Kupaya Îraqê werin pêşberî hev.

Îro tîmên Zaxo û Dihokê yên Kurdistanê dê li Stadyuma Şebê ya Bexdayê saet 20:00an di fînala Kupaya Îraqê de maçekê bikin.

Her du tîm jî piştî rêwîtiyeke serkeftî gihîştine maça dawî.

Her duyan jî zora tîmên mezin ên Îraqê bir û cara yekem e di dîroka xwe de derdikevin fînala Kupaya Îraqê.

Ev maç dê bibe rûbirûbûneke dîrokî ya ku berê mînaka wê nehatiye dîtin.

Rahênerên her du aliyan, Silêman Remezan û Ebdulxenî Şehed li gel kupayê wêneyên bibîranînê girtin lê di dawiyê de tenê yek ji wan dê kupayê rake û bi xwe re bibe malê.

Stadyuma Şebê ya Bexdayê ku dê şahidiya vê maça bêhempa bike îşev dê bi rengên sor û spî yên Zaxoyê û zer û şîn ên Dihokê were xemilandin.

Piştî werzeke dirêj û tijî rikeberî her du tîm jî dixwazin navê xwe di dîrokê de binivîsin.

Tîma Zaxoyê li ber derfeteke mezin a dîrokî ye.

Cara yekem e ku tîm digihêje fînaleke li ser asta Îraqê û dixwaze vê derfetê ji dest nede da ku xewna 38 salan a alîgirên xwe pêk bîne û Kupaya Îraqê bibe hembêza Pira Delal û Xabûra Zelal.

Ji bo vê maça mezin, bi hezaran alîgir ji Zaxoyê bi formayên tîma xwe çûne Bexdayê.

Tîma Dihokê ku şampiyona Kupaya Kendavê ye ew jî cara yekem e digihêje fînala Kupaya Îraqê û dixwaze vî werzî bi nasnavê xwe yê duyem bi dawî bîne.

Rahênerê navdar ê Kurdistanê Silêman Remezan her çend tenê 3 maç in vegeriyaye ser karê xwe jî, tîmê baş nas dike û her sê maçên xwe jî bi serkeftî derbas kirine.

Alîgirên ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê ji bo piştgiriya tîmên futbolê yên Zaxo û Dihokê li Bexdayê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst