Hewlêr (Rûdaw) - Pakistan du hefte ne ji ber lehiyan rojên zehmet derbas dike ku di encama lehiyan de heta niha hezar û 162 kesan canê xwe ji dest dane, 386 ji wan zarok in. Ji xeynî vê yekê jî, nexweşî di nava xelkê de belav bûne.
Neteweyên Yekbûyî bi rêya rêxistinên mirovî heta niha nêzîkî milyonek û 500 hezar dolar wek alîkarî ji bo xelkê Pakistanê yê ku derbider bûye pêşkêş kiriye.
Bajarê Rojhan ê ser bi Herêma Panjub e li başûrê rojhilatê Pakistanê, ji ber baran û lehiya ku bêhtirî mehekê ye berdewam e, hejmareke zêde ya xelkê derbider bûye, çavkaniyên ava vexwarinê pîs bûne û bûye sedema belavbûna gelek nexweşiyan di nava xelkê de.
Pizîşk Mehmûd Ezher got, “Piraniya nexweşên ku tên ba me bi nexweşiyên hinavê ketin, ew jî ji ber nebûna ava vexwarinê ye paqij e, zarok jî bi nexweşiya zikçûn û hinavê ketine.”
Neteweyên Yekbûyî bi rêya rêxistinên mirovî yên ser bi xwe ve heta niha nêzîkî yek milyon û nîv dolar wek alîkarî ji bo xelkê ku derbider bûye pêşkêş kiriye, her wiha daxwaza 160 milyon dolar ji civaka navdewletî dike jibo alîkarîkirina ev xelkê ziyan dîtî.
Welatî Aslam Khan li ser lehiyan anî ziman, “Xwarin, kon û ava paqij li ba me kêm e. Ava ku em vedixwin ne paqij e, zikê mirov diêşîne, haya tu kesî ji me nîne.”
Ji nîvê meha Tebaxê ve li gelek navçeyên Pakistanê baran û lehî berdewam in, di encamê de heta niha li gorî amarên Hikûmeta Pakistanê bêhtirî hezar û 162 kesan canê xwe ji dest dane, 386 ji wan zarok in û derdora 3,554 kes jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse