Leyla Zanayê pêşniyara Amedsporê qebûl kir: Sibe dê li stadyumê be

3 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Leyla Zana Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, piştî êrişên nijadperest û zayendperest ên ku li stadyuman li dijî wê hatin kirin, biryar da ku beşdarî maça Amedsporê bibe.

Ev biryar piştî istîşareya bi Serokê Amedsporê Nahît Eren re hat dayîn.

Serokê Amedsporê Nahit Eren doh telefonî Leyla Zanayê kiribû û ew vexwendibû maça Amedspor û Îdirsporê.

Leyla Zanayê li ser vexwendinê gotibû, "Em bi hev re bifikirin û biryarê bidin."

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro êvarî Leyla Zana û Nahît Eren careke din li ser mijarê axivîne û istîşare kirine.

Di encama hevdîtinê de biryara hevpar hat dayîn.

Li gorî vê biryarê, Leyla Zana dê sibe li Amedê beşdarî maça Amedspor û Îdirsporê bibe.

Çi qewimîbû?

Hefteya borî di maça Somaspor û Bursasporê ya Lîga 2yemîn a TFFyê de, alîgirên tîma Bursasporê dirûşmên zayendperest û heqaret li Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribûn.

Dîmenên wan dirûşman li ser medyaya civakî belav bûn û rastî bertekên tund hatin.

Li hemberî vê yekê, di maçên li bajarên Kurdan de alîgiran dirûşmên "Leyla Zana rûmeta me ye" û "Her bijî Leyla Zana" berz kiribûn.

Bertek û ceza

Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl ev êriş şermezar kirin.

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê Bulent Arinç got, "Min bi şerm temaşe kir, ez naletê lê tînim."

Wekîlê Koma MHPyê Erkan Akçay jî gotina Alparslan Turkeş a "keça min" ku ji bo Zanayê gotibû bi bîr anî û nerazîbûn nîşan da.

Her wiha 16 baroyên herêmê û rêxistinên hiqûqî daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Desteya Disîplînê ya Futbola Profesyonel (PFDK) a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) jî ji ber "dirûşmên xirab û kirêt" cezayê pereyan li Bursasporê birî.

DEM Partiyê gilî kir

DEM Partiyê jî têkildarî mijarê pêvajoya hiqûqî da destpêkirin.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê, li ser navê Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliyê hemû berpirs û kesên xemsar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst