Lorîna werzişvan a Efrînî li Ewropayê madalyayan kom dike

29-11-2025
Hêmin Ebdullah
Lorîn Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lorîn Mihemed / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lorîn Mihemed Ewropa Efrîn Karate
A+ A-

Utrecht (Rûdaw) - Lorîn Mihemeda werzişvan a ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li Ewropayê bi serkeftinên xwe balê dikişîne û wê heta niha 4 madalya bi dest xistine.

Lorîn a ku 10 sal in li Holendayê dijî, hem di warê werzişa Karateyê de xwedî kembera reş e û madalyayan bi dest dixe, hem jî li zanîngehê perwerdeya yasayê dibîne da ku mafên gelê xwe biparêze.

Lorîn Mihemeda 20 salî, bû mêvana bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û çîroka jiyana xwe ya balkêş vegot.

"Çîrok ji xewna dayîkê dest pê dike"

Lorînê diyar kir ku eleqeya wê ya ji bo karateyê mîraseke malbatî ye û koka wê digihîje dayîka wê.

Werzişvana ciwan anî zimên ku dayîka wê dema 15 salî bûye li Helebê dest bi karateyê kiriye û ji bo pêşbirkan çûye Şamê.

Lorînê li ser destpêka xwe wiha got:

"Pêşî min nizanîbû karate çi ye lê dayîka min ji zaroktiyê ev werziş bi min da naskirin.

Armanca min ew bû ku ez xewna dayîka xwe bi cih bînim û bigihîjim wê asta ku wê hêvî dikir."

"Hemû malbat karatezan e"

Li mala Lorînê werziş parçeyekî jiyanê ye. Ne tenê ew, her du birayên wê, dayîk û bavê wê jî bi vê werzişê re mijûl in.

Lorînê da zanîn ku yek ji birayên wê jî xwediyê kembera reş e û ew niha li Holendayê bi awayekî fermî rahêneriya Karateyê dike û waneyan dide.

Xwedî 4 madalyayan e

Lorîn Mihemed beşdarî şampiyoneyên navneteweyî yên li Belçîka, Almanya û Holendayê bûye.

Wê heta niha di pêşbirkên cuda de 4 madalya bi dest xistine ku hinek ji wan pileya yekem û duyem in.

"Ez dixwazim bibim dengê Efrînê"

Lorîn niha li Zanîngeha Utrechtê xwendekara beşa yasayê ye.

Wê diyar kir ku hilbijartina vê beşê ne tesaduf e û armanca wê ya sereke parastina mafên gelê Kurd e.

Lorînê got, "Ez yasayê dixwînim ji bo ku piştevaniya Kurdbûna xwe bikim û wekî parêzereke navneteweyî dengê Efrînê bigihînim cîhanê."

Keça Efrînî bal kişand ser rewşa bajarê xwe û got:

"Dixwazim Efrîna xwe serbilind bikim, dizanim Efrîn birîndar e lê hêvîdar im bi vê madalyaya min, her keçeke Efrînî û her Kurdek birînên xwe ji bîr bike."

"Li navenda Ewropayê Kurdiyeke zelal"

Lorîn ev 10 sal in li Holendayê dijî û perwerdeya xwe bi zimanên biyanî dibîne lê bi Kurdiyeke zelal diaxive.

Wê diyar kir ku dayîk û bavê wê li malê ew fêrî zimanê dayîkê kiriye.

Hesta dîtina Alaya Kurdistanê

Lorînê behsa serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê jî kir û hestên xwe yên dema dîtina Alay Kurdistanê anîn zimên.

Wê got, "Dema min Alaya Kurdistanê dît û guhê min li axaftina Kurdî bû, min hest bi azadiyê kir. Hesteke gelekî taybet li cem min çêbû."

Lorîn Mihemedê xewna xwe ya paşerojê jî eşkere kir û got ku ew dixwaze li Kurdistanê dibistaneke karateyê veke û ciwanên Kurd fêrî teknîkên xweparastinê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst