Wan (Rûdaw) - Di derbiya Bakurê Kurdistanê de Vanspor li hemberî Amedsporê bi ser ket lê ji encamê zêdetir helwesta aligirên her du timan mohra xwe li maçê xist.
Vanspor li stadyuma xwe li hemberî Amedsporê bi encama 3-0 bi ser ket.
Li gorî vê encamê Vanspor bi 12 puanan derket rêza 9emîn û Amedspor jî bi 13 puanan di rêza 7emîn de ye.
Aligirên her du tîman hem formayên Vansporê hem jî yên Amedsporê li xwe kiribûn.
Maçeke wisa bû ku alîgirên Vansporê ji bo têkçûna Amedsporê xemgîn bûn û alîgirên Amedsporê jî ji serkeftina Vansporê kêfxweş bûn.
Aligirên her du tîmên Bakurê Kurdistanê ji encamê zêdetir bi yekdengî got kîjan tîm bi ser bikeve serkeftin a Kurdan e.
Berî derbiyê ji devê hemû alîgiran yek peyam derket, "Vanspor û Amedspor yek in û encam her çi ibe jî dê serkeftin dê ya me hemûyan be."
Her wiha piştî maçê kes qala encama maça Amedspor û Vansporê nake û dirûşma “Kî ne em? Kurd in em” a di dema maçê de hîn jî li kolanên Wanê olan dide.
Ev jî çend peyamên alîgirên her du tîman ên berî maçê û piştî maçê ne:
“Ji xwe em dizanin ev dê maçeke dostaniyê be. Em dê maçeke xweş derbas bikin. Her kî qezenc bike ji bo me ferq nake.”
“Em dixwazin iro li vir maçeke neteweyî were leyîstin.”
“Îro kî ji qezenc bike ji bo me ferq nake.”
“Vanspor jî Amedspor jî tîmên gel in. Ew tîmên bajarekî tenê nînin. Her du jî bi ser bikevin em dê bêjin em bi ser ketine.”
“Îro dê biratî qezenc bike. Wan jî Amed jî ferq nake.”
“Wan û Amed yek in. Ez dixwazim encam wekî hev be.”
“Kî xweş bileyîze bila ew qezenc bike. Ha Amed ha Wan.”
“Serkeftin ji bo Amed û Wanê. Her bijî Amed her bijî Wan”
“Îro maça biratiyê ye ti ferq nîne.”
“Encam 0-0 be jî Amed jî qezenc bike û Wan jî qezenc bike ferq nake. Hemû yên me ne. Her bijî Wan û Amed.”
“Amed û Wan birayê hev in. Bijî biratîya gelan.”
“Amed jî tîma me ye. Di dilê me de ye, di rihê me da ye. Amed nasnameya me temsîl dike.”
“Her du jî tîmên me ne û ti ferq nîne. Ha Amed ha Wan.”
“Serkeftiyê vê maçî gelê Kurd e. Nasname û rûmeta Kurdan bi ser ket.”
“Amed birayê me ye. Tîma me ye, Wan jî ya me ye.”
“Bi me hemûyan re Amed heye. Belê Vanspor jî girîng e lê Amed muhîmtir e.”
“Amed an Wan têk çûye ji bo me ne girîng e. Em bira ne.”
“Bi fikra min me îro tiştek winda nekiriye. Ji me re biratî û wekhêvî lazim e.”
#VÎDEO - DERBIYA BAKUR - Kes qala encama maça Amedspor û Vansporê nake û dirûşma ❝Kî ne em? Kurd in em❞ hîn jî li kolanên Wanê olan dide
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 30, 2025
⚽️ Peyama ku derket pêş bi tenê ❝biratî❞ bû
⚽️ Ka hûn jî kerem bikin guh bidin van peyamên ku Wanî û Amedî didin:
🗨️ Nasname û rûmeta… pic.twitter.com/9To56fAODr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse