Hewlêr (Rûdaw) - Barana zêde ya ku li Srî Lanka, Endonezya û Taylandê dibare bû sedema karesateke mezin.
Li her sê welatan bi giştî zêdetirî 900 kesan canê xwe ji dest daye û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo dîtina bi sedan windayan dixebitin.
Barana zêde li başûrê Asyayê bû sedema lehî û hezaza axê û li herêmeke berfireh wêranî çêkir.
Amarên ku li pey hev ji Srî Lanka, Endonezya û Taylandê tên, nîşan didin ku herêm rûbirûyî yek ji karesatên herî giran ên salên dawî bûye.
Pispor vê yekê wekî "yek ji mînakên herî dramatîk ên bûyerên hewayî yên tund ên ku krîza avhewayê ew girantir kirine" dinirxînin.
Li Srî Lankayê hejmara miriyan derket 334an
Srî Lanka ji ber Bahoza Ditwahê û hezaza axê di rewşeke xerab de ye.
Li welêt hejmara miriyan derket 334an û tê gotin ku ev karesata herî mezin a piştî tsunamiya 2004an e.
Deverên nizm ên paytext Colomboyê bi temamî di bin avê de man û zêdetirî 148 hezar kesî bo cihên ewle hatin veguhastin.
Serokê Dewletê Anura Kumara Dissanayake rewşa awarte ragihand û got, "Em rûbirûyî karesata xwezayî ya herî mezin û dijwar a dîroka xwe ne."
Li Endonezyayê 442 mirî, 402 winda
Girava Sumatrayê ya Endonezyayê jî di bin bandora giran a lehî û hezaza axê de ye.
Li welêt 442 kesan canê xwe ji dest da û ji 402 kesan jî hêj agahî nayê sitandin.
Li herêmên ku herî zêde zerer dîtine rê hilweşiyan û torên pêwendiyê qut bûn.
Rayedaran ragihand ku hîn bi du cihên niştecihbûnê re têkilî nehatiye danîn.
Afriantiya ku li bajarê Padangê mala xwe ji dest daye behsa serpêhatiya xwe kir û got:
"Av ji nişka ve bilind bû. Em neçar man ku birevin. Dema em vegeriyan mala me tunebû. Tenê dîwarek mabû, me li kêleka wî kon danî."
Ji bo gihandina alîkariyan ji Cakartayê du keştiyên şer şandin herêmê.
Ajansa APyê ragihand ku xelk di peydakirina xwarin û ava paqij de zehmetiyan dikişîne.
Her wiha hat zanîn ku li Meureuduyê fîlekî Sumatrayê yê ku neslê wî di xetereyê de ye di bin heriyê de maye.
Li Taylandê bîlanço giran dibe
Li Taylandê jî yek ji lehiyên herî dijwar ên 10 salên dawî çêbû û 162 kesan canê xwe ji dest da.
Hikûmetê ragihand ku dê tezmînatê bidin malbatên qurbaniyan lê bertekên li hemberî birêvebirina karesatê zêde dibin.
Li gorî zanyaran, baranên mûsonê yên ku her sal di navbera hezîran û îlonê de dibarin vê carê bi bandora bahozên tropîkal hêzeke awarte bi dest xistiye.
Zêdebûna hêza baranê bû sedema bayê xurt, lehiya ji nişka ve û hezaza axê ya berfireh.
Hat diyarkirin ku Bahoza Ditwahê piştî Srî Lankayê ber bi peravên başûrê Hindistanê ve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse