Amed (Rûdaw) - Tîma kesk û sor Amedspora ku di lîga yekemîn a Tirkiyeyê de têdokişe ev sê hefte ne serkeftin li ser serkeftinê bi dest dixe û dixwaze vê hefteyê jî 3 puanan bistîne.
Amedspor dawiya vê hefteyê dê biçe Sakaryayê û li deplesmanê bi Sakaryasporê re bilîze.
Lîstikvanên Amedsporê ji bo ku li hemberî Sakaryasporê bi ser bikevin rahênan li ser rahênanê dikin.
Ji ber serkeftinên di lîgê de kêf kêfa lîstikvanên Amedsporê ye.
Amedspor niha di rêza çaremîn a lîgê de ye û di navbera wê û tîma yekemîn Çorumsporê de tenê 3 puan hene.
Amedspor hefteya borî li mala xwe li hemberî Pendîksporê 2-1 bi ser ket.
Li gorî futbolîstan tîma wan dê vê hefteyê jî 3 puanan bi dest bixe.
"Em ji bo serkeftinê diçin"
Lîstikvanê Amedsporê Oktay Yildirim got, “Em niha ji bo maça Sakaryasporê kom bûne.
Em sê çar rojan dişixulin. Xwedê hez bike em dê li hemberî Sakaryasporê jî bi ser bikevin. Em ji bo serkeftinê diçin wira.”
Stêrkê Amedsporê Dia Saba jî got:
“Her pêşbirkek çi qasî girîng be, ev pêşbirk jî ew qasî girîng e. Heta niha xweş diçe.
Divê em wiha xweş berdewam bikin û bi ser bikevin.”
"Em dixwazin şampiyoniyê diyarî bajarê xwe bikin"
Birêvebirên Amedsporê jî tenê yek armanc daniye pêşiya xwe, ew jî çûna Lîga Super e.
Hemû transferên îsal li gorî vê armancê hatine kirin.
Birêvebirên Amedsporê Faruk Korkmoz jî got, “Armanca me, me roja yekemîn gotibû.
Em îsal dixwazin şampiyoniyê diyarî bajarê xwe bikin, diyarî alîgirên xwe bikin.”
Moreno ji ber seqetiyeke biçûk di rahênanê de tenê baz da û tevlî taktîkan nebû.
Divê were gotin ku vê hefteyê di nava tîma kesk û sor Amedsporê de ti lîstikvanên seqet an jî cezakirî nînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse