Hewlêr (Rûdaw) - Di hefteya 8an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de, Amedspor li deplasmanê bi encameke giran 3-0 li hemberî Vansporê têk çû.
Piştî maçê, Rahênerê Amedsporê Mehmet Altiparmak lêborîn xwest û got ku divê di nava tîmê de hinek tişt biguherin lê alîgiran li ser medyaya civakî bi yek dengî daxwaza îstifaya wî kir.
Altiparmak: Ez li ser navê xwe lêborînê dixwazim
Rahênerê Mehmet Altiparmak di daxuyaniya xwe ya piştî maçê de xemgîniya xwe anî zimên û rexne li hinek lîstikvanan girt û got:
"Nîvê yekem ê maçê ku me pir baş lîst û em ketin pozîsyonan ew, bi wekheviyê bi dawî bû. Di nîvê duyem de me lîstikvanên xwe hişyar kir. Me dizanî ku Vanspor dê çi bike.
Di gola yekem de, dema top li cem me bû, me bi awayekî pir bêwate gol xwar. Me ji ber du şaşiyên şexsî gol xwarin.
Piştre maç xilas bû. Em pir xemgîn in. Ez li ser navê xwe, ji wan alîgirên me yên ku evqas rê hatin û piştgirî dane me, gelekî lêborînê dixwazim.
Êdî divê di nava tîma me de hinek tişt bi awayekî cuda werin kirin.
Em dê derbarê vê yekê de bi birêvebiriya xwe re rûnin û biaxivin, çimkî hin lîstikvan hene ku dilê xwe nadin ber vî karî.
Em dê li ser van lîstikvanan jî biaxivin. Ez tîma Vansporê pîroz dikim. Wan bi awayekî bêhempa têkoşîn kir û bi têkoşînê maç bi dest xist.
Maç di nava biratiyê de derbas bû, ji bo vê jî em kêfxweş in."
Banga alîgiran: Îstifa bike!
Amedspora ku hefteya borî bi serketina 2-0 a li hemberî Sariyerê nefes standibû, li deplasmana Wanê perîşan bû.
Ev têkçûna giran di pêşbaziya lûtkeyê de birîneke kûr vekir.
Piştî maçê, bi hezaran alîgiran li ser medyaya civakî bi etîketên wekî “îstifa bike, biçe, êdî bes e” daxwaza îstifaya rahêner Mehmet Altiparmak kir.
Her wiha li stadê û di nav komên alîgirên ên Amedsporê de jî heman deng bilind bû: "Divê serdema Altiparmak bi dawî bibe."
Amedspora ku bi lîstikvanên wekî Dia Saba, Mbaye Diagne, Emrah Başsan û Felix Afena-Gyan tîma herî biha ya lîgê ava kiribû dilê alîgirên xwe xweş nake.
Sekreterê Giştî yê Amedsporê Faruk Korkmaz beriya bi çend rojan ji Rûdawê re eşkere kiribû ku ew ji lîstîka tîmê nerazîne û di vê çarçoveyê de çi pêwîst bike ew dê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse