Hewlêr (Rûdaw) - Pispor dibêjin guhertin di sîmaya çeman de çêbûye. Tiştên herî bi saw û dijwartir derdikevin, asta ava wan bilind bûye, ji nişka ve lehî jê çêdibe. Ew guhertin li çend wilayetên bakurê rojavayê Amerîka û beşekî Kanadayê dixuyên.
Pispor dibêjin 500 sal e tiştekî wiha neqewimî ye, zana vê bi guherîna keş û hewayê ve girêdidin.
Zanayê Guherîna Keşûhewayê li Colorado Daniel Swain dibêje: “Bi rastî em gelek çeman dibînin bi wê dijwarî serrêj û germ dibin ne tiştekî xwezayî ye. Lehiyên tund bi pey xwe de anîne ku me li British Columbia Brîtanya dît û herwiha lehiyên hinekî biçûktir li cihên din.”
Zerarên bilindbûna pileya germê bi 1.2 pile bilindir ji asta serdema pîşesazî derketine, li British Columbia vê havînê 500 kesan ji ber bandora bilindbûna pileyên germê canê xwe ji dest dan. Meha Mijdarê her li British Columbia asta ava çeman zêde bû, lehî rabû û bû sedema zerarên canî û maddî, ev bû ku berpirsên Kanadayê dibêjin 500 sal e hevawayê wê nebûye.
Daniel Swain herwiha dibêje: “Çemên gelekî germ ku di jêr bandora keşûhewayê de ne, zêdetir baran jê berhem tê, ne berf. Baran hemû dirije nav çeman, lehiyên pêşwext û lehiyên mezin çêdibin.”
Eger em bixwazin sedemên serekî bizanin, divê vegerin bilindbûna pileyên germê ji ber derxistine gazên bi zerar ku wiha kiriye her 10 sal carekê ji sedî 13ê çiyayên qeşayî bihelin.
Di dema 30 salên borî de stûrtirîn û kevintirîn parçeyê qeşayî yê cemseran bi rêjeya ji sedî 95 heliya ye. Helîna çiyayên qeşayî sedemeke bo bilindbûna asta ava deryayan, pispor pêşbînî dikin heta sala 2100ê asta ava çeman 30 santîmetre bilind bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse