Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya 17an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li deplasmanê bi Bodrumê re 0-0 wekî hev ma.
Amedsporê bi vê encamê re lîderiya lîgê ji dest da û Pendikspor bû lîder.
Amedspor di hefteya 17an a Lîga 1emîn a Trendyolê de bû mêhvanê Bodrumsporê.
Her du aliyan jî xwe li hev sor kir lê kesî torên kesî nehejandin.
Amedspor bi vê encamê ji deplasmana Bodrumê bi puanekê vegeriya.
Lîdertî çû
Amedspora ku hefteya borî li ser textê lîdertiyê rûniştibû, puanên xwe derxistin 36an.
Lê belê bi averajê textê lîderiyê ji Pendiksporê re hişt û daket rêza duyem.
Dirûşmên ji bo Leyla Zanayê
Li aliyê din, alîgirên Amedsporê di tevahiya maçê de dirûşmên "Leyla Zana rûmeta me ye" û "Jin, jiyan, azadî"yê bilind kirin.
Hetfeya pêşiya me
Amedspor dê 28ê vê mehê (yekşem) li Amedê bi Igdirsporê re bilîze ku tîma Îdira Bakurê Kurdistanê ye.
Biryara ji bo jinan
Amedsporê wekî bertekekê li hemberî heqaretên nijadperest û zayendperest ên ku ji trîbunên Bursasporê li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatin kirin, biryar da ku deriyên xwe di maça Igdirsporê de ji bo alîgirên jin bê pere veke.
Seroka Duyem a Amedsporê Şeyda Arslantaşê got, "Em dê bi zêdekirina hejmara jinan a li trîbunan bersiva herî xweşik bidin êrişan."
Şeydayê hemû jin vexwendin maça Igdirsporê ya 28ê Kanûna Pêşîn û derbarê bilêtên belaş ev agahî parve kirin:
"Em dixwazin li hemberî vê êrişê di trîbunan de bêhtir jinan bibînin.
Têrê dike ku alîgirên me yên jin herin navendên jinan ên şaredariyan ên li navçeyan û hejmarên nasnameyên xwe bidin.
Em dê li ser van hejmaran pênaseyên xwe bikin û derfeta bilêta bê pere ya taybet pêşkêşî jinên xwe bikin.
Hebûna jinan a li trîbunan dê bibe bersiva herî xurt a li dijî vê zihniyeta tarî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse