Amedsporê hesabên bi Kurdî vekirin û piştgirî xwest

27-08-2025
Nîşan Amedspor Kurdî X Instagram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê hesabên Instagram û Xê yên bi Kurdî vekirin û piştgiriya şopandinê xwest.

Tîma futbolê ya Ameda Bakurê Kurdistanê di parvekirina xwe de got, “Amedspor, tenê tîmeke futbolê nîne; ew dengê gelê me ye, temsîlkirina nasnameya me ye û nirxê hevpar ê mîlyonan e.”

Parvekirina Amedsporê bi vî rengî ye:

“Kluba me, ji bo ku aligirên me bi zimanê xwe yê dayîkê karibin tîma me ji nêzîktir bişopînin, bi navê ‘Amedspor Kurdî’ hesabên xwe yên fermî yên Instagram û Twitter (X) vekirin.

Amedspor, tenê tîmeke futbolê nîne; ew dengê gelê me ye, temsîlkirina nasnameya me ye û nirxê hevpar ê mîlyonan e.

Bi vê hişyariyê, em di vê rengê de zimanekî ragihandinê ava dikin ku ji her kesî re têgihiştî, fireh û hêsantir be.

Em bangî hemû aligirên xwe dikin ku hesabên me yên nû yên fermî bişopînin û beşdarî vê kelecanê bibin.

📲 Instagram: @amedsporkurdi_

📲 Twitter (X): @amedsporkurdi_

💚❤️ Ji Tîmekê Zêdetir, Çîroka Gel!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst