Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkê ciwan ê Barcelonayê yê Kurd Emre Demir transferî tîma Tirkiyê Fenerbahçeyê bû. Demîrê ku li bajarê Mêrsînê hatiye dinê, zarokê malbateke bi eslê xwe ji navçeya Qubînê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Fenerbahçeya ku di Super Lîga Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têkoşîn dike bi stêrkê Barcelonayê yê 19 salî Emre Demîr re li hev kirin.
Demîrê ku îro ji bo îmzekirinê çû Stenbolê ji rojnamevanan re got “Ez gelek kêfxweş im ku ji tîmeke pir mezin hatim tîma herî mezin a Tirkiyeyê. Ez niha pir bi kelecan im.”
Emre Demîr kî ye?
Emre Demîrê ku di 15ê Çileya 2004'an de li Mêrsînê ji dayik bû, zarokê malbateke bi eslê xwe ji navçeya Qubînê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Demîrê ku li Mêrsîna ku lê ji dayik bû dest bi lîstika futbolê kir, dema ku di lîgên amator de futbol dilîst bi jêhatiya xwe di demeke kin de bala tîmên mezin kişand.
Di 18ê Çileya 2019an de, di 15 saliya xwe de, Demîr bi tîma Tirkiyê Kayserisporê re peymanek profesyonel îmze kir.
Demîr bi gola ku di sezona 2019/202019/20an de li hember Gençlerbirliği avêtibû, di temenê xwe yê 15 sal û 9 meh û 25 rojî de bû golkerê herî ciwan di dîroka Super Lîga Tirkiyê de.
Emre Demir di sala 2021an de bi 2 milyon Euroyî transferî Barcelonaya Îspanyayê bû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse