Vansporê Amedspor destvala vegerand: 3 - 0

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Vanspor Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stadyuma Bajarê Wanê mazûvaniya Derbiya Bakur ango maça Vanspor û Amedsporê bi kelecan kir.

Alîgirên Vansporê bi taybetî di nîvê duyem ê maçê de bi golên hatin avêtin kêliyên xweş derbas kirin.

Nîvê yekem bê gol bi dawî bû

Nîvê yekem ê maçê ku bi awayekî hevseng û bi tedbîr dest pê kir, bi encama 0-0 bi dawî bû.

Her çend her du tîman jî hinek derfetên golan bi dest xistin jî qelewanan erka xwe bi cih anîn û rê nedan ku tor bihejin.

Vanspor di nîvê duyem de bû wekî bizot

Lîstikvanên Vansporê di nîvê duyem de, bi awayekî cuda derketin qadê û kontrola lîstikê bi temamî xistin destê xwe.

Tîma sor-reş, bi 3 golên li pey hev derfet neda reqîbê xwe û bi serkeftineke berçav ji qadê veqetiya.

Stadyum bû wekî qada karnavalê

Vansporê piştî 5 maçan cara yekem serkeftin bi dest xist.

 Bi piştgiriya alîgirên Vansporê, stadyum veguherî qada karnavalê.

Di maça ku 90+7 deqeyan berdewam kir de, her du tîman jî mînakeke "fair-play"ê wekî du tîmên Bakurê Kurdistanê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst