Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê ragihand ku Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li herêma Xersonê bi dronan êrişî kafeyek û otelekê kiriye ku sivîlan sersal pîroz dikir.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de 24 kes mirine û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Di şerê Rûsya û Ukraynayê de di saetên ewil ên sala nû de cihên sivîlan hatin hedefgirtin.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku li gundê Horliyê yê navçeya Kalançakê ya herêma Xersonê di êrişa dronan a li kargehekê de windahiyên giran ên canî çêbûne.
"Sivîlan sersal pîroz dikir"
Berdevka Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê Svetlana Petrenkoyê li ser hesabê Telegramê yê Komîteyê daxuyanî da.
Svetlana Petrenkoyê diyar kir ku êriş bi şev bi gelek dronên bombebarkirî hatiye kirin.
Petrenkoyê destnîşan kir ku êriş li kafeyeke ku sivîl lê kom bûbûn hatiye kirin û derbarê bûyerê di çarçoveya "êrişa terorî" de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Parêzgarê Xersonê yê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye tayînkirin Vladimir Saldo jî derbarê windahiyên canî agahiyên zelaltir parve kirin.
Saldo ragihand ku di êrişa li kafe û otela li gundê Horliyê yê li berava Deryaya Reş de, li gorî tesbîtên ewil 24 kes mirine û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.
Saldo tekez kir ku qurbanî sivîlên ku ji bo pîrozkirina sersalê kom bûbûn in.
Îdiaya êrişa li mala Putîn
Çavkaniyên Rûsî balê dikişînin ser wê yekê ku ev êriş dişibe êrişa dronan a ku di rojên borî de hatibû îdiakirin ku li dijî mala Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hatiye kirin.
Kremlînê îdia kiribû ku bi zêdetirî 50 dronan êrişî mala Putin hatiye kirin û Ukrayna tohmetbar kiribû.
Birevebiriya Ukraynayê jî ev îdia bi tundî red kiribûn.
#VÎDEO - Li Hersonê komkujî: Kafe û otel bûn armanca dronan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 1, 2026
💥 Li herêma Hersonê ya di bin kontrola Rûsyayê de, êrişeke dijwar pêk hat
💥 Li gorî zanyariyên destpêkê 24 kes mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn
🇷🇺 Rûsya dibêje: "Ukraynayê bi dronan êriş kir"
🇺🇦 Ukrayna… pic.twitter.com/JC7mYZquNs
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse