Amedsporê ji Bolusporê derbek xwar: Nahît Eren hat ser xetê

23-11-2025
RÛDAW
Nîşan Amedspor Boluspor Nahît Eren Maç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî têkçûna 4-1 a li deplasmana Bolusporê daxuyanî da û got, “Em berpirsyariya xwe dizanin.”

Amedspor di maça deplasmanê ya li hemberî Bolusporê de pêşî 1-0 bi pêş ket lê di dawiyê de 4-1 têk çû û vegeriya malê.

Li aliyê din, xuleka 45an di êrişa Bolusporê de lîstikvanê Amedsporê Felix li qada cezayê lîstikvanê dijber xist erdê.

Felix ji karta zer a duyem karta sor dît û Amedspor 10 kes ma.

Nahît Eren: Em berpirsyariya xwe dizanin

Serokê Amedsporê Nahît Eren piştî têkçûnê li ser medyaya civakî daxuyanî da û got:

“Me îro xwest ku em şahiya serkeftinê bi alîgirên xwe bidin jiyîn; mixabin nebû.

Em berpirsyariya xwe dizanin.

Em dê kêmasiyên xwe temam bikin û bihêztir rêya xwe bidomînin. Em dê bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst