Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê formayên xwe yên sezona nû li firoşgehên Amedsporê (Amedstore) û bi awayekî online xistin bazarê.
Amesporê her wiha ji welatiyan xwest ji bo piştgiriya tîmê formayên wan ên orjînal bikirin.
Amedspora ku amadekariyên xwe ji bo sezona 2025-2026an a Lîga 1em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) dike li firoşgehan û li ser malpera amedstore.com.tr dest bi firotina formayên xwe yên nû kir.
Dîzayana formayên sezona nû, berê bi rêya rapirsiyekê li ser torên civakî ji aliyê alîgiran ve hatibûn diyarkirin.
Tîma Amedsporê di daxuyaniyekê de li ser hesabên xwe yên fermî yên torên civakî ragihand:
"Sezona nû, kelecaneke nû! Tîşortên me yên taybet ên sezona 2025-2026an niha li ber dest in!
Tîşortên me bi dîzaynên xwe yên nûjen û hilgirê rihê Amedê, li benda we ne."
Amedsporê her wiha ji alîgirên xwe xwest ku bi kirîna berhemên orjînal piştgiriyê bidin Amedsporê.
Bihayê formayên sezona nû yên Amedsporê bi 2 hezar û 500 Lîreyên Tirkî hatiye diyarkirin, di demekê de ku formayên sezona borî bi bihayê di navbera 950 û 1250 Lîreyê Tirkî de tên firotin.
Wate di salekê de Amedsporê formayên xwe zêdeyî ji sedî 100 biha kirine.
Yeni Sezon, Yeni Heyecan!
— Amedspor (@amedskofficial) July 24, 2025
2025–2026 sezonuna özel formalarımız satışta! 💚❤️
Modern tasarımı, güçlü duruşu ve Amed ruhunu taşıyan formalarımız şimdi seni bekliyor.
⠀
🛒 https://t.co/MJBNzPmOkd
🏪 AmedStore mağazalarımızda pic.twitter.com/WpomagJdua
Amedspor
Amedspor di sala 1972an de hatiye damezrandin.
Di sezona 2023-2024an de bû şampiyona Lîga 2yem a Tirkiyeyê û derbasî Lîga 1em bû.
Di sezona 2024-2025an de di rêza nehem a Lîga Yekem de cih girt.
Di dîroka xwe de du caran bûye şampiyona Lîga 3yem û sê caran jî bûye şampiyona Lîga 2yem.
Rengên fermî yên yaneyê kesk, sor û spî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse