Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) nerazîbûn nîşanî cezayên ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber nivîsa Kurdî ya li ser formayên Amedsporê birîbûn, da.
Hevserokên DEM Partiyê xwest ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) wan cezayan betal bike û ji ber vê helwesta xwe lêborînê ji Kurdan bixwaze.
Amedspor di dîroka lîgên profesyonel ên Tirkiyeyê de bûbû tîma yekem a ku bi awayekî fermî dirûşmeke Kurdî li ser formayên xwe nivîsandibû û ji bo vê yekê jî razîbûna TFFyê wergirtibû.
Amedspor bi kompanyaya "Tezgel Group" re peymaneke sponsoriyê îmze kiribû û dirûşma Kurdî "Koma Me Bona We" li ser formayên xwe nivîsîbû.
Tevî ku berê destûr wergirtibû jî, piştî lîstika li hemberî Sakaryasporê, heman federasyonê bi hinceta binpêkirina rêziknameya alavên werzişê, 110 hezar lîreyên Tirkî (nêzîkî 2,650 dolar) ceza li Amedsporê birî.
Biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) rastî karvedanên tund hat.
“Em vê neheqiyê û vê zilmê qebûl nakin”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi tundî nerazîbûn nîşan da.
Tuncer Bakirhan di peyama xwe de da zanîn ku bêtehemuliya li hemberî Kurdî ya li parlamentoyê, niha li qadên werzişê jî bi cezayan xwe nîşan dide û got:
"Ew hişmendiya ku ji ber du peyvên Kurdî yên li ser formayê ceza dide, herî zêde zererê dide hewldanên aştiyê.
Divê ev biryara şermezar a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê demildest bê betalkirin û daxuyaniyeke fermî ya lêborînê bê dayîn.
Ev bêrêziya li hemberî zimanê dayîkê yê bi milyonan welatiyan tê kirin, li dijî prensîbên demokratîk û aştiya civakî ye.
Êdî bes e! Em vê neheqiyê û vê zilmê qebûl nakin."
Tulay Hatîmogullariyê jî ragihand ku cezayê pereyan ê ji ber dirûşma Kurdî hatiye dayîn, ne tenê li dijî Amedsporê, êrişeke li ser zimanê dayîkê yê bi milyonan Kurdan e û anî ziman:
"Formaya ku berê ji aliyê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve hatibû erêkirin, niha çima bû sedema cezayê?
Eşkere ye ku biryara TFFyê kêfî ye.
Ev biryar, eşkerekirina bêtehemuliya li hemberî Kurdî ye.
Em rê nadin ku hewldanên me yên aştiyê bi êrişên bi vî rengî zererê bibînin.
TFF divê demildest ji vê biryarê vegere û lêborînê bixwaze."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse