Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê bi telefonê axivîn.
Macron ji bo rêkeftina li gel HSDyê Ehmed Şer pîroz kiriye û ragihandiye, "Pêwîst e rêkeftin bê bicihanîn."
Serokkomariya Sûriyeyê ragihand ku Ehmed Şer bi telefonê li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron axiviye.
Li gorî daxuyaniyê, di peywendiyê de rûdanên dawî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin û wan bal kişandiye ser girîngiya piştevaniya pêvajoya siyasî û çespandina aramiyê.
"Rêkeftina berfireh" a li gel HSDyê
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de behsa "rêkeftina berfireh" a navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatiye kirin.
Emmanuel Macron kêfxweşiya xwe ji bo vê rêkeftinê nîşan daye û diyar kiriye ku pêwîst e rêkeftin bi awayekî ku yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê biparêze bê bicihanîn.
Serokê Fransayê her wiha amaje bi pêbendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya hevahengiyan di çarçoveya piştevaniya Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê de kiriye.
Macron ducare kiriye ku Fransa dê di qonaxên çespandina aramî, dadperwerî û pêvajoya jinûveavakirina welat de alîkar be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse